‘Zagona Malbatê hevgirtin û wekheviya malbatê esas digre’

Dozger Nifûsa Şêxmûs Hiso destnîşan kir Zagona Malbatê bi armanca avakirina malbatek demokratîk, wekhev û xwedî maf pêk hatiye û wiha got: “Avakirina malbatek hevgirtî esasê avakirina civakek demokratîk û wekhev e.”

RONÎDA HACΠ 

Hesekê – Sûriye di şert û mercên dijwar re derbas dibe. Pêwîstiya wê bi avakirina civakek wekhev heye ku li ser pêkanîna prensîba jiyana hevbeş û xurtkirina têgeha malbata demokratîk pêk bê. Prensîba ku wekî bingeha çareseriya piraniya pirsgirêkên civakî yên di dema qeyrana Sûriyê de bipêş ket, pênase dibe.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk, li ser bingeha bendên Hevpeymana Civakî ya giştî û pejirandina Meclîsa Zagonsaz, di rûniştina xwe ya hejmara 11’an a dîroka 10’ê Mijdara 2022’an de Zagona Jinê, bû Zagona Malbatê. Li ser prensîbên bingehîn û bendên taybet yên ji bo jinan hatiye avakirin ku mafên jinan diparêze, Zagona Malbatê hat danîn. Dozger Nifûsa Şêxmûs Hiso ya di dadgeha bajarê Hesekê de cîh digre, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 

‘Zagona Malbatê parastina mafê her ferdek e’ 

Nifûsa Şêxmûs Hiso, da zanîn ku zagona malbatê zagonek ku mafê ku her ferdek di malbatê de diparêze ye. Nifûsa destnîşan kir ku zagona malbatê ji bo civakek wekhev û demokratîk di dadgehê de esas tê girtin û wiha axivî: “Beriya sala 2022’an zagon bi navê ‘Zagona Jinê’ dihat nasîn, lê piştî Hevpeymana Civakî pêwîstî hat dîtin ku ev zagon bibe Zagona Malbatê ku mafê jinê were parastin û malbatek xwedî maf û wekhev were mîsogerkirin. Zagona Malbatê armanc dike ku her malbat li ser esasê hevjiyana azad û demokratîk were avakirin. Divê di malbatekî de mafê dayîkê, bav, zarok, kal û pîran bê parastin ku em bikaribin bêjin ev malbatek demokratîk e. Dema malbat demokratîk be, wê civakek demokratîk jî were avakirin.” 

‘Hevgirtina malbatê esas e’ 

Nifûsa Şêxmûs Hiso, diyar kir ku zagona malbatê dê rê li ber pirsgirêkên civakî bigre û wiha berdewam kir: “Rêjîma Sûriyeyê di dadgehên xwe de Şerîeta Îslamî dida meşandin, lê di Şerîeta Îslamê de mafê jinê winda bû û hatibû piştguhkirin. Ev şerîet bû sedema gelek pirsgirêkan û civak xirab bû. Di Pergala Rêveberiya Xweser de ji bo rê li ber gelek pirsgirêkan were girtin û civak vegere ser cewherê xwe yê hevgirtinê û avakirina malbatek demokratîk, zagona malbatê hat pejrandin. Niha em li dadgehên xwe di hemû dozan de zagona malbatê pêk tînin.”

‘Ji bo guhertin û veguhertina civakê pêwîstî bi tekoşînek domdar heye’ 

Nifûsa Şêxmûs Hiso, balkişand ser girîngiya pêşxistina qada perwerdehiyê û wiha got: “Di dema niha de zehmet e ev zagon zû bi zû guhertin û veguhertinê bi xwe re bîne. Ji ber ku pergalek bi hezaran salan li ser civakê hatiye meşandin û lewma di salek an jî 10 salan de nayê guhertin. Ji bo vê jî pêwîstî bi tekoşînek domdar heye ku mirov bikaribe van zagonan bide nasîn û pêkanîn ku civakek wekhev, xwedî maf û demokratîk ava bibe. Bê guman ev gav bi rêya qada perwerdehiyê wê pêk were.” 

‘Di avakirina malbatek demokratîk de rola jinê bingeh e’ 

Nifûsa Şêxmûs Hiso destnîşan kir ku malbata demokratîk bi rola jinê û parastina mafên wê mîsoger e û wiha axivî: “Ger em bixwazin malbatek wekhev û demokratîk ava bikin, pêwîst e destpêkê rola jinê û mafê wê bê parastin û xwedî biryar be. Yek ji zagonan wekheviya herdû zayendan û parastina mafê wan esas e. Pir jinî qedexe ye, ji ber ku bandorek wê ya neyînî li ser malbat û civakê heye. Her wiha zewaca di temenê biçûk de ji bo herdû zayendan qedexe ye û sûc e. Ji ber ku zewaca di temenê biçûk de dibe sedema pirsgirêkên xeter yên pêşerojê. Gelek zagon hene ku hemû jî ji bo rê li ber pirsgirêkên malbat û civakê were girtin û mafê wan were parastin, li ser bingeha zagona malbatê ye.” 

‘Divê di tevahiya Sûriyeyê de esas bê giritn’

Nifûsa Şêxmûs Hiso, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîstiya civakê bi perwerdekirinê heye, ji ber ku civakek mafê wê hatiye xwarin û bi hezar salan zilm û zordarî li ser hatiye meşandin. Bi taybetî jî jin, ji ber ku pergalên desthilatdar bi rêya kolekirina jinan, civakê kole kiriye. Lewma ger mêr zilm û zorê bikşîne, jin zêdetir dikşînin. Rûxmê hemû şert û mercên ku jin tê de derbas dibe, jin di dozên çêdibin de bi hêz e û heta ku ji destê wê tê, parastina hevgirtina malbatê dike. Em bi hêvî ne ku zagona malbatê di pergala Sûriyeyê de esas bê girtin ku em bikaribin malbat û civakek hevgirtî ava bikin.”