civak/jiyan

  • “Ji ber ferskirina jiyanek bê rumet min biriyara veqetanê da” 

    Lina Elî ya zewicî û dayika du zarokan dema zorî lê dihat kirin û xwest ji hevjînê xwe cuda bijî li hemberî zagona Iraqê ya nêrîna mêrsalariyê binge digire têkoşîna xwe dewam kir û got: “Ji ber min nikarbû bê rûmet bijîm, min biryar veqetînê da.”

  • Li Xezayê kêmbûna avê û bandora wê li ser jiyana jinan 

    Li gelek deverên Xezayê av nayê peyîdakirin ji ber wê jî welatî di tevahî jiyana xwe ya rojê de li peyî dabînkirina pêdiviyên xwe yên avê ne. Ev rewşa bê aviyê jî herî zêde jinan bandor dike û dibe sedema tengaviyê bijîn.

  • Ji çinarên Çiyayê Kizwanan Zehra Birahîm 

    Zehra Birahîm ya ku ji kêliya çavê xwe li cîhanê vekiriye, li Çiyayên Kizwanan di nava rêwîtiyeke pir zehmet re jiyana xwe derbas kiriye da zanîn ku rêhevala roj û karên wê yê zehmet ku tu kes an jî wesayît û motosiklêt nikariye bike, ker dike û da zanîn ku ker alternatîfa erebeyane li Çiyayê Kizwanan, di hemû rêwîtiyên zor de bi wan rene ji ber wê jî qîmetê ker zêde ye li gel wan.

  • Nour Khaled: Em piştgiriya hemû jinên ku rastî şidetê tên dikin 

    Bi pêşketina teknolojiyê re, cîhana înternetê bi jiyana me ya rastî re paralel bûye. Sucên elektronîkî yên wekî teşwîq, bêrûmetî û şantajên elektronîkî yên li ser jinan bi rengek berbiçav zêde bûye, ev jî zirarek mezin dide jinên Yemenê.

  • Bi çavên nedîtî bi tiliyên xwe li orgê dide 

    Jina ciwan a li Misirê Yasmîn Kishk tevî ku çavên wê nabînin jî ev rewş li pêşiya wê nebû asteng û gelek serkeftinan bi dest xist. Kesên ku lê dinêrîn û hûnera wê dibînin bawar nakin ku ew kesek astengdar e lewre ew bi hêviyên xwe yên mezin ber bi serkeftinan ve diçe.

  • Wefa Derwîş jina ji gundewarên Çiyayê Kezwana despêkê tevlî HPC-JIN bûye 

    Wefa Derwîş a 45 salî ku ji Çiyayê Kizwanan e hovetiya DAIŞ'ê ya li gundên Çiyayê Kizwanan dikirin vegot û da zanîn ku ji ber DAIŞ nêrîn û hebûna jinan di gerdûnê de qedexe dikir, ew yekem jina ku tevli nava refên HPC-JIN bû da ku wekî parêzvana jinan tevbigere her wiha daxwaz kir ku dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bibe da ku bikaribin çeteyên DAIŞ'ê yên sûc kirine bidarizînin.

  • Baxçeyê Hêvî cihê kêfxweşiya zarokên astengdar e 

    Baxçeyê Hêvî, ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet, cihekî ku ji pêdiviyên wan re dibe bersiv e. Li vî bexçeyî piştevaniya derûnî û bedenî ji bo zarokan tê pêşkêşkirin. Ji gelek zarokên ku di warê bedenî û derûnî de nexweş in re xizmet tê pêşkêşkirin.

  • Koçberên Idlibê ji bêderfetiyan li nêzî xeta şer bi cih dibin 

    Yek ji koçberên ji ber şer û pevçûnên li Bakûrê Sûriyê ji mala xwe bûye Sabah El-Alûş e, zêdetirî sê sal berê ji gundê Telmans koçber bûye û ew niha li bajarokê Ahsam ê ku li Cebel El-Zawiya yê dimîne ji ber zêdebûna kirêya xaniyan zehmetiyan dijî.

  • Kuştina jinan ji bûyeran derketiye êdî bûye diyarde 

    Di rojên 10 û 12’ê Tebaxê de du jinên 20 salî, yek li Akrê hat kuştin, yek jî li Soran ji ber nîqaşa di navbera wê û hevjînê wê de ji ser banê dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide. Şêwirmenda civakî ya Rêxistina Gel û Navenda Jinan Naze Şîrwan dide diyarkirin ku tundîtûjî û kuştinên jinan ji ber aqilê mêrsalarî û pêkneanîna zagonan e.

