civak/jiyan

  • Ji ber şer hê jî zarok û jin li Idlibê jiyana xwe ji dest didin 

    Li Idlibê ji ber rewşa aborî ya xirab, xizanî û koçberiyê gelek zarok û jinên Idlibê li hawirdorên xeternak ji bo lêgerîna li xwarinê û cilan di nava çopan de û di nava zeviyên çandiniyê yên ku bombe û mayinên neteqandî li wan hene, dixebitin û ev jî dibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

  • Ji ber gotinên xirab xwendekar naxwazin biçin dibistanan 

    Xwendekar li dibistanan gelek caran rastî gotinên xirab ên mamosteyan tên. Ev yek dibe sedem ku xwendekar ji dibistanên xwe sar bibin û naxwazin bixwînin.

  • Jin şopên lêdanê bi hine makyaj û deqan vedişêrin 

    Bajarê Xezayê yek ji bajarên bi çîrokên jinên rastî tundiyê hatine dagirtî ye. Jinên ku rastî tundiyê tên bêdeng dimînin û dev ji mafê xwe yê jiyana bê tundî û bi rûmet berdidin û hewl didin şopên şîdeta ku li wan hatiye kirin bi heman rêbazê veşêrin. Ev hînbûyûna şîdetê ji ber nêrînên civakê ye lewre zîhniyeta baviksalar wî mafî dide mêr ku şîdetê li jinan bike di bin navê terbiyekirinê de.

  • Maryam Belala: Kesên ku ji tundiyê rizgar bûne nayên parastin 

    Maryam Belala diyar kir ku Navenda Jinan li Şedayê tekane navenda pêşwazîkirina jinên mexdûrên şîdetê ye û komeleya wê tenê parastina jinên ku diçin navendê pêk tîne û wiha domand: "Tevî zêdebûna hejmara jinên ku her roj rastî şîdetê tên jî tu mekanîzmayên parastinê û ne jî însiyatîfên ji bo parastina jinên di şert û mercên zehmet de dijîn tune ne.”

  • Li Herêma Başûrê Kurdistanê zêdebûna zewaca temenbiçuk 

    Ranya yek ji devera Başûrê Kurdistanê ya lê zewaca temenê biçûk zêde bûye û ya herî metirsîdar jî ev bi daxwaza malbatan tê kirin. Jinên di temenê biçuk de hatine zewicandin diyar kirin ku teqez divê pêşî li vê yekê bê girtin û gotin: “Ev yek dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên civakî, pêre jiyana wan zarokan ji dest diçe û hevberdan zêde dibe.”

  • Parêzer Lubna Makki: Bi vî awayî bîmekar mafên xwe ji şîrketên bîmeyê distîne 

    Krîza aborî ya Lubnanê her ku diçe zêdetir dibe û bi xwe re qeyranek di warê tenduristiyê de tîne. Dibe ku tê de rakirina yarmetiyên li ser piraniya dermanan, nemaze dermanên ji bo nexweşiyên kronîk, vedihewîne û kampanyayên bîmeyê ji ber guherîna bihayê dolar, zêdekirina lêçûnên nexweşxane û dayîna sîgortayê li gorî rêjeya dolar, erkên xwe yên nexweşxane û laboratuaran paşve vedigerînin. Lê gelo kampanyayên bîmeyê bi hebûna girêbestek ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, dikarin ji erkên xwe birevin.

  • Rehên çanda xwedawendiyê ji bo Mîtra bûn serhildana li dijî tacawizkariyê! 

    Mîtra keçeke Îranê ye û navê xwe ji xwedawendek girtiye; li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê zilamê ku ji bo sersaxiya bavê xwe hatibû mala wan ve rastî tewacizê hat, tecawizkarî bi wê yekê bi dawî nebû her wiha rastî destdirêjiya zayendi ya kurê mezin a mêrê ku pê re hat zewicandin jî hat. Mîtra piştî bi salan şîdeta sîstematîk dît, biryara veqetînê da, niha jineke bi hêz e ku bi xebata xwe li ser lingan disekine. Yekane daxwaza Mîtra ew e ku her du zarokên xwe bigre û jiyana xwe azad bijî.

  • Zarok ji ber bikaranîna bê kontrol a înternetê ber bi nexweşiyên fizîkî û derûnî ve diçin 

    Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan, (UNICEF) di daxuyaniyeke fermî ya ku di Nîsana 2020’an de weşand de got ku bi milyonan zarok di bi xetera ji ya koronayê mezintir de ne. Rêxistinê di daxuyaniyê de eşkere kir ku demên dirêj têkiliya zarokan a bi jiyana sanal re wan ber bi îstîsmara zayendî ve dibe. Mesele ne tenê di vir de ye lê nebûna çavdêriyê, dihêle ku wan ber bi tundûtûjî û zirardayînê ve bibe.

