Li Sûdanê êrîşên li ser dibistanan: 63 jê zarok 114 kes mirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, bîlançoya êrîşên li dijî dibistanên zarokan eşkere kir û ragihand ku di êrişan de 63 jê zarok bi giştî 114 kes hatiye qetilkirin û 35 kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Êrîş û binpêkirin li Sûdanê roj bi roj zêde dibin. Herî dawî li dijî li dibistanên zarokan êrîşek hovanê pêkhat û di encama êrîşê de zêdetirî 10 kes jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), îro ragihand ku li Sûdanê di êrîşên li dijî dibistana zarokan de piraniya wan zarok zêdetirê 100 kes hate qetilkirin. Êrîş, di dema rizgarkirina malbat û zarokan de jî berdewam kir.
Tesîsên tenduristiyê ya li Sûdanê, li nêzîkî eniyên şer ên du sal û nîv didome, rastî êrîşên dubarekirî tên. Li gorî raporên ku ji aliyê Reuters ve hatine weşandin, di Cotmeha borî de li bajarê Faşêrê jî komkujiyek pêkhat.
WHO’yê, bi bîr xist ku di 4’ê Kanûnê de êrîşên li ser dibistanên zarokan a li Dewleta Kordofan Başûr dubare bûne û got: “Tiştê ku fikaran çêdike, êrîşa li dijî xebatkarên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê yên hewil didan birîndaran ji dibistana zarokan veguhezînin nexweşxaneya gundewar e.”
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku di êrîşên li dijî dibistanên zarokan a li Sûdanê de 63 jê zarok bi giştî 114 kes hatiye qetilkirin û 35 kes jî birîndar bû. Êrîş, di dema veguhestina birîndaran a ji bo nexweşxaneya gundewar de jî berdewam kir û xebatkarên tenduristiyê û malbat jî hatin hedef girtin.
WHO’yê, diyar kir di êrîşan de çekên giran hatine bikar anîn û piraniya zarokan di bombebarana destpêkê de hatine qetilkirin. Yên rizgarbûnê ji bo nexweşxaneyek din hate veguhestin û bnaga alîkariya tibî ya lezgîn hate kirin.
Wezareta Karên Derve ya Sûdanê, da zanîn Hêzên Piştgiriya Lezgin êrîş bi karanîna dronan pêkaniye û şermezar kir.