Rafika El-Hawat jineke ku bi xwe riya xwe xêz dike
Rafika Al-Hawat ku li Mexribê dijî, bi çenteyên ku bi destan çêdike debara xwe dike. Rafîka diyar dike ku hem debara xwe dike hem jî bi derbaskirina astengiyan riya xwe xêz dike.

HENAN HERÊT
Mexrib – Fikra dîzaynkirina çenteyan qet di hişê Refîqa El-Hawat re derbas nebûbû, lê her gav bala wê li ser dirûtinê û dîzaynkirinê re bû. Dirûtin beşek ji jiyana wê ya rojane ye, qet nafikire ku hewesa xwe veguherîne projeyek. Lê şansê wê ew ber bi wê yekê ve bir, dema wê biryar da ku cara yekem bi kroşeyê (Ta) çenteyek biceribîne û ji xwe re çêke.
Çêkirina çenteyek ber bi projeyekê ve bir
Refîka li bajarê El-Dar El-Baydaa ya Mexribê bi malbata xwe re rûdinê. Refîqa da zanîn ku tenê westiye ji xwe re çenteyek çêke û wiha berdewam kir: “Dema hevalên min ew dîtin û gelek jê hez kirin, ji min xwestin ku ez çenteyên mîna wê çêkim. Ez nedifikirîm ku ew ê bibe projeyek, lê teşwîqa wan hişt ku ez bi aweyek cidî li ser vê projeyê bifikirim.”
'Ji rengên xwezayî berhemên xwe çêdikim'
Refîqa dest bi dîzaynkirina çenteyên curbicur, bikaranîna jêhatiyên xwe yên dirûtinê û çirandinê kir. Di nav dîzyanên wê yên herî xweşik de çenteyek heye ku wê bi têlên kroş ên qehweyî yên tarî û stûr çêkiriye. Her wiha destek darîn ê neqişandî lê zêde kiriye û kulîlkek kroşeyê bi quncikê wê ve hatiye zeliqandin ku hestek cuda dide wê. Li ser îlhama xwe Refîqa El-Hawat wiha got: “Ez hez dikim ji bo rengan ji xwezayê îlhamê bigirim. Ji ber vê yekê ev çente ji rengên xwezayî hatiye çêkirin. Min dixwest ku ew xwezayî xuya bike û hestek bi rêkûpêk hebe.”
Dîzaynên xwe li ser medyaya civakî belav dike
Ji ber ku firoşgeheke Refîqa El-Hawat a taybet tuneye, wê berê xwe da medyaya civakî, rûpelek çêkir da ku dîzaynên xwe nîşan bide û wêneyên her çenteyek nû yê ku çêdike, parve kir. Refîqa El-Hawat li ser vê tevgera ber bi pêşvebirina medyaya civakî ve wiha got: “Têkiliya mirovan a bi karê min re, motîvasyonek zêdetir da min ku berdewam bikim. Min ew wek derfetek rastîn dît ku projeya xwe berfireh bikim.”
'Jin dikarin hevsengiyê di jiyanê de ava bikin'
Tevî ku projeya wê destkeftî bû jî, ne hêsan bû Refîqa bighê vê destkeftiyê. Her wiha pêşvebirin û avakirina bingehek xerîdar ne hêsan bû. Lê wê dev jê berneda û ji vê ezmûnê hîn bû û destkirên xwe bipêş xist. Refîqa hewldanên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Dema ku min dest bi karê xwe kir, bi coş û kelecan xebitîm. Ez niha bêtir rêxistinkirî difikirim û li derfetên nû digerim da ku projeya xwe berfireh bikim. Lê li kêleka kar û projeya xwe, hewl didim hevsengiyekê di nav karê mal û xebata xwe de ava bikim. Jina ku piştgirî û destek girt, dikare hevsengiyê jî ava bike.”
'Kar û xebat hêz û azadiyê dide jinan'
Di dawiya axaftina xwe de Refîqa El-Hawat peyamek ji jinan re rêkir. Refîqa ji jinan xwest ku riya xwe ya serxwebûnê bibînin û got: “Divê jin bixebitin û xwe nîşan bidin. Xebat, hêz û azadiyê dide jinan. Divê ew li benda şert û mercên îdeal nemînin, divê dest pê bikin.”