civak/jiyan

  • Êşa ku 7 sal in bi dawî nabe: Heta nefesa xwe ya dawî tiştên ku min dît ji bîr nakim 

    Dayê Esmer yek ji şahidên hovîtiya 7 sal berê ye. Di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de tevî ku gelek zorî û zehmetî dîtine jî kenê li ser rûyê xwe diparêze. Diyar dike ku tiştên jiyaye hê wekî duh di bîra wê de zindî mane û dibêje; “Ez heta nefesa xwe ya dawî tiştên ku min dîtine ji bîr nakim. Her tişt wisa bi êş bû ku jibîrkirin ne pêkan e!”

  • Li Îdlibê pirsgirêkên aboriyê 

    Sûmeya El-Kenco ya ji bajarê Sermedê, dibêje; “Pere ji bo min ne girîng e, kêfxweşiya mirov bi pereyan nayê muqayesekirin. Qelen tenê ji bo adetên civakî ye. Ger bi destên min bûya min qelen nedixwest. Gelo zêdebûna qelen girêdayî serkeftina zewacê ye?”

  • Bi vekirina dewreyeke perwerdeyê Denîz Poyraz bi bîr anîn 

    Bi armanca bîranîna Endama HPD'ê Denîz Poyraz ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê dewreyeke perwerdeyê bi navê wê vekirin.

  • Zarokên Xezayê bi daxwazên li ser kaxezan nivîsandî pimpimokan re berdan 

    Piştî êrîşên li ser Xezayê, peyama herî mezin a aştî û cîhana bê şer ji zarokên Xezayê hat. Zarokên ku li bendergeha Xezayê kom bûn, peyamên xwe li ser kaxezan nivîsandin û bi pimpimokan re firandin.

  • Malbatên gundê Qurunfîl hê jî êşa komkujiyê dikşînin 

    Di encama şer de gelek malbatên li Sûriyeyê êş kişandine û bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an li ser herêmên weke Serêkaniyê û Girê Sipê pêk anî de êş û trajedî zêdetir bûn.

  • “Jinên rojnamevan dengê hemû jinên Efganistanê ne” 

    Du rojnamevanên Efganistanê Semsame Sîrt û Wehîde Feyîzî zehmetiyên weke jin di xebatên rojnamevaniyê de dikêşin nirxandin û gotin: “Ji ber ku jinên rojnamevan dengê hemû jinên Efganistanê ne, pasîfkirina wan li ser jinan pir bandor dike. Ji ber wê jî pir bi dijwarî bi ser me de tên. Heya çend sal beriya niha, nakokiyên weke tehdîd, çewisandin, sînordarkirina pêwendiyan û tacîza li hemberî jinên rojnamevan çêdibûn, lê niha jinên rojnamevan tên hedefgirtin û kuştin.”

  • “Armanc dagirkeran bi guhertina demografiyê têkbirina hebûna kurdan e” 

    Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid der barê guhertina demografîk a li Efrînê de nirxandin kir. Leyla da zanîn ku di herêmên dagirkirî de dewleta tirk hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike, armanca wê têkbirina hebûna Kurdan e.

  • Hamleya Xweşbûna Hesekê hat despêkirin 

    Bi armanca pêşxistina xebatên xizmetguzariya ji bo gel û xemlandina bajarê Hesekê şaredariya Gel a bajêr dest bi hemleya ‘Xweşkbûna Hesekê ’ kir. Der barê vê yekê de Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Viyan Çaçan da zanîn ku armanca wan bi vê hemleyê ew e ku çanda paqijî û şaristaniyê di nava bajarê xwe de bidin rûniştandin.

  • Jinên Afganî yên bi cesaret serî li hember gefan natewînin 

    Koordînastora Weşana Ajansa Nûçeyan a Jinan a Afganî Homeira Saqib destnîşan kir ku piştî biryara DYE ya vekişîna ji Afganistanê çalakvanên mafên mirovan û jin hedef hatin girtinê û got: "Li ku dibin bila bibin, jin warên xwe terk nakin û seknêk bi cesûr nîşan didin.”

