‘Valahiya navneteweyî li Sûriyeyê dibe sedema sûcên komî yên li hember sivîlan’

Parêzer Nada Malikî balkişand ser berpirsyariya hêzên navnetewî ya li hember binpêkirinên mafên sivîlan ên li Sûriyeyê, got ku “Li welêt valahiyek heye, vê valahiyê rê daye hêzên cîhadîstan û komkujiyan pêktînin."

ESMA MUHAMMED

Qamişlo – Nebûna îradeya navneteweyî û sînordarkirina mekanîzmayên hesabdayînê, bêcezatiyê dide sûcdarên binpêkirinan û ewlehiya mirovî û siyasî li herêma Rojava tehdît dike. Ev yek ji bangên lezgîn ên ji bo tedbîrên qanûnî ye da ku edalet were mîsogerkirin û pêşî li dubarebûna komkujiyan bê girtin.
Li Sûriyeyê krîzek kûr a avahîsaziyê, valahiyek navneteweyî û siyasî ya mezin  temsîl dike. Ev valahî xwe di nebûna desthilatdariyek navendî ya bi bandor de nîşan dide. Dikare di nebûna îradeya navneteweyî ya têrker de, ji bo bicîhanîna metnên qanûnî yên navneteweyî, qanûnê bicîh bîne û sivîlan biparêze. Vê valahiya siyasî rê li ber gelek destwerdanên hêzên navneteweyî û herêmî vekir.
Sedema rastiyek tevlihev ku tijî binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê ye
Di nav van hêzan de di destpêka pevçûnê de Rûsya û Îran û paşê Dewletên Yekbûyî, Keyaniya Yekbûyî, Fransa, Erebistana Siûdî û Tirkiye, her yek li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û ewlehiyê tevdigerin. Ev yek bû sedema zêdebûna navendên bandorê li ser erdê û zêdebûna binpêkirinan, bi taybetî li dijî gelê Kurd. Di nav salekê de, valahiyek mezin di navbera metnên qanûnî yên navneteweyî û sepandina wan a pratîkî de derket holê. Ev yek bû sedem ku hêzên mezin ji bo serdestiyê li herêmên pevçûnê pêşbaziyê bikin, çi bi rêya piştgiriya rasterast ji bo hikûmeta demkî an jî li deverên di bin Rêveberiya Xweser de bi rêya destwerdanên leşkerî û siyasî. Ev bû sedema rastiyek tevlihev ku tijî binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê ye.

‘Ji bo pêşî li binpêkirinan bê girtin çalakiya lezgîn pêwîst e’

Di vê çarçoveyê de, parêzer Nada Malikî ji Qamişloyê analîzek kûr a hiqûqî ya rîsk û binpêkirinên hiqûqî yên berdewam pêşkêş kir û berpirsiyariyên civaka navneteweyî di çareserkirina vê rastiyê de zelal kir. Parêzer Nada tekez kir ku ji bo pêşîgirtina binpêkirinan û parastina sivîlan pêdiviya lezgîn a çalakiyê  heye. Wê diyar kir ku valahiya navneteweyî li Sûriyeyê "nebûna bê mînak a desthilatdariya navendî" nîşan dide. Nada got ku ev jî ji bo berjewendiyên siyasî yên teng, dibe sedema destwerdanên navneteweyî yên nakok û bikaranîna binpêkirinan li dijî sivîlan. Nada Malikî wiha got: “Vê valahiyê rê daye hêzên mezin û milîsên girêdayî hêzên biyanî ku li deverên wekî Efrîn, Ras el-Eyn, Kobanê, şerîda peravê û Suweydayê, bêyî ku hesabpirsînek rastîn bê dayîn, li dijî gelê Kurd û kêmneteweyên din komkujiyan bikin.”

