civak/jiyan

  • “Di tevahiya salê de me hewl da em tundiya li hemberî jinên Cezayîrê ragihînin" 

    Der barê Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrî de seroka wê Atîqa Herîşan ji ajansa me re axivî û got: "Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrê yek ji komeleyên jinên Cezayîrê ye ku bi pirsgirêkên jinan, malbat û civakê re têkildar e. Di sala 2013'an de ji aliyê komek ji rêveberên jin ên ku di saziyên xwendekar ên berê de xwedî tecrubeyên komeleyê û xebatên xwe bûn ve, hat avakirin.”

  • Di nava bermahiyên şer de lêgerîna debara jiyanê 

    Ji ber şer û pevçûnên ku bi salan e li Sûriyeyê didomin, bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe bûne. Zarokên ku tu wateyê nadin vê rewşê, di ser de bi barên herî giran re rûbirû dimînin. Zarokan ku ji neçarî dixebitin di dema xebata xwe ya li atolyeyê de neçar dibin barên giran ên hesin, gule û fuzeyan hilgirin. Ev bar li gorî bedena wan a biçûk nîn e, li gorî bedena mezinan e lê zarok bi lawaziya bedena xwe neçarî barên giran dibin, digel xebata li ser paqijkirina depoyê, veqetandina hesin û barkirina wesayîdan.

  • Texrîd Cûma: Armanca me ew e ku em bigihîjn asta civakeke demokratîk 

    Yekitiya komîteyên jinên Filistînê bi armanca gihîştina civakeke demokratîk û dûrî hemû cureyên tundiya li dijî jinan, dixebite û her wiha xizmet û piştgiriyê ji bo jinên paşghuhkirî, xizan û yên ku rastî tundûtûjiyê hatine pêşkêş dike, di heman demê de yekitî ji bo pêşkêşkirina alîkariya ji bo zarokan jî dixebite.

  • “Jiyana li gundan xweza, ked û dilnizmiya mirovan di nava xwe de dihewîne” 

    Fatime Nezîr der barê jiyana xwe ya li gundan û rewşa çandiniya li gund de got: “Ji dema ku min çavên xwe li dinê vekiriye ve ez li gundan dijîm û rojekê jî nefikirîme biçim li bajaran bijîm. Ji ber ku gund xweza, ked û mirov hevpar in û di nava ahengekê de hev temam dikin. Gundê me pir xweş e, jiyana me hêsan û dilnizm e. Li gundan jiyan weke fêkiyên salê yên gihîştî ye her diçe bitam û bedew dibe. Di gundê me de hemû jin çandiniyê dikin û di pîvanên wê de pispor in. Bi xwe du bexçeyên min hene dema ez yekî diçînim, axa yê din rehet dikim ev jî yek ji rêbazên qîmetdayina axê ye.”

  • "Pirsgirêk bi wijdan û exlaqê civakê çareser dibe" 

    Endama Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Kobanê Ilham Silêman, behsa dozên jinan û pirsgirêkên ku rojane di nava civakê de diqewimin sedemên wan çine û wê çawa bê çareserkirin kir û wiha got: "Bi rêka zagonên em hewl didin ku hemû pirsgirêkan çareser bikin, lê divê em bi wijdan û exlaqî van pirsgirêkan çareserbikin."

  • Weqfa Adwar bi salan e xizmetê ji jinên Filistînê re dike 

    Weqfa Adwar ku 11 sal e bi xebatên xwe hewl dide rewşa jinan di warê civakî, aborî û siyasî de baştir bike; di sala 2022'an de jî dê hewl bide bernameyên xwe bi pêş bixe da ku hemû qadan bigre nava xwe.

  • Tundûtûjiya nava malê li Idlibê dibe sedema mirina zarokan 

    Zaroka bi navê Nahla Osman a 6 salî ji aliyê bavê xwe ve bi rojan di qefeseke hesinî de bê nan û vexwarin hatibû hiştin, jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku tolê ji dayika wê ya ku daxwaza hevberdanê kiribû û çûbû, her dem îşkence li zarok dikir û ji ber wan îşkenceyan gelek nexweşî pê re çêbûbûn.

  • Jin û jiyana xwezayî ya li gundewarên Dêrika Hemko 

    Jinên gundê Girkê Selma yê girêdayî bajarê Dêrikê ye dibêjin ku jiyana gundan komînal û xwezayî ye û ji jiyana bajaran xweştir e. Jinan destnîşan kirin ku girêdana wan bi gundê wan ve heye û rojeke jiyana li gund nadin bi sed rojên li bajaran.

  • Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê axa xwe diparêzin 

    Di nava hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, gelek çîrokên jinan ên ji pêkhate û zimanên cuda, bi armanca hevpar a rizgarkirina jinan ji zîhniyeta civakê û parastina xakê ji êrîş û komployan hatin berhevkirin.