  • Rêvebera parastina mala parastinê Asmaa El-Berkî: Niştecih di rewşek aram de dijîn 

    Der barê xizmetên malê de diyar kir ku mal tevahî xizmetên civakî, derûnî û tenduristî pêşkêş dike û got: “Bi qasî ku em dikarin em hewl didin van xizmetan bi awayekî malbatî pêşkêş bikin da ku keçik bi civakê re yek bin. Di nava kesên girtî de, karmend hene, ev yek jî dikeve nav bernameya tevlibûna civakî.”

  • Şêniyên Hesekê: Em bang dikin ku krîza qutkirina avê were çareserkirin 

    Jinên bajarê Hesekê qutkirina ava Stasyona Elok şermezar kirin û teqez kirin ku qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê sûcekî şer e. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bigrin û çareseriyeke mayinde ji krîze qutkirina avê re bibînin.

  • "Bi riya perwerdeyan em ê bikaribin zîhniyeta baviksalarî biguherînin" 

    Mêrên Helebê yên ku beşdarî perwerdeya xweser a Rêxistina Kongreya Star bûne diyar kirin ku ew ê bi riya perwerdeyê bikaribin zîhniyeta baviksalarî biguherînin û gaveke erênî ji bo naskirina jinan bavêjin.

  • Navenda Geşe ji bo parastin û perwerdekirina jinên Helepçe ye 

    Navenda Geşe nêzî salekê ye li herêma Helepçe ji bo parastin û xwe perwerdekirina jinên Helepçe hatiye avakirin. Ji derveyî rêxistinan gelek jinên din tên navenda Geşe kar dikin daku di aliyê aboriyê de azad bibe û bi xwe jiyana xwe dabîn bike.

  • Ji bo hînbûyîna antrenoriya kişikê sînorê temen tune ye! 

    Dilara Gun a ku 4 sal in antrenoriya kişikê dike, bi hînkirina birayê xwe dest bi vî karî kiriye. Dema ku ew bi dayik û xwişka xwe re diçe kursan tê, meraqa wê ji kişikê re çêdibe. Niha dayika wê jî 43 salî ye û wisa xweş hîn bûye ku dikare bibe antrenora kişikê.

  • “Jinên Êzidî di kampên weke girtîgehan de xwe dikujin” 

    Her diçe rêjeya kuştin û xwekuştina jinan di kampên penaberên Êzidî lê dimînin ên Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Aktîvîsta mafê mirovan Refah Husên bang li saziyên peyîwendîdar kir ku li ser rewşa tê jiyîn bisekine.

  • “Ez dixwazim bibim xwediyê gorekê“ 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 848'an de careke din li windayên xwe pirsîn. Di dema çalakiya onlînê de, pirsa "Kiryar têne zanîn, winda li ku ne?” hate pirsîn.”

  • Kêmbûna avê nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne 

    Penaberên li kampên bakurê Sûriyeyê, piştî sekinandina piştgiriyê, ji kêmbûna ava paqij û ava vexwarinê êşê dikşînin. Ev kêmbûna avê pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne, bi taybetî bi zêdebûna germahiyê re.

  • "Çavên min li hêviya vegera hevjînê min e" 

    Edle Mihemed a ku di 2014'an de li bajarê Minbicê di nava çeteyên DAIŞ'ê de dijiya wiha behsa zilm û zordariya wan kir û got: "Çeteyên DAIŞ'ê ne digotin ev biçûk e ne ev mezin e, rojane hemwelatiyên Minbicê li navenda bajar dihatin serjêkirin û daliqandin."

  • Zarokên ku komkujiya Kobanê dîtine hê bi wê derûniyê dijîn 

    Dewleta tirk bi planên hov êrîşî Kantona Kobanê û gundê Berxbotanê kir, xwest bi vê komkujiyê tolhildana binekftinên xwe di şerê Kobanê de bistîne.

  • "Pergala mêr a desthildar dixwaze têkoşîna jinan asteng bike" 

    Berdevka Xweser a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emanî Ehmed El-Xerbî teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz senaryoya qetilkirina Hevrîn Xelef dubare dike.