Desteya Ekolojî bi projeya vermicompost jîngehek paqij armanc dike
Desteya Ekolojî ya kantona Firatê projeya Vermicompost a semada organîk bi pêş xist. Endezyara projeyê da zanîn ku ev proje alternatîfa semadên kîmyewî ye ku dê bibe bingeha jîngeheke paqij û bi tendirust.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Desteya Ekeolojî ya kantona Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina şêwazên xwezayî yên parastina jîngeha herêmê, projeya vermikompost a semada xwezayî amade dike. Di vê projeya xwezayî de kurmên sor a Kalîfornîa (Red Wigglers) tên bikaranîn ku bermahiyên xwarin û melûpeyên ajalan vediguherîne semada organîk. Projeya ku niha li şitilgeha şehîd Rojeg tê amedekirin dê heta 4 mehên din êdî berhem bide, cotkarên kantonê sûdê jê bigrin.
Ji bo naskirina projeyê endezyar Nesrîn Karho agahî û armanca projeyê bi ajansa me re parve kir.
Projeyeke bi temamî xwezayî ye
Nesrîn Karho agahiyên li ser projeyê wiha vegot: “Me di Hezîrana 2024’an de 8 hezar kurmên Red Wigglers ji kantona Cizîrê anîn da ku em dest bi projeya xwe a semada xwezayî bikin. Piştî me kurm anîn, me xist nava melûpeyên ajalan. Em xwarina wan ji qalikên fîkiyan û keskayî didin wan her wiha qalikên hêk û textan jî didin wan. Ji bilî fêkiyên tirş, sîr û pîvazan em her tiştî didin wan. Her wiha em avê jî didin, ava wê jî li gorî nema wê tê diyarkirin ku divê nema wê her dem ji sedî 70 be. Ava ku zêde dibe ji semadê, em wê jî di çandiniyê de bi kar tînin ku ew jî gelek bi sûd e.”
Nesrîn Karho diyar kir ku divê her carê 100 ton semad amade be û got: “Em heta niha di pêvajoya pirkirina kurman de ne. 8 hezar kurmên ku me anîn niha gihîştine bi milyonan lê dîsa jî em hejmara wan zêde dikin da ku bikaribin her 3 mehan 100 ton semada xwezayî derxin. Ev yek jî li xizmet û xwarina baş a ku em bidin kurman dimîne ku çiqas zû semad amade be.”
‘Bi Vermicompost ber bi jîngeke paqij ve’
Nesrîn Karho behsa mebesta projeyê kir û got: “Du armancên me hene ji vê projeyê. A yekem ew e ku em bikaribin bermahiyên jîngehê û ajalan veguherînin madeyên xwezayî yên bi sûd. Li aliyekî din, em armanc digirin li şûna semada kîmyewî weke alternatîfa organîk, vê semadê bikar bînin. Semadên kîmyewî zirarên mezin digihîjînin ax, hewa, mirov, ajal û bi giştî jîngehê. Bikaranîna semada kîmyewî bi demê re wê dibe sedem ku ax elementên xwe yên xwarinê ji dest bide lê semada ku em çêdikin berovajî dihêle ax bi elementên xwezayî dewlemend bibe.”
Endezyar Nesrîn Karho axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev yekemîn proje ye li ser asta kantona Firatê ku pêk tê, ev semad di giştî cureyên çandiyê de tê bikaranîn û bi temamî organîk e. Lewre hêviyên min ji hemû cotkar û hezkiriyên jîngehê hene ku em di pêşerojê de semada vermikompost bi kar bînin û dest ji madeyên kîmyewî berdin da ku bi hev re jîngeheke paqij û bi tendirust ava bikin.”