‘Krîza pêkanînê hîn jî astengiyeke mezin e’

Nada destnîşan kir ku li gel hebûna çar peymanên navneteweyî yên bi navê Peymanên Cenevreyê ku armanca wan parastina sivîlan, birîndaran, jinan û zarokan e û wiha pê de çû: “Krîza pêkanînê hîn jî astengiyeke mezin e. Nebûna îradeya siyasî ya navneteweyî û bikaranîna mafê vetoyê ji hêla hin hêzên mezin ên di Konseya Ewlekariyê de, dibe sedem ku sûcdarên binpêkirinan ji berpirsiyariyê birevin û bêcezatiya qismî an tevahî bi dest bixin.”  Nada Malikî ragihand ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li deverên pevçûnê di darizandina sûcdaran de bi tengasiyên girîng re rû bi rû dimîne û ev agahî dan: “Ji ber ku dadgeh rê li ber rêxistinên wekî Xaça Sor, Heyva Sor û rêxistinên mafên mirovan digre û nahêle ku bighîjin cihên binpêkirinan da ku delîlan berhev bikin. Hebûna parêzbendiya siyasî ji bo hin rêberan û rastiya ku hin welat Statuya Romayê nepejirandine, desthilat dadgehê sînordar dike û rê li ber rêvebirina edaletê digre.”

‘Li gorî qanûna navnetewî sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîd in’

Nada Malikî diyar kir ku dîroka yasayî û sûc, nîşan dide ku milîsên rejîma Esed, hin milîsên girêdayî hikûmeta demkî û kirêgirtiyên Tirk, li herêmên dagirkirî li dijî sivîlan komkujî û binpêkirinên berfireh kirine. Parêzer Nada da zanîn ku ev binpêkirin, kuştinên girseyî, revandin, tecawiz, bêparhiştina çavkaniyên xwarinê yên bingehîn û birçîbûna sivîlan dihewîne û wiha got: “Ev jî, li gorî qanûna navneteweyî sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîd in.”
‘Berdewamiya jenosîdê û nebûna berpirsyariyê, herêmê dike ber xeterek girîng a ewlehiyê’
Nada Malikî destnîşan kir ku li deverên dorpêçkirî yên wekî Kobanê, sûcên ku ji ber înkarkirina gihîştina xwarin û avê hatine kirin, bûne sedema mirina hêdî ya zarok û jinan. Nada da zanîn ku ev binpêkirinek eşkere ya Peymana Çaremîn a Cenevreyê ya li ser Parastina Sivîlan e û têkçûna civaka navneteweyî di bicîhanîna qanûnê û mîsogerkirina parastina nifûsê de nîşan dide. Nada da zanîn ku berdewamiya jenosîdê û nebûna berpirsyariyê, herêmê dike ber xetereyek girîng a ewlehiyê û wiha pê de çû: “Ji ber ku komên cîhadîst ên wekî DAIŞ dikarin vê valahiyê bikar bînin da ku gefê li hemû gelên Rojhilata Navîn bixwin û îhtîmala pevçûnên berfirehtir ên ku dikarin bighîjin pîvanên herêmî an gerdûnî zêde bikin.”

