Têkoşîna mîrasê ya jinên Lîbyayê
Li Lîbyayê tevî ku mafê mîrasê yê jinan bi zagonan hetiye garantîkirin, bi taybetî li herêmên başûr, ji ber irf û edetên civakî û paşverû, xwegihandina gelek jinan a van mafan, tê astengkirin.

MONA TOUKA
Lîbya – Li Lîbyayê ji 2011’an heta niha tevî hemû geşedanên siyasî û civakî, mafê jinan ê mîrasê hê di nava civakê de mijarek ku bi qasî tê xwestin nayê axaftin e. Bi taybetî di civakên xwecihî de hinek nêzîkatiyên paşverû, bi pêşiya nêzîkatiyên edalet û mafan dikeve.
Ji bajarê Ubariyê, Aîşe Muhemed diyar kir ku ji ber civaka mêrsalar naxwaze dîmenê wê bê kişandin. Bavê wê beriya 5 salan miribû û ji wê demê heta niha Aîşe û sê xwîşkên xwe di mijara mîrasê de tevlî tu nîqaşan nehatine kirin. Heta piştre fêr bûne ku hinek eraziyên çandiniyê yên bavê wan hatine firotin, xeber jî nedane wan.
Aîşe Mihemed wiha got: “Dema tînim ziman ku dixwazim fêr bibim para min a ji mîrasê çiye, ji min re gotin şerm e û keç ji axê mîras nagirin. Ji ber ku min mafê xwe xwestiye, her wekî min sûc kiribe.”
Bêdengiya li hemberî mîrasê
Ji bajarê Merzukê Hatîce Muftah jî di malbetek oldar de mezin bûye. Hatîce, diyar kir ku piştî bavê wê miriye, birayên wê neyartiya wê kirine û wiha got: “Eraziyek berfireh û du firoşgehên bavê min hebûn. Piştî mirina bavê min, birayên min ez tune hesibandim. Dema min mîrasa para xwe xwest, gotin ‘em êdî nikarin derkevim pêşiya mirovan’ û ez bêdeng kirim. Min hewl da herim dadgehê, rastî bertekên malbatê hatim. Tenê ji ber ku min mafê xwe xwest, ez wek sûcdar hatim îlankirin, ji malbata xwe hatim dûrxistin.”
Beramberî hilbijatinê ji mîras bê par ma
Çîroka Nura Faîz jî cûda ye. Malbata wê bi şerta ku destûr bide kesê ku wê bi xwe hilbijartiye pê re bizewice, ji mafê mirasê bê par hatiye hiştin. Ji ber ku pismamê wê bi hinceta ‘axê’ xwestiye pê re bizewice. Nura jî wiha got: “Min zewac hilbijart û min dest ji mafê xwe yê malê berda. Lê belê ew bê edaletiya ez lê rast hatim, min hê ji bîr nekiriye.”
Nirx û zagon
Ji bo gelek jinan pirsgirêk ne belgeyên fermî û dadgehê ne. Di despêka pirsgirêkan de lênêrîna civakê heye. Xwestina jinan a mîrasê, wek ku li dijî irf û edetan hatiye tê pênasekirin. Heta hinek jê difikirin ku xiyanet li malbata xwe kirine. Ger jin bi mîrasê axê bigre, ger bizewice, weke ku ‘axa malbatê gihîştiye mêrek biyanî’ dibînin.
Di civaka Lîbyayê de bê par mayîna jinan a ji mîrasê, tenê ne windahiyek madî ye. Jin dema ku difikirin ku daxwaza mîrasê bikin, bedêlek giran a civakî didin. Bi taybetî di malbatên paşverû û eşîrî de, jinek ku doz li malbata xwe vedike, wek ‘bê îtaet’ an jî ‘ya ku malbatê parçe dike’ tê reşkirin.
‘Jina ku mafê xwe digre ji malbatê tê dûrxistin’
Civaknas Aîşe Ehmed wiha got: “Li gelek herêman mîras, wek malê hevpar ê mêr tê dîtin. Jin jî bêdeng dibe û neçar dimîne dest ji mafê xwe berde. Ev rewş jinan di bin navê ‘rûmetê’ de tîne halê girtiya pîvanê sexte. Jin her çiqas bi zagonan were destekkirin jî, ji ber tirsa windakirina malbatê û derdora xwe, gav şûnde diavêje. Jina ku mafê xwe girtî, gelek caran ji malbata xwe tê dûrxistin. Jin di civakê de hatine rezberkirin û heta hinek ji wan, hê rastî destdirêjî û gefan tên.”
Rola Saziyên Civakî yên Sivîl
Hinek saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafan, derbarê vê mijarê de dest bi lidarxistina atolye û civînên hişyariyê kirine. Saziya bi navê ‘El- Mubdaî’ di çarçoveya projeyên mafên jinan û berpirsyariya wan’ de çalakî derbarê vê mijarê de li dar xistin.
Şêwirmenda Hiqûqê Zeyneb Abdulganî Tahir destnîşan kir ku bê par mayîna jinan a ji mîrasê ne hiqûqî ye, astengiyên çandî û civakî ye û wiha got: “Li gorî zagonên Lîbyayê, mafê jinan ê mîrasê tam e. Dikarin belgeya Feraîz ‘hesabkirina mîrasa Îslamê’ bigrin û biçin dadgehê. Lê belê irf û edet wan dike nava tirs û şermê. Piraniya jinan, vekirina doza li hember birayên xwe, weke şerm dibînin. Jin nikare bêje birayê min ez ji mîras bê par hiştim. Ji ber gotina polîs jî wek şerm li beramberî malbatê kirî tê dîtin. Bingeha pirsgirêkê psîkolojîk û di asta civakî de ye.”
‘Divê maf venegerin diyarî’
Zeyneb Abdulganî Tahir da zanîn ku weke saziyên ‘El-Mubda’ di gelek projeyan de cîh girtiye û derbarê mafê mîrasê de atolyeyên diyalogê li dar xistine û wiha dom kir: “Zagona hejmara 6 ya sala 1959’an mafê wekhev ê mîrasê ku ji bo jinan nas kiriye û cûdahiya zayendî hatiye qedexekirin. Hinek malbat ne tenê jinê ji mafê mîrasê bê par dihêlin, di heman demê de zorî lê dike ku bi kesek ji malbatê re bizewice. Ez bang li jinan dikim. Xwestina mafê xwe ne şerm e, pêkanîna edaletê ye. Gav şûnde navêjin. Mafê xwe wek diyarî û rûmeta xwe jî neyne halê mijara bazarê. Ji bîr neke, zagon li gel te ye.”