Firûnên ku Amîra li Xezayê ava kirine ji bo jinan bû nefes
Aktîvîst Amîra Hassouna, sê firûn ava kirin û bi vî awayî hem ji bo jinan debarek peyda dike hem jî nan bê pere belav dike û bi vî awayî destek dide malbatên li kampê.

RAFIF ESLEEM
Xeza – Li Zîvala Xezayê ev nêzî du sal in ku êrîş berdewam dikin. Di nav van êrîşan de jin ji aliyek ve dixwazin zarokên xwe biparêzin ji aliyê din ve jî hewl didin debara malbatên xwe bikin. Jin bi pirsgirêkên mezin ên madî ve rûbirû ne. Di nav van şertên dijwar ên jiyanê de, jin destekê didin hev. Aktîvîst Amîra Hassouna yek ji van jinan e. Amîra Hassouna, ji bo jinên Filîstînî zend û bend bada û dest bi xebatek watedar kir. Amîra destnîşan kir ku qeyrana li herêmê her diçe girantir dibe, hêzên Îsraîlê nahêlin xwarin, ar û tiştên din ên ji bo jiyanê pêwîst in bikeve herêmê. Amîra da zanîn ku ev yek jî rewşa li Xezayê xirabtir dike.
Karê ku ji dapîra xwe fêr bûye niha ew dike
Amîra Hassouna, diyar kir ku ji bo alîkariyê bide jin û zarokên ku li Xezayê malbatên xwe jidest dane, sê firûn çêkiriye û di van firûnan de derfet dide jinan ku ji bo debara xwe ya rojane bikin, bixebitin. Amîra Hassouna, di heman demê de nanê bê pere li malbatên di kampê de belav kir û destek da wan. Amîra Hassouna, da zanîn ku ji bo jinên li Zîvala Xezayê firûnên nanê tabûn an jî bi navê herêmî firûnên ji xweliyê hatine çêkirin, ne fikrek nû ye. Amîra got ku bikaranîna van firûnan, kevneşopiyek ji dapîr û bapîrên wan heta îro hatî ye.
Firûn bûn perçeyek têkoşîna jiyanê
Amîra Hassouna, derbarê van firûnan de ev agahî dan: "Bi pêşketina teknolojiyê re, me jinan jî dest bi bikaranîna firûnên ceyranê û gazê kir. Lê piştî êrîşên li hember Xezayê, em dîsa vegeriyan serdema beriya Nakbayê. Me dest bi bikaranîna mîrateya dapîr û bapîrên xwe kir. Em di firûnên ku ji aliyê me ve hatine çêkirin de şîvê çêdikin, avê germ dikin û jiyana xwe ya rojane bi vî awayî didomînin. Ev firûn ji bo me ne tenê cîhê qijandina şîvê ne, di heman demê de bûne qadeke ku em tê de li hember dijwariyên jiyanê têdikoşin jî.”
‘Pirsgirêka ar û êzingan heye’
Bi tevahî sê firûn ji aliyê Amîra Hassouna ve hatine çêkirin. Amîra destnîşan kir ku hejmara mirovên ji cî û warên xwe hatine kirin her ku diçe zêdetir dibe û wiha got: “Dema ku em hejmara van kesan digirin ber çav, ez xeyal dikim ku li vê kampa dorpêçkirî de xizmetek zêdetir bikim û vê fikra xwe zêdetir bipêş bixim. Lê ger ku pirsgirêka dîtina ar û êzingan berdewam bike, emê neçar bimînin ku ji bo malbatên li kampê yên ji cî û warên xwe hatine kirin, beramberî anîna tiştên pêwîst dikin, pereyek sembolîk bidin.”
‘Min hewl da ku têkiliyên civakî xurt bikim’
Amîra Hassouna anî ziman ku êrîşên Îsrarîlê rewşa civakî ya xelkê xirab kiriye û wiha got: “Mal û malbat her tim hewl didin ku av, şewat, êzing û xwarinan peyda bikin. Di vê serdema dijwar de em bi dehan jinên ku li dora firûnê kom dibin re, axivîn. Min hewl da ku bi van civatan têkiliyên civakî xurt bikim. Tenê, bi zêdebûna teşebusên bi vî rengî dê ev têkilî ji nû ve ava bibin. Bi taybetî têkiliya hevpar a ku em bi saya wê dibin yek, yanê tengasiyên ji ber koçberiyê, dê me hemûyan zêdetir nêzî hev bike.”
‘Ji têkoşîna jinên Filîstînî hêz digirim’
Dayîka 6 zarokan a bi navê Sabreen Ashour, diyar kir ku piştî mirina hevjînê xwe debarek din ji bo jiyanê nedîtiye, lewma dest bi xebata di firûnê de kiriye. Sabreen Ashour, hêvîdar e ku kêm be jî pereyek kom bike. Sabreen da zanîn ku ev hewldan ne tenê ji bo wê, ji bo dehan malbatên li kampê jî bûye alîkar. Sabreen wiha got: “Hinek jin hevîr dikin, hinek jî nan dipêjin. Bi vî awayî malbat di nav xwe de piştevanî û alîkariyê ava dikin. Ji ber germa zêde ya li firûnê xebat zor e û mirov pir diwestîne. Dûman bandorek nebaş li min dike. Şewat û nexweşînên çerm li min peyda dibin. Lê dîsa jî heta ku ji destê min tê bi baldarî dixebitim. Em kevneşopiya dapîra xwe ji nû ve zindî dikin û hebûna jinên Filîstînî ya li ser vê axê didomînin. Ev jî hêz dide min.”
Banga li jinan: Em ji hev re bibin destek
Dayîka sê zarokan a bi navê Sanaa Abu Issa jî bi van gotinan behsa tengasiyên jiyana xwe kir: “Sê zarokên min hê nizanin ku pere çi ye jî. Vê rewşê nîşanî min da ku jinek, bêyî desteka ji bo debara xwe bike, nikare bi tena serê xwe li ser piyên xwe bisekine. Jinên li çar aliyê dinyayê, jiyanek bi rûmet dijîn. Lê ji bo me jinên Xezayî, rewşeke berovajî wê heye. Îro li Zîvala Xezayê tûrikek arê bê kurm nemaye. Ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêlin alîkarî bighê me, êzingên me jî li ber qedandinê ne. Banga min li jinên Filîstînî ye; Em ji hev re bibin destek, em niheqiyan ji holê rakin û ji bo ku em ji xelaya nêz dibe rizgar bibin, em rabin ser piyan.”