Di doza Narîn Guran de biryarên ceza û tehliyeyê

Dadgehê di rûniştina doza Narîn Guran a hatî qetilkirin de, ceza da 15 kesên dihatin darizandin. 3 bersûcên dihatin darizandin jî, hatin berdan.

Amed- Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû. Cenazeyê wê di 8’ê Îlona heman salê de hat dîtin. Doza têkildarî mirina Narîn Guran didome. Di cînayeta Narîn Guran de doza ji ber sûcê “veşartina sûcdaran” hatiye vekirin jî, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat.

Di dozê de dotmama Narîn a bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy wek gumanbarên girtî; keçmeta Narîn a bi navê Şeyma Kaya, amojina wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û 3 zarokên din weke bersûcên negirtî tên darizandin.

Dozger ji bo 6 jê girtî 3 sê zarok der barê 15 gumanbaran, ji 6 mehan heta 5 salan ceza xwest. Parêzerên gumanbaran li dijî nêrîna dozger parastin kirin.

Dadgehê biryara xwe aşkera kir û derbarê Bîrsen, Maşallah û Fuat Guran de 3 sal û 6 meh ceza da û got bila girtî bimînin. Derbarê Muhammed Kaya, Şevket Kaya, Mehmet Selîm Atasoy de 3 sal û 5 meh cezayê girtîgehê û bi vê re jî biryara tahliyeyê da. Derbarê gumanbarên din de jî 3 sal û 5 meh ceza hat dayîn. Ji bo zarokên gumanbar yên dihatin darizandin derbarê R.A de salek û 3 meh, li zarokên din salek û 8 meh ceza birî.

Dadgehê derbarê 3 gumanbarên din de jî 3 sal û 5 meh ceza da û biryar da ku girtî bimînin.