civak/jiyan

  • Xizmên Windayan: Bila faîlên Mîkdat Ozeken bên darezandin 

    ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin faîlên Mîkdat Ozeken ê 27’ê Îlona 1994’an li tabura leşkeran a Geverê hatî qetilkirin û hîna cenazê wî nediyare bên darezandin.

  • Jinên Mexribê di navbera bêkarî û hejariyê de dijîn 

    Di daneyên ji aliyê Komîseriya Bilind a Plandanînê ya Mexribê ya di 3’ê Tebaxê de hatin weşandin de diyar bû ku rêjeya bêkariya jinên Mexribê ji sedî 15,6 gihîştiye ji sedî 15,9 û li gorî Neteweyên Yekbûyî, Mexrib di nava welatên beşdarbûna jinan di hêza kar de kêm dimîne. Mexrib di nav 135 welatan de, di rêza 128’an de ye.

  • “Ruxmî topbaran û şerê psîkolojîk em li ber xwe didin” 

    Hişmiya Mehmûd a ku zêdetirî 45 sal in, li gundê Dirdara dijî û zêdetirî 25 roj in li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide ji ajansa me re da payîn ku îro ew li hember dagirkeriyê bi sekn û berxwedana xwe, şerê hebûna xwe dikin her wiha da zanîn ku şev û roj ji ber topên dagirkeran ranazên lê ew ê heya kêliya dawî li ber xwe bidin.

  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên sala nû ya xwendinê qediyane 

    Hevseroka Desteya Perwerdayê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên Kurdî Şîlan Mihemed der barê sala nû ya xwendinê de axivî got: "Ji bo sala nû ya xwendinê hemû mamoste di perwerdeyan re hatine derbaskirin û xwendekar jî bi kelecanek mezin li benda vebûna dibistanê ne."

  • Ji Til Temirê pîrek Aşûrî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dike! 

    Xena Yûnan a 77 salî ku bi eslê xwe Aşûrî ye ji navçeya Til Temirê ye, behsa êrîş û komkujiyên ku ji Sêfo heya Sîmêl, ji Sîmêlê heya Xabûrê û niha êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Til Temirê dike û da zanîn ku bi vî temenê xwe yê mezin, ew ê li hember dagirkeran şer bike û daxwaz ji NY’ê kir ku komkujiyên li ser gelê Aşûrî de yên dê dîrokê de pêk hatine êdî rawestînin û bihêlin ku êdî rehet bijîn.

  • Lêkolîner bandora krîza Bendava EL-Nahdaayê li ser jinên li Misrê piştrast dikin 

    Seroka Desteya Rêveberiya Weqfa Qahîreyê ya Pêşketin û Hiqûqê, Întisar Al-Saeed got: "Piraniya nifûsa Misrê gundî ne û bêguman jin dê ji kêmbûna avê zirarê bibînin, nemaze li deverên ku ji kêmbûna avê bi bandor bûne. Di encamê de ji % 40 wê ji cotkar û xebatkarên çandiniyê, çavkaniya xwe ya jiyanê winda bikin. Jixwe piraniya karkerên ku di çandinyê de kar dikin jin in.”

  • Li Tûnisê xemsariya li ser zewacê zêde dibe 

    Li Tûnisê xemsariya li ser zewacê bûye diyardeyek. Her diçe di warê zewacê de xemsariya jinan zêde dibe. Gelo sedema vê yekê zîhniyeta femînîst û pêşketina wê ya ku gihîştiye qonaxeke girîng e an na? Gelek pispor hewl didin sedem û faktorên ku pêşî li vê rewşê vekirine fam bikin.

  • Mona El-kabyly: Ajokariya texsiyê azmûneke dijwar e 

    Pîşeya ajokariya wesayîdan û hînkirina kesan ji bo ajokariyê li Lîbyayê demeke pir dirêj tenê aidî mêran bû lê di van salên dawî de di dema şer de li bajarê Bingaziyê ev herdu pîşe di nava jinan de jî belav bû, ji ber wê jinên ku wesayîdan diajon rastî nêrînên matmayî tên.

  • Widian Muhammad: Serweriya eşîretan li Enbarê ji % 70 kêm bûye 

    Widian Muhammed der barê komxebat û kursên ku jin li Enbar û parêzgehên mayî beşdar dibin de dibêje; "Pêngava herî girîng avakirina civakek ku girîngiyê dide nêrîna jinan e, ji bo ku di riya xwendin û şopandinê de jin bibin xwedî hişmendiya baş û bi hêz û zana bin.”

