civak/jiyan

  • ”Tecrîda li Îmraliyê berdewamkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn e” 

    Serpereştyara ekîbên zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarên wê Elîsar Berkel destnîşan kir ku armanca dewletên kapîtalîst û hegemonîk, berdewamkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn e ji bo ku li gorî berjewendiyên xwe nexşeyek nû ji herêmê xêz bikin û wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi dawî bike, wê jî bi riya projeya neteweya demokratîk a ku pêkhate, bawerî û çandên curbecur dike yek û dike lewre ev yek nakeve bin berjewendiya hêzên serdest.”

  • Navenda Ragihandinê ya Civakî di çarçoveya projeya kayanî de gera qadê li dar dixe 

    Navenda Ragihandinê ya Civakî (CMC) gera qadê li bajarê Xezayê ji bo serlêdana hinek ji saziyên sivîl ên parêzgehên navîn, bi beşdariya hejmarek ji parêzvanên mafên jinan di çarçoveya projeya wekheviya zayendî ya civakî de bi navê "kayanî" organîze kir ku xebatên xwe yên sala sêyemîn li pey hev bi hevkariya Rêxistina KARE ya Cîhanî re li Filistînê li herêma Xeza û aliyê rojavayê herêmê pêk tîne.

  • Bûyereke bi êş tevahiya jiyana wê guherand 

    Wesfiya El-Hacî ya beriya 6 salan bûyerek di serê wê de derbas bû, heya roja îro jî her saniyeyê hûrgiliyên wê bûyerê dijî. Bûyera ku hat serê wê, bandoreke wisa lê kir ku jiyana wê bi tevahî guherand. Çeteyên DAIŞ'ê di navbera 2014-2019’an de gelek herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin û yek ji wan herêman Şehba bû. Ew herêm bû şahida sûc û kiryarên çeteyan û zilma wan a li ser jinan.

  • "Guhertina demografîk tunekirina nasnameya Efrîniyan e" 

    Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Parêzer Roşîn Hido rewşa Efrînê û guherînên demografîk ên dixwazin li ser bidin çêkirin nirxand û got: "Li Efrîna dagirkirî rojane guhertinên demografîk pêk tên. Li şûna gundên resen bi dehan yekîneyên niştecihbûnê ava kirine da ku nasname û hebûna Kurdan were tunekirin."

  • Koçberên jin ên Idlibê ji ber kêmbûna derfetan êşê dikşînin 

    Ji ber krîza Sûriyeyê ku di sala xwe ya diwazdehan de ye; pêwîstiya bi alîkariyên mirovî li seranserî welat, bi taybetî li Idlibê, hê jî her diçe zêdetir dibe û barên herî giran ê vê rewşê li ser milên jinan e.

  • Emîne Akşahîn: Divê kiryarên îstîsmara zayendî tu carî neyên veşartin 

    Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sena Amedê Emîne Akşahîn bal kişand ser bûyerên îstîsmara zayendî yên di demên dawî de li saziyên giştî zêde bûne û got; “Ji bo ku bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar tu carî neyên veşartin bêyî ku destên xwe bihejînin li derdorê negerin, bi awayekî li ser zarok û jinên din metirsiyê çêbikin, dinava civakê de cih negrin divê tedbîr bên girtin.”

  • Ji bo başkirina derûniya jinan bername tên amadekirin 

    Jinên ku ducanî dimînin, di çend pêvajoyên zor û zehmet re derbas dibin. Hem di dema ducanîbûnê de ji ber guherînên li ser bedena xwe, hem piştî welidînê, di warê derûnî de divê piştgiriyê ji derdora xwe bibînin da ku wê pêvajoyê bi tendirust derbas bikin.

  • Di tedawîkirina koronayê de jin roleke mezin dilîzin 

    Li herêma Dêra Zorê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê dema dawî de ji ber krîza koronayê û belavbûna wê û gelek nexweşiyên din, rewşa tendirustiyê xirab bûye.

  • “Emê ji bo windayên Kerboranê daxwaza edaletê dewam bikin” 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de daxwaza cezakirina kesên ji doza JÎTEM’ê ya kerboranê tên darezandin kirin.

  • Xizmên Windayan xwestin kujerên Halîl Kiliç bên darezandin 

    Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan daxwaza darezandina kujerê Halîl Kiliç û hevalên wî yên li nava rezê xwe hatîn kuştin kirin.

