civak/jiyan

  • “Di her tengasiyê de ziyana herî mezin doza jinan dibîne” 

    Sekretera berê ya Encûmena bilind a karubarên jinan li herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene da diyarkirin ku qeyrana darayî pirsgirêk û tengasiyên siyasî û aborî bandorê li ser doza jinan dikin. hertim di demê her pirsgirêkekê de ziyana herî zêde jin dibîne.

  • “Em ê tu carî tiştên anîn serê jinan ji bîr nekin” 

    Di êrîşa li ser Şengalê de wekî bi hezaran jinan; Suham bi dapîra xwe re ketibû destên DAIŞ’ê û her awayê zilm û hovîtiyê dîtibû. Suham niha bi dikana ku bavê wê jê re vekiriye hewl dide xwe li jiyanê bigre. Suham, bi dilê xwe yê zarok ê di rojekê de ji nişkave rastî zulma DAIŞ’ê hat û bû sedema êşên mezin, bi hêrs û nifrîn dibêje “Ez ê tu carî tiştên ku DAIŞ’ê li min û jinên Êzidî kir ji bîr nekim.”

  • Qutbûna kehrebeyê êşa jinên koçber ên li Idlibê girantir kir 

    Jinên koçber ên li kampan dijîn, ji ber nebûna kehrebeyê di vê germahiya havînê de di mercên zor û zehmet de dijîn. Daxwaza wan tenê ew e ku mercên jiyanî yên bingehîn ji bo wan werin avakirin

  • "Herdu bûyerên li Hesekê ne layîqî şoreşa 19`ê Tîrmehê ne" 

    Berdevka Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl, bûyerên qetilkirina zarokên li Hesekê nirxand. Mizgînê got ku bûyerên di wê astê de ne layîqî şoreşa 19`ê Tîrmehê ne û divê êdî hişmendiya ku jinan weke (namûs) pênase dike, têk biçe.

  • Bêrîvan Hesen: Rizgarbûna herêmên dagirkirî bi yekrêziya Kurdan pêkan e 

    Endama meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Hesen bal kişand ser rewşa herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de û got: "Em tenê dikarin bi riya avakirina yekrêziya Kurdan herêmên xwe rizgar bikin."

  • “Divê di cejnê de bi tedbîrên pêwîst hevdîtina vekirî pêk were” 

    Ji destpêka pandemiyê ve, hevdîtinên vekirî li girtîgehan nehatine pêkanîn. Guler Yuksekbag ku yek ji xizma girtiyan e, bang kir ku hevdîtinên vekirî yên salek û nîv pêk nehatine di vê cejnê de pêk werin û got; "Pêwîst e ji bo me û girtiyan tedbîrên pêwîst werin girtin û hevdîtina vekirî pêk were."

  • Li Başûrê Kurdistanê daneyên tundîtujiya li beramberî jinê 

    Rojek nîne ku li Başûrê Kurdistanê bêyê kuştin û xwe kuştinan jinan derbaz bibe. Li roxmê ku rêxistinên pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinan hene jî her roja ku diçe zêdetir dibe. Tenê di nava çar mehan de 3 hezar û 972 tunditujiyên li beramberî jinan hatine tomarkirin ku herî zêde li bajarê Hewlêrê ev buyer rudane. Di nava çar salan de rêjeya daneyan ji sedî 33 zêde bûye.

  • Jinên Qamişlo amedekariyên cejnê dikin 

    Jinên bajarê Qamişlo yên ku amedekariyên Cejna Qurbanê dikin û bi çêkirina kulîçe, nokê sêlakê û cureyên cuda yên şêraniyê ve mijûl dibin kêfxweşiya hatine cejnê ji me re parve kirin û gotin: “Xweşbûna cejnê bi çêkirina şêraniyên li ser destan, kombûna malbatan û gera zarokan xweş dibe.”

  • Li Îdlibê jinên ku hevjînên wan girtî ne rastî sextekariyê tên 

    Ji ber şerê bêserûber ê bi salan e li Sûriyeyê didome, gelek kes bê sedem hatine girtin û malbatên wan nizanin li ku tên girtin. Jinên ku bi zarokên xwe re barê jiyanê ketiye ser milên wan, ji bo aqubeta hevjînên xwe hîn bibin, pere didin parêzer û kesên têkildarî wan karan lê rastî sextekariyê tên.