  • "Berî ku jiyana xwe ji dest bidin bila em Efrîna xwe bibînin" 

    Dayikên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne û li kampa Berxwedan ruxmî mezinbûna temenên wan jî dîsa li berxwe didin wiha dibêjin: " Berî ku jiyana xwe ji dest bidin bila em Efrîna xwe bibînin."

  • Germahiya bilind êşa zarok û jinên li kampan girantir dike 

    Bi bilindbûna pileyên germê re di vê havînê de, ne tenê peydakirina panelên cemedê û nexweşiya xurînê pirsgirêka tekane ye, ji ber tava dijwar gelek jin û zarok di kampan de nexweş ketine û tenduristiya wan xirab bûye.

  • Jinên Filistînê ji ber êrîşan ji neçarî li stargehan dijîn 

    Ji ber êrîşên Îsraîlê gelek jin neçar bûn ku di stargehan de bijîn. Ji ber xirabûna war û malên wan bi sedan jin li dibistan û stargehan bi cih bûne lê di warê pêdiviyên wan ên sereke de gelek kêmasî hene û ji ber nebûna wan êşê dikşînin.

  • Xwendekar bi platformên dîjîtal projeyên xwe pêşkêş dikin 

    Di koleja ragihandinê ya li zanîngeha Bîngaziyê de, xwendekarên beşa rojnamegeriyê, bi platformên dîjital projeyên xwe yên derçûne pêşkêş dikin. Esra Abdel Hakim El-Jahmi der barê projeya xwe de wiha dibêje; “Projeya min a ku wekî podkastek e di mijarên jinên Lîbyayî de pispor e.”

  • Di civaka Filistînî de zewaca zû sedem û encamên wê 

    Diyardeya zewaca zû di civakan de mijarek girîng e ku cur be cur pirsgirêkên civakê digre nav xwe û di heman demê de ew sûc e li dijî keçên temenê wan biçûk. Ji ber ku encama zirara vê diyardeyê di nav civakên Filistînî de pir belav bûye.

  • RadioJin dê dewreya koma duyemîn de li zayendiya civakî biaxive 

    "Projeya Perwerdeya Podcast û Hilberînê ya RadioJin a ji bo Jinan" di meha Hezîranê de bi piştgiriya “Cih ji bo Çandê xebatê da destpêkirin, dest bi qeyda koma duyemîn kir. Bernameya koma duyemîn ku tê plankirin di meha Îlonê de were lidarxistin, "Hemû qonaxên hilberîna medyaya dîjîtal û perwerdeya zayendiya civakê" dê bên nîqaşkirin.

  • "Em bi rev ji nava Efrînê derketin " 

    Malbetên ku li Efrînê diman ji ber kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derketin û berên xwe dan kantona Şehbayê Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê.

  • Dayika Mehmet Zekî Akyildiz: Em dixwazin bizanin çî bi serê wî hat 

    Dayikên Şemiyê di hefteya 856’an de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê 16 salî Îlona 1993’an dema ji Êlihê diçu mala xwişka xwe ya li Farqînê di wê navberê de windabûyî û carekdin agahî jê nehatî girtin pirsîn.

  • Xizmên Windayan: Salîh Çalik û Sînan Fîdan 27 salin li ku ne? 

    ÎHD û Xizmên Windayan aqubeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 6’ê Hezîrana 1994’an li gundê Şeqlat ê Karaza Amedê di serdegirtina malanê de hatibûn binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, pirsîn.

  • “Ji ber ferskirina jiyanek bê rumet min biriyara veqetanê da” 

    Lina Elî ya zewicî û dayika du zarokan dema zorî lê dihat kirin û xwest ji hevjînê xwe cuda bijî li hemberî zagona Iraqê ya nêrîna mêrsalariyê binge digire têkoşîna xwe dewam kir û got: “Ji ber min nikarbû bê rûmet bijîm, min biryar veqetînê da.”

  • Li Xezayê kêmbûna avê û bandora wê li ser jiyana jinan 

    Li gelek deverên Xezayê av nayê peyîdakirin ji ber wê jî welatî di tevahî jiyana xwe ya rojê de li peyî dabînkirina pêdiviyên xwe yên avê ne. Ev rewşa bê aviyê jî herî zêde jinan bandor dike û dibe sedema tengaviyê bijîn.