'Divê ji nifşên ciwan re rêbazên nû yên têkoşînê bên peyda kirin'
Aktîvîstên jin bal kişandin ser têkoşîna jinan û pêşengiya jinên ciwan di têkoşînê de û gotin: “Divê tevgerên jinan ji nifşên ciwan re rêbazên nû yên têkoşînê peyda bike."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Silêmaniyê – Nivîskar û çalakvana jinan a Fransî Simone de Beauvoir dibêje "Mirov jin nayê dunyayê, mirov dibe jin". Ev gotin ji bo ciwanên ku tenê piştî di deryaya pirsgirêkên jinan de kûr dibin jî derbasdar e. Jin li herêmê hê jî di deverên ku bi awayên cûrbicûr jinan zilm dikin de, ew ji mafê azadiyê bêpar in û tên sînordarkirin. Nifşê ciwan hewl dide ku nasnameya xwe ya jin ava bike û riyek ji bo bidawîanîna serdestiya mêran destnîşan bike.
'Rêbazên têkoşînê yên nûjen dikarin ji jinên ciwan re sûdmend bin'
Aktîvîsta mafê jinan û pisporê Zanîsta Civakî Însaf Silêdîn da zanîn ku derbaskirina têkoşînê ji nifşên pêşerojê re wê bi kêşeyan re rûbirû bimîne û wiha got: "Têkoşîna jinan û veguhestina meşeleya têkoşînê ji wan re dijwariya yekem e, bi taybet bi pirbûna bandoran wek asta medyayê ku jinan dike hedefa xwe. Rolên nifşên jinan li vir tên ronîkirin da ku hişmendî were bilindkirin. Berpirsyariya nifşên jinan yên berê ew e ku nifşê nû perwerde bikin da ku ew dijwariyên jiyanê fam bikin. Nifşên ciwan ku rêbazên têkoşînê yên nûjen dipejirînin dikarin ji jinên ciwan re sûdmend bin. Divê nêzîkatiyek hişmend li ser bingeha zanistê û rêbazên nûjen ên li ser bingeha psîkolojiyê bê dîtin."
'Têkoşîna femînîst bûye stereotîpîk'
Rojnamevan û aktîvîst Roşin Qasêm diyar kir ku têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bûye stereotîpîk û ji serdema niha dûr e û wiha axivî: "Ev dibe sedem ku gelek jinên ciwan xwe ji tevlîbûna tevgerê an ji bandorkirin û piştgiriya wê dûr bigrin. Encama kontrolkirina têkoşînê jinên ciwan ji ber şert û mercên heyî ji rastiyê qut bûne, tevî ku ew serdema globalîzasyon û malperên ragihandinê yên dîjîtal e. Tevgerên jinên ciwan ji kûrahiya pêşketinên heyî derketin e û dikarin di armancên xwe yên xwestî û wekheviyê de biserkevin, ji ber ku rêbazên wan ên têkoşînê nûjen û bibandor in."
'Hewldanên hevgirtî di nav herdu tevgeran de girîng e'
Aktîvîsta hiqûqî ya ji Sûdanê Elaa Ismaîl dest nîşan kir ku têkoşîna jinan li welatê wê pêşketî û wiha vegot: "Tevî binpêkirin û hewldanên çewsandian dengên jinan jî, jin beşdarî serhildana 2019'an bûn û hebûan xwe îspatkirin. Tevgerên jinan li Sûdanê di gelek mafan û azadkirina hişan de rolek lîstin e. Lê tevgera ciwanan ên heyî dikarin bêhtir xwe nêzî civakê bikin, ji ber rêbazên wê yên berxwedanê yên nûjen tê bikar anîn. Ev hewldanek hevgirtî di navbera her du tevgerên kevin û nû de hewce dike, da ku ezmûn bi rêbazên nû re were entegrekirin. Banga me ji jinên ciwan re heye ku pirsgirêkên xwe bi awayên modern derbibirin û medyay civakî bikar bînin da ku êşên xwe ji cîhanê re ragihînin. Divê tevgera jinan derfetê bide jinên ciwan ku xwe îfade bikin."