Bi derfetên xwe bû xwedî aboriya xwe ya serbixwe

Taman Elî ya piştî zanîngehê diqedîne û tayîn nabe, bi derfetên xwe bû xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Taman Elî ya ku niha ji bo xwe firoşgehek vekiriye dibêje: “Xebat şanazî û pêwîstiye.”

ŞIYA KOYE

Koye – Li Başurê Kurdistanê bi taybetî di van salên dawî de jin di her warê de dixebitin, hem dibin xwedî kar, hem jî ji bo jinên din ên ciwan derfetên kar ava dikin. Jina bi navê Taman Elî yek ji wan jinan e piştî ku di peymangehê de beşa hemşîretiyê temam dike û tayîn nebe, bi xwe derfetên kar afirandiye û li malê dest bi çêkirina şirînahî û xwarinan kiriye. Taman niha jî bi riya firoşgeha ku vekiriya berhemên xwe difroşe.

Taman Elî ya nişteciha bajarê Koye ya Başûrê Kurdistanê ye der barê karê xwe de wiha got: “Min li peymangehê beşa hemşîretiyê temam kir. Min dixwest di qada xwe de bixebitim lê belê tayîn nebûm, min jî bi xwe ji bo xwe derfetên kar ava kir û dest bi karê çêkirina şîrîniyan kir. Ev çend sal in karê çêkirina şîrîniyan dikim, min destpêkê li malê çêdikir û bi riya online difirot. Piştî ku min karê xwe bi pêş xist, min ji bo xwe firoşgehek vekir. Ji bo karê xwe zêdetir bi pêş bixim û bigihîjînin xelkê min ji bo xwe firoşgeh vekir û niha bi karê xwe gelek kêfxweş im, her çendî gelek diwestim jî ji karê xwe gelek hez dikim. Em şêrînahiyan dişînin bajarên Silêmanî, Ranya û Teqteqe.”

‘Mihrîcan ji bo nasandina berheman girîng e’

Taman Elî der barê cureyên şîrîniyên ku çêdike de ev tişt got: “Destpêkê bi kulîçe û şirînahiyên helqe nav û dengê min derket û piştre bi dolmeyên pelên mêwan ez bi nav û deng bûm. Gelek şîrînahiyên min ên weke burma, donot û keka spî û haşhaş û hwd. hene. Di berhemên xwe de her dem hewl didim kêm şekir bi kar bînin. Ji ber ku tenduristî di destpêka her tiştî de tê. Ji ber wê di şîrîniyên xwe de rûnî nîvişk bi kar tînim. Bi salan e beşdarî mihrîcanên payîz û biharên Koye û Teqteqê dibim. Mihrîcan bandorek erênî li karê me dike û bi saya mihrîcanan xelk zêdetir me û berhemên me nas dike.”

‘Divê hemû kes ji bo xebatê hewl bidin’

Taman Elî der barê pirsgirêkên ku rastî tê wiha got: “Hinek pirsgirêk civakî ne, ji ber kar nikarim dema pêwîst be biçim derek ango serdana xizmên xwe. Ji ber vê yekê jî xizm gilî dikin, hinek caran jî kel û pelên me di dema xwe de nagihîjin ez rastî pirsgirêkên bi vî awayî têm. Xebat şanazî ye, ez ji ber xebatê gelek kêfxweş im, kar ne şerm e ji ber pêwîstiya jiyanê ye û ger daxwazeke mirovan hebe divê mirov jê re hewl bide.”