Li Tûnisê hevberdan dewrî noteran kirin: Jin bi fikar in

Pêşnûmeya zagona ku tê de hevberdan ne di dadgehan de bi navbeynkariya noteran dê were kirin, li Tûnisê bû sedema nîqaşan. Parêzvanên mafên jinan û aktivîstên civaka sivîl diyar kirin ku ev pêşnûme derbeyek li dijî destkeftiyên jinan e.

NEZÎHE BÛSEÎDÎ

Tûnis – Li gorî guherîna ku di benda 32’yemîn a Zagona Statuya Kesane ya Tûnisê de hatiye kirin, hevberdan li cihê dadgehan bi navbeynkariya noterê dê were kirin. Ev pêşnûme, ji aliyê mafên jinan ve weke gef tê nirxandin.

Li ser van nîqaşan, endama Komîteya Hiqûqa Jinan a Demokratîk Parêzer Yesra Dallûl wiha got: “Vê mijarê bû sedema nîqaşeke mezin, lewre rasterast têkildarî destkeftiyên makezagonî yên jinan e û parastina darazê ya ji bo jinan kêm dike. Tiştê ku em jê re dibêjin hevberdan, rasterast tekildarî jinan e. Ev yek bandorê li ser malbat û civakê dike. Pêşnûmeyên zagonên wiha, ji derveyî zêdekirina êşan bi kêrî tiştek nayên.”

Guherînên wiha jinê dikin rewşeke bê parastin

Yusra Daelûl, bi bîr xist ku di makezagona Tûnisê de mafên heyî û azadiya jinan hene û got ku guherînên wiha divê bi xebatên berfireh, nîqaşên kûr û sererastkirinên zagonî werin kirin. Her wiha Yusra bal kişand ku di rewşa heyî de tiştên wiha nehatine kirin. Yesra diyar kir ku dema ku hevberdan bi noterê werin kirin dê neyê famkirin ka jin li noterê bi îradeya xwe ya azad dikarin xwe îfade bikin an na, biryarê di bin zextê de dane yan bi dilê xwe dane. Yesra wiha got: “Bi taybetî di civakeke ku feraseta baviksalar tê de serdest e, newekheviya jin û mêr zêde ye, guherînên wiha jinan dike rewşeke bê parastin.”

Pêşnûmeya hevberdanê êrîşeke li dijî jinan e

Yusra Daelûl, diyar kir ku li gorî vê pêşnûmeyê ger hevberdan çêbibe dê îradeya jinan, razîbûn û rola saziyên darazê ji derve werin hiştin û wiha domand: “Divê jin derkevin dadgehên ku bikaribin li dijî hevjînên xwe nêrînên xwe bînin ziman, mafên xwe biparêzin. Pêvajoya hevberdanê ya li pêşiya dadger çêdibe, ji bo zarok û mafên wan ên şexsî çarçoveyeke parastinê çêdike. Ji ber wê divê mirov bikaribin xwe bighînin darazê; ji bo jin bikaribin ji daraza bê pere ya gihîştiye asta pisporiyê, ev maf ketine bin temînata makezagonê. Daneyên navendên şêwirmendiya jinan ên têkildarî rewşên jin rastî şîdetê tên, nîşan didin ku gelek jin ne bi daxwaza xwe, ji ber zextên giran ên civakî û malbatî dipejirînin. Dema ku ku muameleyên hevberdanê li dadgehan be, jin dikarin tiştên dijîn ji dadger re vebêjin. Ev yek bi muameleleyên li noterê re nayê muqayesekirin.”

Ev zagon zirarê didin jin û malbatê

Yusra Daelûl, got ku pêşnûmeya zagonê ya hatiye pêşniyarkirin, hem ji bo malbatê, hem jî jinan dê li ser hevsengiya civakî bandorê çêbike û wiha berdwam kir: “Îro di destê me de, pergaleke mafan a ku bi demê re hatiye qezenckirin heye. Zagona Statuya Kesane, her çendî di nava xwe de hinek hukmên cudakar bihewîne jî pêşketinek mezin bû. Di demek ku divê em wan destkeftiyan zêdetir bikin de em bi pêşniyarên ku me bi paşve bibin re rûbirû ne.”

Guherînên zagonan divê bi nîqaşên berfireh çêbibin

Yusra Daelûl, bal kişand ku divê van zagonên cudakar werin rakirin û mafên jinan werin pêşxistin. Yusra diyar kir ku divê ev destkeftî, di asta zagonî û civakî de werin parastin û ne gavên ku bi paşve bibin, ên bi pêşve bibin werin avêtin. Yesra wiha got: “Ev pêşnûmeya zagonê tu aliyek naparêze. Bi nêrînek pir teng hatiye amadekirin, têkoşîna bi dehan salan a jinan û mafên makezagonî ji nedîtî ve tê. Ev mafên bingehîn in divê werin bihêzkirin û mayînde bibin.”

‘Divê zagon jinan biparêzin’

Yusra Daelûl da zanîn ku Sererastkirinên zagonî yên weke Zagona Statuya Kesane, nabe bi pêşnûme zagonên ji rêzê û teklîfan bê guhertin û wiha got: “Divê bi lêkolînên berfireh, diyalogên civakî yên zêde û bi xebatên ku xwe dispêrin temînatên makezagonî werin destgirtin. Hikûmeta Tûnisê bûye alîgirê gelek peymanên navneteweyî. Zagona bi hejmar 58 û zagonên din ên têkildar, divê li ber çav werin girtin, di wan de guherînên ku jinan li pêş darazê biparêzin û mafên wan bikin bin temînatê ,werin kirin.”