Çîroka Şahbanûya Hingiv Fatima Zahraa Ben Halîma
Fatîma Zahraa Ben Halîma ya ku ji ber hezkirina mozvaniyê wek “Şahbanûya Hingiv” tê naskirin, ji mozvaniyê re dibêje ‘çîrokek evînê’, mozvaniyê di nav şert û mercên giran de dike û li hêviya destekê ye.

RABAA KHURAIS
Cezayîr – Li Cezayîrê jin kêm beşdarî jiyana kar û aboriyê dibin. Li gor lêkolînek ku di sala 2020’an de hatiye kirin, ji sedî tenê 20’ê jinan tevlî jiyana kar dibin. Her çiqas di salên dawî de li welêt bi taybetî j bo keçik bên perwerdekirin xebat hatibin meşandin jî, dûrbûna jinan a ji perwerdê, bandorek mezin li tevlîbûna wan a li jiyana kar jî dike. Jin bi piranî di sektorên wekî tenduristî, tekstîl û xizmetê de dixebitin. Hejmara jinên di çandiniyê de dixebitin gelek zêde ye. Lê di vê sektorê de jî jin, ji ewlehiya civakî ya bi her awayî bêpar û bi pereyek gelek kêm dixebitin. Çîroka Fatîma Zahraa Ben Halîma, çîrokek ku li Cezayîrê serketina jinan vedibêje û xwesteka jinan zêde dike.
‘Şahbanûya Hingiv’
Mozvanî, karê Fatîma Zahraa Ben Halîma ye. Di qada xwe de wek mînaka serkeftî ya jinê tê dîtin. Fatîma, di qada mozvanî de bû pispor û yek ji mozvanên herî navdar ên li bajarê Relizane yê li rojavayê Cezayîrê. Fatîma Beşa Çandinî qedandiye û 25 salî ye. Ji zarokatiya xwe ve bala xwe daye ser mozvaniyê. Pîşeya xwe wek ‘Çîrokek Evînê’ binav dike û wiha dibêje: “Bavê min di rojbûna min de got ku komek moz hatine li ser guliyên dara di hewşa malê de kozikek danîne, ew kirine hundirê qutiyek qarton û di vir de zêde bûne. Ji wê rojê heta niha ji min re dibêjin ‘Şahbanûya Hingiv’. Hê ez 7 salî bûm min dest bi alîkariya bavê xwe kir û bi wî re ji kozikê moz xwedî kir û hingiv derxist.”
Gelek astengî li dû xwe hiştin
Fatîma da zanîn ku bi evînek mezin pîşeya xwe dike. Fatîma got ku her çiqas xetereya pêvedana mozan hebe jî, kirina vî karê hesas, wê kêfxweş dike. Fatîma diyar kir ku serketina wê ya di vê pîşeyê de têne ji ber eleqedarbûnê nîne, gelek astengî li dû xwe hiştiye û bi ser ketiye. Fatîma da zanîn ku piştî dîplomeya xwe ya lîsansê stendiye, ji bo ku di karê xwe de bibe pispor, çûye Enstîtuya Çandiniyê û di karê xwe de metodên nû bipêş xistiye. Fatîma destnîşan kir ku bi taybetî jî propolîs ji bo dermankirina nexweşînan gelek baş e û wiha got: “Ev made jî bo min û gelek kesên ku bi koronavîrusê ketine, gelek bû alîkar. Bi taybetî ji bo ku ji nexweşên giran re bibim alîkar, diçim nexweşxaneyan. Girîngiya vêya, ji aliyê bijîşkan ve jî hat piştrastkirin.”
Karek hesas e
Fatîma diyar dike ku mozvanî karek ku gelek baldarî dixwaze ye û wiha dibêje: "Ji bo ku ji kozika mozan hingiv bê derxistin, moz zirar nebînin û qelîteya hingiv bê parastin, baldariyek pir mezin pêwîst dike. Moz bi komî dijîn. Her endamek komê, xwedî taybetmendiyek cewherî ye. Şahbanû, giregir e û rengê wê ji yên din cudatir e. Perikên şahbanûyê ji bedena wê kintir in. Moza karker jî, ferdê herî biçûk ê kozikê ye û perikên wî bi qasî canê wî dirêj in. Moza mêr jî bi taybetî xwedî zikek mezin û fireh e û zikê wî li paşiya bedena wî ye. Rengê wî reş e.”
Guherîna avhewayê bandorê li mozvaniyê jî kir
Fatîma ji bo ku bikaribe karê xwe bike, erdek çandiniyê kirê kiriye. Fatîma wiha dibêje: “Piştî ku min sertîfîkaya mozvaniyê stend, min xwest dest bi projeya mozvaniyê bikim. Lê min erdek ji bo vê projeya xwe, peyda nekir. Lewma jî neçar mam ku ji bo vê xeyala xwe pêk bînim, erdek bi buhayek pir zêde kirê bikim. Dibe ku pêkanîna projeya min wek xeyalek xuya bike, lê ez her tim pozîtîf bûm. Li herêmê makîneya ku mozan derdixe tuneye û li herêmê hişkesaliyek mezin heye. Guhertinên avhewayê ku bandorek neyînî li sektora çandiniyê dike, bandorê li me jî dike. Pêwîst e ku moz ji kulîlk û nebatan bixwin. Guhertina avhewayê bandorek mezin li vê pêdiviya mozan dike. Mixabin ev bû sedem ku moz pir zû bimirin.”
Fatîma, digel hemû zor û zehmetiyan jî dibêje ku ewê pîşeya xwe bidomîne. Fatîma destnîşan dike ku ji bo gelek jinan jî bûye mînak û ji bo mozvanan destek dixwaze.