Êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê didomin
Di encama êrîşên hêzên Îsraîlê li ser herêam Cibalya ya bakurê Xezayê de 15 kes di nav de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Cibalya ya bakurê Xezayê dibistana Fatimê Bint Esed ya koçber lê dimînin bombebaran kir. Di encama êrîşan de 5 jê zarok 15 kes jiyana xwe ji dest dan û li gor Ajansê birîndar jî hene.
Hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê derdora mizgefta Hemad El Hesenat a li rojavayê kampa Nisêrat a naverasta Xezayê jî kir hedef û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.
Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li taxa Tufaha ya bakurê rojhilatê bajarê Xezayê hin malên şêniyan bomebaran kirin.
Li gorî daneyên saziyên Filistînî, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê 7'ê Cotmeha 2023'an ve 52 hezar û 829 kes hatine kuştin û 119 hezar û 554 kes jî birîndar bûne.