  • Kampanye ya jinên Cezayirê ya bi navê “Ez nexweşim lê kêfxweşim” 

    Li çîrokên jinên ku ji penceşêra pêsîrê xelas bûne, guhdarkirin û parvekirina tekoşîna wan bi nexweşiya penceşêra pêsîrê û tecrûbeya wan, yek ji rêbazên herî girîng û bi bandor ji bo hişmendiya civakê ji penceşêra pêsîrê ye.

  • Jinên Idlibê di çerxa şîdeta nava malê de dijîn 

    Tundûtûjiya li dijî jinan li Idlibê ne mijarek e nû ye, ew bi dehsalan e berdewam dike. Di van demên dawî de ji ber çend faktoran şîdet zêde bûye, yên herî girîng jî ev faktorên xizanî, koçberî, zextên derûnî û belavbûna nexweşiya koronayê ku mayîna di nava malê de hişt tundiya li ser jinan du qat zêdetir bibe

  • Li Xezayê kampanyaya bi navê "Tassurati" ya hişyariya penceşêra pêsîrê hat destpêkirin 

    Rêvebera navenda "Dunia" Nafth Maslamanî got ku navê kampanyayê ji bo sembolîzma bedew a wêneyê jinan di bin hashtag "Tassurati" de derket. Wê xwest ku wêneyê derûnî yê jinan bi riya muayeneyên domdar ku ewlekariya wan ji nexweşî yan enfeksiyona di qonaxên destpêkê de îsbat dike nîşan bide.

  • Di mediyayên Başurê Kurdistanê de destgirtina mijara jinê 

    Di medyaya Başûrê Kurdistanê ya alîgir de piranî giringî nadin pirsgirêkên jinan û bi mijarên ji rêzê nuçeyên di derbarê jinan de didin yan ji cihek biçûk didin û dibêjin jinek ji ber pirsgirêka civakî dawî li jiyana xwe anye û mijarê digrin ev yek ji wisan dike ku pirsgirêkên jinan ên bingehîn neyên dîtin.

  • “Sozên dane xwendevanan heta niha pêkne anîne” 

    Xwendevanên dibistina amadeyî temam kirine li gel ku di ezmûnên zanîngehê de derceyên bilind girtine jî li tu zanîngahan nehatine bicîhkirin, heftiyeke li bajarê Silêmaniyê û bajarên dinê yên Başûrê Kurdistanê li qadan daxwaza mafê xwe dikin.

  • Nexweşên penceşêrê gotin ku ev nexweşî bi têkoşînê tê têkbirin 

    Ensaf Silêman şîret li jin û keçên bi penceşêrê ketine kir û got: "Ev nenexweşî ne dawiya dinyayê ye, dikare were gotin ku di jiyanê de dibe destpêkek. Ew ceribandinek e, tenê bi hêz bin. Ew qonaxek e û dê bi dawî bibe. Hûn ê cîhanê bi rengekî xweşiktir û cudatir bibînin, netirsin û mijarê bi hezkirin qebûl bikin.”

  • Behiya Murad: Divê jin destûr nedin “ofîsa bêexlaqî û bêrûmetiyê” 

    Rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Murad der barê ofîsa pirjiniyê ya li Ezazê de got ku bi riya van ofîsan dixwazin jinan îstîsmar bikin û wan ji bo kêfa xwe bi kar bînin û di encamê de civakê ber bi xerabiyê ve bibin. Behiya bang li jinan kir ku teslîmî van kiryaran nebin û yekitiya xwe mezin bikin.

  • Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 664’an de ye 

    Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 664’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Yilmaz Gumuş pirsiyan.

  • Hatîce Toraman 30 salin li kurê xwe digere 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 866’an de mexduriyeta malbata Toraman a 30 salan li peyî windabûna kurê xwe dîtî vegotin.

  • Ji bo peyîdakirina dermanên Cemîla yên penceşêrê pêdivî bi alîkariyê heye 

    Ji kêmendamjiyê bigire heya penceşêra pêsîrê û girtina nexweşiya vîrûsa koronayê jî Cemîla Silêman El-Hewîce bi hêvî li jiyanê dinêre. Ji bo pakbûna ji van hemûyan, di serî de jî penceşêrê pêdiviya Cemîlayê bi alîkariyê heye.