‘Girîng e ku jin bibin xwedî dahat û karê xwe’
Mîdya Salar a ji bajarê Helebceyê bi karê xwe him qalibên civakî dişkîne him jî bi firoşgeha xwe ya bi navê ‘Zîn Home’ dibe xwedî dahata xwe. Mîdya Salan banga “bibin xwedî dahat û karê xwe” li hemu jinan dike.

RÊJNE SELAM
Helebce – Jinên ji bajarê Helebce yê Başurê Kurdistanê bi karê xwe him qalibên civakî dişkînin, him jî dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.
Mîdya Salar yek ji wan jinan e ku pîşeya destê xwe dike û zêdeyî 3 salan e ji bo xwe firoşgehek a nûkirina qenepe û odeya mêhvanan a bi navê ‘Zîn Home’ vêkiriye. Mîdya Salar a behsa karê xwe dike dibêje ji bo hemu jinan girîng e ku bibin xwedî dahat û karê xwe.
Mîdya Salar ku li Helebce dijî, têkildarî karê xwe wiha got: “Karê me nûkirina qenepeyên kevin in, li gorî daxwazên kesan em qenepe û odeyan nû dikin. Ger bixwazin em tenê isfinc diguherin, qûmaş diguherin. Carna bo nimûne dizaynek yê qenepe heye, em jî şêwazek din bi kalîteyek gelek baş amade dikin. Min ji destpêkê dest bi vî karî kir û li çend cihan min ezmûn girt. Min destpêkê bi dirun û piştre hêdî hêdî fêrî kar bûm. Niha jî min karî firoşgehek vekim û karmendê têde kar bikin. Ez jî wek yek ku zanîngeh temakirî û tayîn nebûyî, min xwest karekê bikin û da bikarim bibim xwedî karê xwe û min karî derfetê kar ji ciwanan re biafirînim.”
‘Divê hemu jin bibin xwedî dahata xwe’
Midya Salar têkildarî zehmetiyên ku di karê xwe de pê re rû bi maye wiha got: “Hemû kar destpêkê girane, her kar heta giraniya wê û westan nebe bi sernakeve. Karê min jî girane rojane peyamên destxweşiyê ji min re tên. Armanca min ewe ku ez firoşgeha xwe mezin bikim û hê zêdetri derfetê kar ji bo ciwanan ava bikim.”
Midya Salar a dibêje “Peyama min ji bo hemû jinan ewe ku ji çî karî hes dikin wê bikin” wiha bang li jinan dike: “Ne şerte ew karê ku dibêjin mêr dike jin nikarin bike, jin dikarin hemû karan bikin. Tu cûdahiya karan nîne bila tişta ku dixwazin bikin bê tirs berdewam bikin heta digihijîn armanca xwe û bibin xwedî dahat û karê xwe.”