civak/jiyan

  • Jiyanek zehmet di taxek bê xizmetgozarî de 

    Taxa Kelekan yek ji taxên li bajarê Silêmaniyê ye ku tu xizmetgozarî lê nayê kirin. Runiştvanên vê taxê di werza zivistanê de ru bû ruyî zehmetî û rewşa xirab a jiyanê tên. Ji ber barîna zêde xaniyê hinekan xirabûne û ger baranek zêde were wê xaniyê gelek malên dinê jî xira bibe.

  • Ji ber şer û koçberiyê zarokên Idlibê ji xwendinê bêpar dimînin 

    Zarokê bi navê Mohab Husên ê 11 salî piştî ku di dawiya sala 2019’an de ligel malbata xwe ji bajarê xwe Maarat El-Numan koçber bûn û li kampên ne fermî yên Sarmadayê bi cih bûn, xwendina xwe rawestand. Mohab dibêje ku ew di pola sêyem a dibistana seretayî de bûye dema koçber bûne û nikaribûye careke din vegere dibistanê ji ber nebûna dibistanan li kampê.

  • Koçberbûn çareserî ye yan xeletî ye? 

    Sedema koçberbûnê encama xirabûna rewşa siyasî, civakî û aborî ya Başûrê Kurdistanê ye ku koçberbûn lê zêde bûye. Erka desthilatdar û hikumetê ew e ku xizmet û parastina hemwelatiyan ji dagirkerî û şerê navxweyî bike.

  • Jinên Yemenê di sala nû de bi hêviya aştiyê ne 

    Çalakvana mafên mirovan Diyaa Îbrahîm ji paytexta demkî Adenê, di wê baweriyê de ye ku daxwazên jinan gelek in, ya yekem rawestandina şerê ku jinan di hemû waran de gelek êş jê kişandiye lewre jin berdêla nakokiyên ku jiyana wan veguherandine perîşanî û belengaziyê didin.

  • Di sala 2021`ê de bîlançoya tundiyê ya li Kobanê 

    Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bîlançoya asta tundiyê, kuştin û xwekuştinê ya di 2021`ê de ku li herêma Firatê pêk hatin, eşkere kir. Qudret Osman bal kişand ku sedemên zêdebûna asta tundiyê gelek in û da zanîn ku di 2022`an de plansazî û projeyên wan ên li dijî tundiyê hene.

  • Andaleb Adwan bi xebatên xwe yên salan e berpirsyariyên girîng bi cih tîne 

    Civaka Fîlîstînê bi gelek modelên femînîst dewlemend e ku di damezrandina saziyên wê yên sereke de bû bingeh û tevî astengiyên Îsraîlê û pirsgirêkên ku di encama rewşa siyasî de derketin jî erka pêşvebirinê girt ser milên xwe. Mînaka herî diyar jî Andaleb Adwan e.

  • Berxwedana 300 roj û çar demsalan: Emîne Şenyaşar 

    Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ji bo du zarokên xwe û hevserê xwe yên hatin qetilkirin dest pê kiribû, ket roja 300’an. Ji her qîrîna ji bo edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê li edaletê digere, bi zilmê bersiv hat dayîn. Emîne Şenyaşar di vê heyama 300 rojî de hat derbkirin, binçavkirin, rakirin nexweşxaneyê û der barê wê de 12 caran lêpirsîn hat vekirin.

  • Xizmên Windayan ji bo 6 jê zarok 17 kesên hatine qetilkirin edalet xwestin 

    Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD a Amedê vê hefteyê li aqûbeta 6 jê zarok 17 kesên ku di komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin pirsîn.

  • Dayikên Şemiyê: Emê di sala nû de li hemberî bêmafiyê dengê xwe bilind bikin 

    Dayikên Şemiyê yên di hefteya despêka salê de aqubeta Hayrettin Eren ê 21’ê Mijdara 1980’an li semta Saraçhane ya Stenbolê bi hevalek xwe re hatî windakirin pirsîn û gotin: “Emê di sala nû de li hemberî bêmafiyê dengê xwe bilind bikin.”

  • Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo pergalek wekhev û adil xebatên xwe didomîne 

    Reşan Mehmûd diyar kir ku yek ji rêgezên bingehîn ên Meclisa Jinên Sûriyeyê ew e ku jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî, bingeha civakek azad, xwedî hişmendî û rêxistinkirî ne û wiha domand: "Meclis û hemû şaxên wê armanc dikin ku jin bikaribin di cihên biryardayînê de beşdar bibin û destûra Sûriyeyê ya nû bi awayekî ku mafên wan di hemû warên jiyanê de dixe bin temînatê û ji bo avakirina civakeke demokratîk kar bikin."