Pirbûna hêzan û xirabûna serweriya hiqûqê

Gelê Kurd îro bi Rojava ve sînordar nîne. Ew li seranserê Iraq, Tirkiye, Îran û deverên din ên cîhanê belav bûne. Nada Malikî diyar kir ku her komkujiyek nû li dijî Kurdan dikare bibe krîzek navneteweyî ya berfireh û wiha pê de çû: “Civaka navneteweyî mecbûr e ku tedbîrên bilez bigre da ku qanûna navneteweyî bicîh bîne, sûcdaran hesab bide, vegera mafên kesan li ser erd, milk û çavkaniyên wan ên aborî misoger bike û peymanan bicîh bîne da ku kesên koçber bi ewlehî vegerin malên xwe. Her bêçalakî tê wateya berdewamiya binpêkirinan û gefê li aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî dixwe.”
‘Divê saziyên navnetewî gihîştina hiqûqê ya mexdûran hêsan bikin’
Parêzer Nada Malikî anî ziman ku hêzên mezin bi tevahî bi destwerdanên xwe yên siyasî û leşkerî berpirsiyarê bicîhanîna qanûna navneteweyî û parastina sivîlan in. Parêzer Nada nirxandinên xwe wiha domand: “Konseya Ewlekariyê, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan divê îradeya xwe nîşan bidin da ku valahiyên qanûnî yên ku dihêle binpêkirin berdewam bikin ji holê rakin, di nav de nirxandina mekanîzmayên vetoyê yên ku astengiya pêkanîna edaleta navneteweyî dikin. Berpirsyarkirina serokên dewletan an rêberên siyasî ji ber sûcên şer û jenosîdê û sepandina cezayên qanûnî yên hişk ên li dijî wan, parastinek pêk tîne ku rê li ber dubarebûna binpêkirinan digre û sivîlan û kêmneteweyan diparêze. Divê hemû dewlet di hêsankirina gihîştina rêxistinên navneteweyî ji bo deverên pevçûnê û berhevkirina delîlên pêwîst ên ji bo darizandinê de hevkariyê bikin.”

‘Civaka navneteweyî berpirsyar e ku bicîhanîna van qanûnan mîsoger bike’

Parêzer Nada destnîşan kir ku qanûna navneteweyî, bi rêya Peymanên Cenevre, Romayê û Viyanayê, bingehê ji bo hesabpirsîna hemû kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, peyda dike û wiha got: “Civaka navneteweyî berpirsyar e ku bicîhanîna van qanûnan mîsoger bike, sivîlan biparêze, mafên wan vegerîne û nîşan bide ku edaleta navneteweyî dikare li dijî dewletên herî bihêz jî were sepandin. Hesabpirsîna sûcdaran, rakirina parêzbendiya siyasî ya ku rêberên têkildar diparêze û destûrdayîna rêxistinên navneteweyî ku delîlan berhev bikin, ne vebijark in. Ew, ji bo hemû dewletên endamên NY, Konseya Ewlekariyê, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, erkên girêdayî ne.”

‘Edaleta navnetewî wêrek û bi biryar be dê bibe astengiyek bi bandor’

Nada Malikî got ku “Derengxistina çalakiyê an jî nebicîhanîna qanûna navneteweyî sivîlan dike xetereyek mezintir, dibe sedema zêdebûna pevçûnan û belavbûna komên terorîst û aramiya herêmî û navneteweyî bi tevahî tehdît dike.” Nada wiha domand: “Ji bo mîsogerkirina parastina sivîlan, bicîhanîna peymanên navneteweyî, mîsogerkirina vegera bi ewle ya kesên koçber ji bo malên wan û vegerandina mafên wan ên li ser milk, erd û çavkaniyên aborî, bi vî rengî mîsogerkirina edaletê û pêşîgirtina li dubarebûna komkujî û binpêkirinan, çalakiyek navneteweyî ya bilez hewce ye. Edaleta navneteweyî, ger bi biryardarî û bi tundî were sepandin, dê ji bo her kesê ku cesaret dike zirarê bide jiyan û rûmeta mirovên bêguneh, bibe astengiyek bi bandor.”

Berpirsyariyek ehlaqî û qanûnî ya lezgîn

Parêzer Nada Malikî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê û deverên bandordar ji bo edaleta navneteweyî û qanûna mirovî ya navneteweyî, dijwariyek bêhempa ye û wiha got: “Binpêkirinên berdewam ên li dijî gelê Kurd û kêmneteweyên din, di nav de kuştinên girseyî, birçîbûn, revandin û tecawiz, binpêkirinek eşkere ya hemû qanûn û peymanên navneteweyî ne û civaka navneteweyî bi berpirsyariyek ehlaqî û qanûnî ya lezgîn re rû bi rû dihêle.”