  • Di Akademiya Şîlan Kobanê de dewreyên perwerdekirina mêran 

    Endama Komîteya Perwerdê ya Kobanê Dîrok Misko diyar kir ku ewê weke Komîteya Perwerdê ya Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 16 rojan ên li hemberî tundiya li ser jinê de ji bo mêrên herêma Firatê dewreyek perwerdê vekin û wiha got: "Ji bo hişmendiya mêrê serdest di nava civakê de bê rakirin, em ê perwerdeya mêran li Kobanê vekin."

  • Dayikên Şemiyê: Emê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin 

    Dayikên Şemiyê darezandina qatîlên Îbrahîm Demîr û Egît Akîpa yên di sala 1991’an de li Hezexa Şirnexê di binçavan de hatin kuştin kirin.

  • Xizmên Windayan: Bila winda bên dîtin û faîl bên darezandin 

    ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqubeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li Farqîna Amedê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hat revandin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

  • Jin ji ber xizmeta nava malbatê demê ji bo xwe nabînin 

    Jinên Iraqê yên ku dizewicin mecbûr in li gel malbata hevjînên xwe bijîn û ev jî zehmetiya jinan zêdetir dike, di navbera erkên zewacê, malbatî û tenduristiyê de bandorên neyînî çêdike.

  • “Perwerde rêya azadiya civak û jinê ye” 

    Jinên Şengalê xwe li ser pîvana civakek bitendurist bi fikira rast pêkane perwerde dikin û bi idane ku jiyanê ji nû de ava bikin.

  • “Jin li Efrînê bi îşkence û kiryarên hovane re rûbirû dimînin” 

    Endama komîteya edaleta mala jinan a kantona Efrînê Yesmîn Qadêr bal kişand ser kiryarên ku li herêmên dagirkirî li ser jinan pêk tên û got: "Li Efrîna dagirkirî rojane jin tên hedefgirtin û di îşkenceyan re derbas dibin. Em li Şehbayê qîrîn û hewara jinên Efrînê ji cîhanê re radighînin."

  • "Sedemê xweşewitandina jinan tundiya nava malê ye" 

    Derunas Neşmîl Resul girêdayî sedemên xweşewitandina jinan a li Herêma Başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe û rêyên çareseriyê got: “Gelek jin piştî xweşewitandinê tên li gel min seyansên qotrola derûnî werdigirin. Dema bi wan re sohbet dikim dibêjin: ‘ger em bizanîn rêyek din a çareseriya pirsgirêkan heye me rêya xweşewitandinê ne di hilbijart.’ Di vê derê de bêçaretiya ku diçe heta biriyara xweşewitandinê dibînim û li ser mijara çareseriyê min dide fikirandin.”

  • Ji dayika Pakîze Oztaş banga edaletê: Bila mafê keça min li erdê nemîne 

    Lêpirsîna Pakîze Oztaş a ku di Gulana 2020’an de li Dutaxê bi guman jiyana xwe ji dest da, tevî ku wext di ser re derbas bû jî bi dawî nebû. Dayika Jiyan Başboga banga edaletê kir û got; "Bila mafê keça min li erdê nemîne." Parêzera malbatê jî bal kişand ku dosya hê di pêvajoya lêpirsînê de ye û nehatiye bidawîkirin.

  • “Dewleta Tirk ketiye halek wiha êdî êrîşî kampa me ya penaberan dike” 

    Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker ji warê xwe koçber bûne dîsan ji êrîş û hovîtiya dewleta Tirk xilasnebûne dibêjin: "Xwesteka dewleta Tirk a dagirker ew e ji deverên ku em lê dijîn dîsan koçberî deverên din bike. Xewin û xeyalên Erdoxan tu carî bi êrîşan pêk nayê ji ber ku gelê Kurd xwedî îradeyek bê hempa ye."

  • Li Filistînê di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiyê de çalakiyên jinan berdewamin 

    Wefaa Helles anî ziman ku zagona parastina malbatê ji tundûtûjiyê ne tenê jinan, hemû endamên malbatê eleqedar dike, ji ber ku girêdayî zêdebûna bûyerên tundî û tawanan e. Bendên qanûnê di navbera qanûnên serdema Osmanî û qanûnên Urdun û Misirê de belawela man, ji ber ku van qanûnan bi hev re ji bo jin û zarokan parastineke tam pêk nedianîn.

  • "Aloziya ji ber qutkirina ava Firatê berdewam dike" 

    Cîgira Encudamena Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Emîne wiha got: "Ev 10 meh in ku dewleta tirk bi rehetî para me ya ava Firatê kêm kiriye. Lê hevpeymaneke fermî hatiye îmzekirin divê berpirsyarên hevpeymanê xwedî li erka xwe derkevin."

  • Rojnamegerên jin li Filistînê di mercên zehmet de karê xwe dikin 

    Di konferansa "Rojnamegerên Jin Diaxivin" de komek rojnamegerên jin behsa tecrubeyên xwe yên li ser kar û zehmetiyên ku di dema êrîşên dawî yên li ser Xezayê de rû bi rû mane, kirin.