  • “Di nava salê de çalakiya me ya bi bandor greva birçîbûnê ya 9 mehena dom kirî bû” 

    Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek di derbarê xebatên wan ên sala 2021’an de nirxandin kir û got: “Bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ re me gelek xabat dan meşandin, yek ji wan jî greva birçîbûn ya 9 mehan dewam kirî bû. 5’ê Mijdarê me konferansa xwe li darxist û di wê de bernameyên dewlemend ji bo sala nû da pêşiya xwe.”

  • Kargehên keviran ên li derdora kampan ji bo zarokên Idlibê metirsîdarin 

    Kanên keviranê yên li derdora kampên koçberan ên li Idlibê ji bo zarokên kampan metirsîdarin. Zarokên berê dibin bombebaranê de dayik, bav, xwişk û birayên xwe windakirine dema dengê teqîna kanên keviran dibihîsin wan bûyeran dubare dijîn.

  • “Yêkîtiya Jinên Suryan li ser pêşxistina jinan dixebite” 

    Cigîra Yekîtiya Jinên Suryan û Cigîra Rêveberiya Jin a Herêma Cizîrê, Sebah Şabo xebatên xwe yên salekê nirxand û got: “Bi sala nû re em ê dewreyên pîşeyî yên mîna hemşire, dirûnxane, kompiter, malên parastina jinan û pêşdibisitanan li navçeya Tirbespiyê û Dêrîkê vekin”

  • Li Cezayîrê hejmarên tirsnak ên hevberdanê pirsgirêkên malbatan girantir dike 

    Her diçe li Cezayîrê daxwazên hevberdanê zêde dibin û pirsgirêka hevberdanê weke pirsgirêkek sereke di korîdorên edliyeyên Cezayîrê de tê dîtin. Jinên siyasetmendar û civaknas li ser mijarê nirxandinên giring kirin û dan zanîn ku ji ber di despêkê de zewacê weke bingeha malbatê û karek cidî nagirin, kêfî nêz dibin paşê jî weke pirsgirêkek sereke derdikeve pêşiay wan.

  • Xebatên salê yên Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî 

    Endama Rêvebera Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî kar û xebatên Tevna Arikariya Jinên Êzidî ya sala 2021’an nirxand û ji bo bernameya sala nû jî da zanîn ku bernameya wan a sereke dê xebata ji bo rizgarkirina 3 hezar jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de be.

  • Çalakiyên jinên Başûrê Kurdistanê di nava sala 2021’an de lidarxistine 

    Di nava salê de çalakî û helwesta jinên Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî, aborî û civakî de diyarbû. Jin hem li hemberî dagirkeriya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser axa wan hatî kirin hem jî li hemberî nêzîkatiyên deshilata siyasî ya li hemberî jinan û civakê bêdeng neman û di nava çalakiyan de bûn. Di van helwestên xwe yên bi rêxistinî de gelek deskeftî bi dest xistin ku yek ji wan jî derbazkirina sîstema kotayê ya ji bo çuyîna Parlemena Îraqê bû.

  • Li Urmiyê di meha Kanûnê de 3 jin ber bi întîharê ve hatin ajotin 

    Li bajarê Urmiyê, mirinên di dîrokên cuda de di bin navê “întîharê” tên jiyan kirin nay zelal kirin. Nûçeya herî dawî ya ajotina întîharê ji, li gundê Ghonî ya giredayî Bradostê hat.

  • “Kombûna Jinên Zenûbya mafên jinan di civakê de misoger dike” 

    Endamên Kombûna Jinên Zenûbya, kar û xebatên salekê nirxandin û gotin: “Li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêre Zorê, piştî ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, Kombûna Jinên Zenûbya gelek karên serkeftî bi rê ve dibin.

  • “Emê sala bê li ser zewacên temenê biçuk, kuştin û şideta li ser jinê bixebitin” 

    Berdevka TAJÊ Sebîha Seberî kar û xebatên salekê yên tevgera wan dayî meşandin nirxand û ji bo bernameya sala bê dayîn pêşiya xwe jî ev agahî da: “Me weke TAJÊ armanc kiriye ku di sala pêşiya xwe de em kongireya xwe li dar bixin. Her wiha emê hewil bidin tevahî xebatên dibin siwana tevgerê de bihêztirbikin. Emê di sala nû de ji bo xwe bikin armanc ji bo zewacên temenê biçuk, kuştin û şideta li ser jinê çênebe emê rêxistina xwe bihêz bikin û perwerdeyên xwe yên fikrî zêdetir bikin.”