‘Ji bo jiyanek bi tendirust divê jîngeh bê parastin’
Jîngehparêza li bajarê Helebceyê Rengîn Selam bal kişand li ser qirêjbûna jîngehê û got ku ji bo jiyanekê bi tendirust pêdivî bi parastin û paqij girtina jîngehê heye.

RÊJNE SELAM
Helebce – Her çendî parastina jîngehê erka hemû kesên civakê be jî di warê parastina jîngehê de rola berbiçav a jinan heye û di nava rêxistinên jîngehê de tevî ku hejmara wan kêm e jî bandoreke mezin li ser jîngehê dikin. Niha jin der barê pêşxistina civakê û parastina jîngehê de roleke mezin dilîzin. Li Kurdistanê çend rêxistinên taybet ji bo parastina jîngehê hene û di wan rêxistinan de jin xwedî roleke bi bandor in.
Jin ji bo şînkirin û paqijkirina jîngehê hewl didin, bi beşdariya pêngavên paqijiyê, çandina daran û şînkirina qadan, baxçe û cihên geştiyariyê rola wan berbiçav e.
‘Divê ji bo parastina jîngehê em herêma xwe xweşik bikin’
Jîngehparêza ji bajarê Helebce ya Başurê Kurdistanê Rengîn Selam daxwaz ji hemlwetiyan kir ku di dema geştê de ji jîngehê hez bikin û qirêj nejin. Rengîn Selam bi birayê xwe re cihên ku gel di dema geştê de qirêj kirine paqij dike û wiha dibêje: “Niha werza biharê ye, ev çend roj in gelek kes geştê dikin û di vê dema kêm de jî jîngeh qirêj bûye. Em daxwazê ji hemwelatiyan dikin ku jîngehê biparêzin. Divê em jîngehê biparêzin û herêma xwe xweşik bikin. Herêma me, herêmeke wisa ye ku di çar werzên wê de dikarî geştê bikî.”
Rengîn Selam da zanîn ku Helebce, Hewreman û Şarezûr bi cihên xwe yên geştê tên nasîn, piranî herêmên geştê nêzî hev in û wiha got: “Hemwelatî ji bo demek kurt tên geştê, ew kesên ku ji bo saetekê tên geştê divê qirêjiyên xwe berhev bikin, bi xwe re bibin û jîngehê biparêzin, li cihên nêzî cihên geştiyariyê cihê taybet ên avêtina çopê hene û divê her kes çopa xwe birijînin wê derê.”
‘Divê jin der barê paqijiya jîngehê de şiyar bin û mirovan hişyar bikin’
Rengîn Selam têkildarî karê xwe wiha got: “Rojek dema bi malbata xwe re hatim min dît ku her çend ser rê bû jî hinek welatiyan dixwestin rûnên lê belê ji ber qirêj bû kes rûnenişt. Ji ber wê min biryar da van cihan paqij bikim. Piştî paqijkirinê, gelek kes tên rûdinên û pir kêfxweş dibin. Em jî bi vê yekê kêfxweş in. Di kelûpelên plastîk de gelek madeyên kîmyewî hene, dema têkilî nava xakê dibin bandorê li jîngehê dikin. Ji ber wê gelek girîng e jin der barê jîngehê de şiyar bin, civakê jî şiyar bikin û dikarin bi riya beşdariya rêxistinên jîngehê, her derê paqij bihêlin.”