‘Bi karê xwe min nexweşiya penceşêrê derbas kir’
Aşna Mehmûd ji ber astengiyên jiyanê di temenê 16 salî de dest ji dibistanê berdide û kar dike. Di sala 2018’an de dikana qumaşên cilên Kurdî bi navê ‘Firoşgeha Aeesh’ vedike. Aşna diyar dike ku ew bi karê xwe nexweşiya pençeşêrê derbas kiriye.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê jin ji bo debara xwe bikin û bi xwe bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe her dem di nava hewldanan de ne û bi derfetên xwe dixebitin.
Aşna Mehmûd Elî, yek ji wan jinan e ku ji ber astengiyên jiyanê neçar dimîne kar bike û ji bo xeyalên xwe pêk bîne gelek hewl daye, niha jî firoşgeha cil û bergên Kurdî ya ku xeyal dikir, vekiriye, bi vî karê ku zêde jê hez dike nexweşiya penceşêrê derbas kiriye. Niha piraniya qumaşan ji derve tîne û jin ji bo cilên Kurdî çêbikin berê xwe didin firoşgeha Aeesh.
Li pey xeyalên xwe çû
Aşna Mehmûd Elî li taxa Bekrecû ya bajarê Silêmanî ji dayîk bûye. Ji ber xirabûna rewşa aborî dest ji xwendinê berdaye. Di temenê 16 salî de li Silêmaniyê karê dirûtinê dike. Piştî 15 salan dema ku derfetên wê çêdibin û ji derve dikeve ezmûnan, dibistana amedayî diqedîne û ji bo xeyalên xwe pêk bîne hewl dide. Di sala 2018’an de firoşgeha bi navê Aîş ku xeyala wê bû vedike. Aşna Mehmûd di Tîrmeha 2021’ê de bi nexweşiya penceşêra xede dikeve. Di sala 2023’an de bi hêz û îradeya xwe nexweşiyê derbas dike û niha qumaşên ku di firoşgeha wê de hene hemûyan ji derve tîne, hem firoşgehê bi rê ve dibe hem jî diçe dewreya perwerdeya çêkirina cilên dawetan. Aşna wiha dibêje: “Dema min dikana qumaşan vekir, gelek tirsiyam lê belê min her dem dixwest kar bikim. Min xwest karekî min hebe û zarokên min jî weke min kar bikin.”
‘Xeyalên min vekirina firoşgeha cil û bergên Kurdî bû’
Aşna Mehmûd diyar kir ku firoşgeha Aeesh bi gelek zehmetiyan vekiriye û wiha got: “Piştî ezmûna 30 salên karê dirûtinê min firoşgeha Aeesh a ku xeyalên min bû vekir. Min komek jinên ciwan di vê firoşgehê de anîn ba hav û ji wan re jî derfetên kar çêkir. Her roj saet 9’ê sibehê em firoşgeha xwe vedikin. Di vê firoşgehê de 7 karkerên me hene, hinek cila didirûn, hinek dîzyanan çêdikin. Me hemû hêza xwe daye karê xwe.”
‘Qumaşên me ji her derê tên’
Aşna Mehmûd da zanîn ku di sala 1994’an de beşdarî dewreya fêrbûna dîzayn û dirûtinê dibe û pileya yekem bi dest dixe û wiha got: “Piştî vekirina firoşgeha Aeesh her dem ez beşdarî dewreyan dibim. Niha jî min di dewreya çêkirina cilên dawetan de belgeya navneteweyî girt. Gelek caran di mehekê de beşdarî sê dewreyan dibûm. Niha jî cureyên qumaşên me ji Hindistanê tên ji me re. Ji ber ku li gorî başiya qumaş ji welatan em daxwaz dikin. Dema jin tên firoşgeha me, qumaş hildibjêrin em alîkariya dîzayn û dirûtina cilan dikin. Dîzaynkirina cil û bergan di demên berê de ji bo kesên karê dirûtinê dikin, karek giran bû. Lê belê niha ji ber pêşketina teknolojiyê û vekirina dewreyên perwerdeyê karkirin û çêkirina model û dîzaynkirina qumaş û şêwazê dirûtina cil û bergan asantir bûye. Jin dema tên serdana me em pêşniyarên xwe ji wan re dibêjin. Di dema derxistina modelê de em ji hêza xwe bawer dikin.”
‘Penceşêr nebû sedema astengiya kar’
Aşna Mehmûd destnîşan kir ku piştî firoşgeha Aeesh vekiriye hêdî hêdî dest bi anîna qumaşan kiriye lê belê di Tîrmeha 2021’ê de nexweşiya penceşêrê pê re çêbûye lê li pêşiya karê wê nebûye astengî, bi îrade û hêza xwe baştir karê xwe kiriye û wiha got: “Beriya 4 salan ez hîn bûm ku nexweşiya penceşêra xede bi min re heye. Di sala 2021’ê de min tedawî dît, piştre di sibata 2022’an de jî dîsa min tedawî dît. Dawiya qonaxa girtina çareseriya dermanên kîmyewî di Kanûna 2023’an de bû. Ev nexweşî li pêşiya karê min nebû astengî. Bi vê nexweşiyê re min bi hêzeke mezintir karê xwe kir, ji ber nexweşiyê hem fizîkî, hem derûnî ez gelek diwestiyam lê belê min têkoşîna xwe li dijî vê nexweşiyê domand. Min bi xebata di firoşgeha Aîş de penceşêrê derbas kir.”
‘Hewldan mirovan ber bi serkeftinê ve dibin’
Aşne Mehmûd Elî wiha got: “Jinên di vê firoşgehê de dixebitin kesên xwedî ezmûn in. Jina ku cilan didirû ji Lubnanê ye. Jin her dem berê xwe didin firoşgeha me. Dema min dikana Aeesh vekir, rastî astengiyan hatim û rê nedidan li ser navê jinan be. Ez neçar mam min nav kir Aeesh. Ev yek ji bo jinan zehmet e divê astengî li pêşiya xebatê nemînin. Girîng e jin di her şertî de kar bikin, xwe bi pêş bixin. Berdewamî û komkirina ezmûnan zêdetir mirovan digihijîne hedefan. Hewldana xwegihandina xeyalan, dibe sedema serkeftinek ku mirov qet ne li bendê ye. Hatina ji derve, xebat û derbaskirina astengiyan, jinan ber bi serkeftinê ve dibe.”