“Ez dixwazim bibim xwediyê gorekê“

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 848'an de careke din li windayên xwe pirsîn. Di dema çalakiya onlînê de, pirsa "Kiryar têne zanîn, winda li ku ne?” hate pirsîn.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 848'emîn de, çîroka windabûna Recep Diker vegotin û li aqûbeta wî pirsîn. Hevjina Recep Diker, Leyla Diker got, "Zarokên me jî dixwazin bizanin gora bavê wan li ku derê ye."
Daxuyaniya vê hefteyê li ser çarenûsa Recep Diker ê ku di 1994'an de ji hêla JITEM'ê ve li Farqîna Amedê hat tehdîtkirin û piştre agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. 
Recep Diker ê ku hat windakirin,  li Farqîna ku lê dijiya her tim rastî gefan dihat, neçar ma ku bê gel birayê xwe yê li navenda Amedê, bimîne. Piştî hat Amedê, jî wî bi tu awayî agahî jê negirtin.
“Ez dixwazim bibim xwediyê gorekê“
Leyla Dîker a ku piştî hevjînê wê hat windakirin, serî li gelek saziyên dewletê da wiha got:” Ev 27 sal in em agahî jê nagirin. Gelo miriye, sax e em nizanin. Ez dixwazim bibim xwediyê gorekê. Zarokên me jî dixwazin cihê gora bavê xwe bizanibin.”
Yek jî mirovên Şemiyê Ayşe Tepe, di çalakiya hefteya 848'an de anî ziman ku  ew ê bibin şahidê malbata ku ev 27 sal in rastî vê êşkenceyê tên û lêgerîna wan a nifşê sêyem dewam dike.