Hemşîreyên li dijî zextên civakê disekinin ji bo mafên xwe têdikoşin
Hemşîreyên jin ên Misrî ku di şertên zor û saetên zêde dixebitin, li aliyekê têkoşîna maf dikin, li aliyekê jî li dijî zextên civakî li berxwe didin.

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Ne dîtina keda jinê, di civaka Rojhilata Navîn de weke pirsgirêkekê hebûna xwe didomîne. Pişeyên wek hemşîretî ku piranî jin têde cih digrin, qadek a xebatê ku ev newekhevî tê de diteyise ye. Li Misrê bandora feraseta mêr, ne tenê di aliyê şertên xebatê yên pîşeyî de, di heman demê de di aliyê urf û edetên çandî de ji bo jinan bûye qadek herî mezin a têkoşînê. Hemşîreyên jin li aliyekê li dijî saetên zêde û westanê yên mesaî bi mûçeyek kêm û kêmaniya nûnertiya sendîka têdikoşin, li aliyê din jî li dijî lênêrîna civakê ku wan biçûk dixin, dûr dixin û dem dem bi awayek exlaqî lêpirsîn dikin hewl didin li ser piyan bimînin. Hemşîreyên jin ên Misrî derbarê daxwazên xwe û binpêkirinên ku rûbirû dimînin ji ajansa me re anîn ziman.
Bernameyên xebatê yên zêde û nebûna piştevaniyê
Hemşîreya emeliyetan Seyda El-Seyid Mihemed diyarkir ku pirsgirêka herî mezin ku hemşîre rastî tên saetên xebatê ye û wiha got: “Hemşîretî ji aliyê serokê nexweşxaneyên hikumetê ve biryar dihat dayîn ku ji hemşîreyan dixwest êvarê û sibê jî bixebitin. Ev jî wê şaştiyan di nava kar de zêde bike. Gelek kesan bi xwepêşandanan ev biryar red kirin, lê mixabin li gelek herêman ev biryar pêk tê. Hebûna rêxistineke sendîkayî nayê dîtin û ji beşdarbûna li civata giştî hemşîre bêpar in. Hemşîre cihan nabînin ku daxwaza mafên xwe bikin an jî nûnertiya rastîn a sendîkayî bigihînin ku hemşîretiyê û krîzên wê îfade bike.”
Zehmetiyên ku di nav kar de dibînin
Hemşîre Zeyneb Mihemed tekez kir ku hemşîre rastî krîzên mezin tên û da zanîn ku wek hemşîreyeke odeya emeliyatê, rojê 12 saetan dixebite û tenê saetekê ji bo bêhnvedan û firavînê heye û wiha got: “Hemşîre ji bo guhertina têgihîştina civakî ya vê pîşeyê hewceyê piştgiriya medyayê ye. Hinek drama hene hemşîreyan xirab nîşan didin, ev yek ji bo koma pîşeyî ku di pergala tenduristiyê de ev qas sûd dide ne guncawe. Hemşîre rastî gelek binpêkirinên civakî û neheqiyan tên.”
'Hewcedarî bi hêza nerm heye'
Zeyneb Mihemed derbarê başkirina rewşê wiha got: "Ev mijar niha ji bo vê komê destwerdana hêza nerm hewce dike. Her wiha mûçe jî êdî ji bo pisporên hemşîretiyê, bi taybet di qada giştî de, têrê nake. Ev yek bûye sedem ku hejmarek zêde ji wan ji ber cûdahiya mezin a mûçeyan qadê terk bikin û berê xwe bidin qadên taybet."
Hemşîre bi binpêkirinên mafan re rûbirû tên
Karîman Mehmûd ku ji Iskenderiyê ye diyar kir ku hemşîretî beşek girîng a hikumetê û saziyên wê ye û got: "Hemşîretî ji siyasetê dûr e, ji ber vê kesek li ser mekanîzmeyên başkirina rewşa wê nîqaş nake. Ev jî dibe sedema nelirêtiyê di fonksiyon û rola wê ya civakî de, bi taybet ji ber ku ew kesên ku bi gelemperî li ser vê komê diaxivin ti têkiliya wan bi wê re tune. Di heman demê de ew bi binpêkirinên cuda re rû birû dimînin, tê de tacîz û cudekarî jî hene. Di nava sendîka û hemşîretiyan de cudahiyek heye. Ev bû 15 sal sendîka hilbijartinên xwe nekirine. Ev jî astengî û zehmetiyan di mekanîzmeya kar de ava dike. Hemşîreyên ku rastî tundî û destdirêjiyê tên, ji ber nebûna piştevaniyê bêdeng dimînin.”