  • Li Lîbya yê ji bo alîkariya xizanan Bazara Xêrxwaziyê hat vekirin 

    Di van rojên li welatên misilman amadekariyên cejna qurbanê tên kirin de li gelek welatên weke Lîbya di rewşek şer û pevçûnê de cejin heye lê ji bo malbatên xêzan ên nikarin xwarinekê ji zarokên xwe re bigirin mîna kabûsekê ye û neçarin ku pir xebat bikin da ku buhayê qurbanê cejnê peyda bikin. Ji ber ku bihayê qurban li Lîbiya yê pir bilinbûye gihiştiye 1000 dînar î. Ji bo piştevaniya hejaran hindek Rêxistinê mirovî dibin alîkar da ku qurbaniyê cejnê ji malbatên feqîr re peyda bikin û hindek Rêxistinên din jî bazarên xêrxwaziyê vedikin, derfetê firotina berhemên karê dest ên malbatên xêzan peyda bike.

  • Hemleyên jinên Tunisê li hemberî tecawîza di wesayîtên veguhestinê de 

    Xebatên Komeleya Jinên Tunisê bi hamleyên cihêreng hewil dide pêşiya tacîz û tecawîza tayîbetî jin di wesayîtên veguhestinê de pêre ru bi ru dimîne bigire. Heta niha gelek hamleyên weke "Tacawîzkar bi me re siwar nabe”, “Cihê tecawîzkar zindan e” û “Tacawizkar li ser me jinan xeter e” dane despêkirin û heta cihekê encamgîr jî bûne.

  • “Her şev balîfa min bi rondikên dîtina wêneyên gund şil dibe” 

    Zehra Îbrahîm a 70 salî ji ber dagirkeriya dewleta tirk, ji gundê Qasimiyê neçarî koçberiyê dibe û li taxa Hemra ya navçeya Til Temirê dijî, behsa bîranînên gundê xwe kir û got: "Tenê min kilîta mala xwe bi xwe re derxist bi hêviya ku rojekê ez vegerim mala xwe û dîsa deriyê mala xwe vekim û li bin siya dara xwe jiyana xwe bidomînim."

  • Xizmên Windayan aqubeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz pirsîn 

    ÎHD a Amedê û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" de aqubeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz pirsîn.

  • Dayikên Şemiyê: Emê dev ji Meyîdana Galatasarayê bernedin! 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de li ser doza ku li wan hatiye vekirin rawestiyan.

  • Raporek balkêş li ser jinên Efgan 

    AIHRC di rapora xwe ya li ser geşedanên dawîn ên li Afganistanê de, diyar kir ku tenê di pevçûnên meha Tîrmehê de 191 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1059 kes jî birîndar bûn, her wiha 78,911 malbat jî ji ber şer koçber bûne.

  • Rojnameya Wekhevî bûyer û geşedanan ji pênûsa jinan dide 

    Rojnameya Wekhevî li Îraqê bûyer û geşedanên jinan ji pênûsa jinan digihîne xwêneran. Rojnamevan Sera Ednan a di rojnameyê de demdirêje kedek mezin dide got: “Bi xebatên rojnameyê re me dît ku jin zêdetir bi baldarî bûyeran dişopînin û ziraviyan dibînin, paşê jî bi tewazûn li hev tîne. Ji ber wê baldariya xabatê rojname di nava demek kin de di nava jinan de gelek belavbû û cihê xwe di malan de girt.”

  • Jinên Cezayîrê li dijî tecawiz û şîdetê Sepana The Soroity dan destpêkirin 

    Di demên dawî de li Cezaîrê 9 hezar jin rastî destdirêjiyê hatine, aktivistên Femînist ji bo pêşî li destdirêjî û tundiya li dijî jinê bigirin Sepanek dane destpêkirin ev Sepan cihê xeteriyek lê heye diyar dike.

  • Yek ji situnên şoreşa 19’ê Tîrmehê perwrede her dema salê berdewame 

    Bi armanca pêşxistina xebatê perwerdehî û fêrbûnê di şoreşê de perwerde pêşiya her karî tê û her dema salê dewam dike.

  • “Sedema sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinê siyaseta Başurê Kurdistanê ye” 

    Xwendevana Beşa Felsefê ya Zanîngeha Silêmaniyê Şadî Adil da zanîn ku sedemek sereke ya zêdebûna tundiya li ser jinan siyaseta li Başurê Kurdistanê tê meşandine.

  • Roksan Mihemed: Qutkirina avê karesetek jiyanî û tenduristî bi xwe re tîne 

    Endama Navenda Tenduristî ya Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Roksan Mihemed da zanîn ku qutkirina ava Elok tenduristiya milyon û nîvek dixe xeterê û banga çareseriyek lezgîn ji bo rewşa avê kir.