Pergala perwerdeyê ya Sûriyeyê di ezmûna ‘qebûlkirina yên din’ de ye

Mufredata Sûriyeyê û gelek mamoste, ji rêbaz û amûrên modern ên ragihandina nirxên weke mafên mirovan û xweşbînê bêpar in.

LAMÎS NASIR

Şam – Li Sûriyeya ku ji deh salan zêdetir e bi krîzan re têdikoşe, pergala perwerdeyê ne tenê di aliyê binesaziyê de, di aliyê nirx û çandan de bedelên herî giran dide. Bi taybetî ‘qebulkirina yên din’ piranî di aliyê bicihanîna çandê de bi zoriyan re rûbirû dimîne.

‘Pergaleke perwerdyê a hilweşiyayî û binesaziya perîşan’

Mamoste Hîbe El- Bekaî ku perwerdeya pedogojîk girtiye, rewşa dibistanên Sûriyeyê bi tabloyek reşbînî anî ziman û wiha got: “Di 14 salên dawî de pergala me ya perwerdeyê gelek xirab bû. Hema bibêje bînesazî hilweşiyaye. Ev rewş rasterast bandorê li kalîteya perwerdeyê dike û hema bibêje ‘qebûlkirina yên din’ yan jî li ser têgînên rêz li cudabûnan girtin xebat hatiye halê ne gengaz. Kêmaniya mamosteyên bi perwerde yek ji zoriyên herî mezin e. Gelek mamoste, ne xwedî amûrên bi bandor û rêbazên ku nirxên xweşbînî, mafên mirovan û redkirina binpêkirinan de digihîne kesên din in.”

‘Platforma perwerdeyê yan platforma cudakariyê’

Hîbe El-Bekai da zanîn ku mamosteyeke Sûriyeyê yan jî mamosteyên zanîngehê ji bajarên cuda, rastî xwendekarên xwedî urf û edetên cuda tên û wiha got: “Di nava van rengîniyan de, ji bo bicihkirina çanda hemwelatîbûniyê firsendek mezin heye. Lê mixabin gelek caran berovajî çêdibe. Ev cudabûn ji nedîtî ve tê û di aliyê erênî de nayê nirxandin. Rola şêwirmendên derûnî ji her demê zêdetir e. Roleke temaker û hesas e ji ber di qada çînî de di bicihkirina têgînên rêzdarî û nêzikbûnê de rolek girîng dilîze.”

Vehûnandina perwerdeyek parçebûyî û erkên nû yên hûnandinê

Hîbe El-Bekaî destnîşan kir ku awayê civakî yê li Sirûyeyê rasterast bandorê li perwerdeyê dike û got: “Pergala perwerdeyê perçebûnek kûr dijî û di navbera herêman de cudabûn zêde ye. Di nava herêmên cuda de têgîn, kevneşopî û heta di aliyê derfetên perwerdeyê de gelek valahî hene. Erka me mamosteyan ew e ku em vê vehûnandinê careke din saz bikin. Di nava van herêman de pir werin avakirin. Tevî van hemû pirsgirêkan di mijara di nava gel de di daxwaza ‘Sûriyeyeke ediltir û pirrengî de tê bawerkirin ku lihevhatinek giştî heye.”

Kêmaniya zagonan

Hîbe El-Bekaî destnîşan kir ku wezareta perwerdeyê di têkoşîna li dijî binpêkirina di dibistanan de bi qasî tê xwestin ne bi bandor e û wiha got: “Valahiyek aşkere ya zagonî heye. Pêwistiya me bi otorîteyek zalal û hişk heye. Mînak wezareta perwerdeya bilind, li dijî gotinên kîndar zagon derxist. Wezareta perwerdeyê jî divê li dijî mamoste û xwendekarên ku dixwazin cudakarî û belavbûnê bikin seknek bi biryar û eşkere raber bikin.”