  • Bi pêşengiya Tîma Jina Iraqî Li Vir e pêşxistina xebatên jinan 

    Tîma Jina Iraqî Li Vire ji sala 2003’an heta niha di nava jinên Iraqî de xebatek giring daye meşandin û pêşengiya gelek kampanyayên alîkariya hejar û nexweşan kiriye.

  • Tundîkirina jin ji zihniyeta baviksalarî tê 

    Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîda Îbo sedemên ku jin bi rundiyê re rû bi rû dimînin anî ziman.

  • Ji şahidên komkujiya gundê Koço Bêzar Berces 

    Bêzar Berces a ji komkujiya gundê Koço ya 15’ê Tebaxa 2014’an rizgarbûye û niha li gundê Til Qeseb dijî got: “Wê demê hemû gundiyên di nava Koço de mabûn bê ser û şon kirin. Ger hinek sax maba di nava 7 salan de me dê agahî ji wan girtiba. Niha Koço tev goristane…”

  • Mêreke endamê DAIŞ’ê îşkence li zarok û dayika wî kir 

    Bûyereke tundûtûjî û îşkenceya hovane ya din jî li herêma Hejîn a bajarê Dêra Zorê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi zarokê xwe re bi şîdetê re rûbirû ma.

  • Di hefteya 653’an de aqubeta Mehmet Mehdî hat pirsîn 

    ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqubeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Pasûr a Amedê, di 20’ê Sibata 1994’an de, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin pirsîn.

  • Daxwaza Emîne Ertak tenê mezarek ayîdê hevjînê xwe yê 29 salin winda ye 

    Di çalakiya hefteya 855’emîn a Dayikên Şemiyê de aqubata Mehmet Ertak ê 18’ê Tebaxa 1992’an li Şirnexê hatî windakirin hat pirsîn.

  • Li Efganistanê ji ber Talîbanan jiyan veguheriye dojehê 

    Esman tarî erd germ, kolanên ku bûne çol. Gundewarên zer û bê reng, dikanên kilîtkirî û li hemû malan şîn û xemgînî heye... Ev hemû ji ber pêkanînê Talîbanan çêbûne. Bi taybetî li ser jinan pêkanînên wisa qirêj hene ku cihê wan di tu bîr û baweriyê de tune ye. Jinên temenê wan di navbera 15-45 salî de ji aliyê vê rêxistina hov ve tên revandin û zewicandin.

  • “Di qada perwerdê de pêdiviya zarokan bi mijulbûn û hîskirinê heye” 

    Sara Yaqûb Yûsif derbarê perwerdekirina zarokan de dibêje: "Hezkirina min ji karê mamostetiyê û afrandina nifşekî rewşenbîr re ewqas zêdeye ku xeyala min a yekem bû saziyeke perwerdehiyê ava bikim û têde zarokan li gorî tê xwestin perwerde bikim."

  • “Ez bi hêza baweriya xwe li ser piyan disekinim” 

    Şemsa Berkel wekî bi hezaran kesên li Sûriyeyê dijîn, ji ber şerê bi dehan salan e didome gelek êş kişandiye. Tevî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, birîndar bû, pêwîstî bi gelek emeliyatan hebû û berpirsiyariya wê ya ji bo mezinkirina zarokên wê hebû jî wê hêza xwe ji baweriya xwe girt û dizanibû ku gelek kes weke wê van êşan dikşînin.

  • “Me ne riya kişandina êşê riya berxwedanê hilbijart” 

    Halîse Bîlîr piştî du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, ji bo dayikên din heman êşê nekşînin têkoşîna aştiyê dimeşîne. Li ser têkoşîna didomîne wiha dibêje “Bila hemû dayik rabin ser piyan û destên xwe bidin hev. Gelek êşên me hene lê me ne riya kişandina êşê, riya têkoşînê hilbijart. Em li hemberî şer jiyanê diparêzin, em ji bo wê têkoşîn dimeşinîn.”

  • "Zarokên ku bi zimanê dayika xwe mezin dibin di her warî de serkeftîtir in" 

    Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan diyar kir ku salên dawî dayik û bavên Kurd ên li Kurdistanê bi zarokên xwe re ne bi zimanê zikmakî, bi zimanê tirkî diaxivin û bang li malbatan kir ku ji vê rêbaz û hînbûyînê dûr bikevin. Şîlan Elmas Kan destnîşan kir ku divê zarok bi hînbûna zimanê zikmakî dest bi jiyanê bikin û destnîşan kir ku zarokên bi zimanê dayikê mezin dibin di her warî de serkeftîtir in.