  • Ji bermahiyên şer, strageh avakirin… 

    Cemîla Ebdellah a ku tevî malbata xwe li gundê Şêx Elî dijiya, neçar dimîne ku ji ber êrîşên dijwar yê dewleta tirk a dagirker ji gund derkeve û li gundê Til Şinan di konekî de bijî. Cemîla behsa rêwîtiya koçberiya xwe kir û da zanîn ku were xwestin wê di cihê mirîşkan de jî bijî lê tenê li ser axa xwe û di gundê xwe de be.

  • Fethiya Salim El-Şiblî: Yekitiya jinên Ecdabiya sîwanek e hemû komên jinan di nav xwe de dihewîne 

    Yekitiya jinan di hemû waran de û di warê siyasî de jî roleke sereke di bihêzkirin û piştgirîdayîna jinan de dilîze ji ber ku sîwanek e û bingehek ji wan re peyda dike ku zanyarî û hişyariyê dide wan û siyasetên giştî yên girêdayî jinan di civakê de pêk tîne. Her wiha yekitî ji ber ku rêxistin û saziyên jinan di nav xwe de dihewîne, bingehek mezin ji hewcedariyên jinan re ava dike.

  • Li Idlibê piraniya mexdûrên tên revandin jin û zarok in 

    Li Bakurê Sûrî ya ku rojane bûyerên revandin û wendakirinê diqewimin, her diçe zêdetir dibe. Ji ber şert û mercên şer û bê ewlehiya ku li herêmê tê jiyîn, gelek jin û zarok tên revandin ji ber mercên zor jiyana xwe ji dest didin.

  • Daxwazên jinên penaber vegera cihê wane 

    Jinên ku li Kampa Newroz a Dêrikê bi cih bûne, nêrîn, zehmetî û daxwazên xwe parve kirin. Di heman demê de, teqez kirin ku dê mafên wan ji dewleta tirk a dagirker re nemîne û dê vegerin ser axa xwe.

  • Jina ku li Rihayê rastî tundî û destavêtinê hat ket bin parastinê 

    Li Rihayê jina penaber a ji ber ewlehiyê navê xwe parve nekir, diyar kir ku ji aliyê mêrekî ku madeyên hişbir bikar danî rastî destavêtin û tundiyê hatiye. Jina ku di derbarê hevjinê xwe û êrîşkar de gilî kir, ket bin parastinê. Şêniyên bajêr jî ji ber di demên dawî de zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, bi van gotinan bang li rayedaran kirin û gotin, “Em êdî ji tirsan nikarin zarokên xwe derbixin kolanan.”

  • Mamosteyên waneyên Kurdî didin li Efrînê ji dibistanan tên avêtin 

    Mamosteyên Efrînê ku niha li Şehbayê dimînin der barê derxistina mamosteyên Kurdî ji dibistanên li Efrînê de axivîn û wiha gotin: "Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta tirk ji bo ku armanca xwe pêk bîne û zimanê Kurdî tune hesab dike mamosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan avêtin û li şûna waneyên Kurdî waneyên Tirkî û Erebî tên dayîn."

  • Baxçe û danîngehên zarokan derfeta xebatê didin dayikan 

    Ji bo ku dayik bikaribin kar bikin û zarokên xwe li cihekî bi ewle û bawer bihêlin, Desteya Jinan a herêma Firatê projeya baxçe û danîngehan ava kiriye. Rêveberiya buroya çavdêriya zarokan Ezîze Salih dibêje: "Ev proje derfet e ji bo ku dayik bikaribin kar bikin. Li kantona Kobanê 7 baçxe û danîngeh hene û amadekariyên vekirina du danîngehên tê kirin. Bi giştî 530 zarok in û 118 kadro ne."

  • Dibistana rûxuyayî bi heriyê çêkirin, ji xwe û lawirên xwe re kirin strageh 

    Zehra Mihemed Elo dayika 4 zarokan e tevî du malbatên koçber li dibistana gundê Til Nesrî yê girêdayî navçeya Til Temirê bi cih bûne. Zehra serpêhatiya koçberiya xwe ji me re vegot û da payîn ku li cîhanê dibistan ji bo xwendinê ne lê li gel wan ev rêgez hatiye guhertin û li dibistanên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di sala 2015'an de bi bombeyan hatibû rûxandin, ji nû ve ava kirin û bû strageh ji wan û lawirên wan re.

  • Wefaa El-Ekkad: Armanca me pêşxistin û xurtkirina hêza jinan e 

    Têkildarî xebatên Komeleya Jin û Lênihêrîna Zarokan ji bo pêşketinê û destkeftiyên wê, Cîgira Serokê Desteya Rêveber a Komeleyê Wefaa El-Ekkad ji ajansa me re axivî û wiha got: Komeleya me komeleyek pêşketinê ye ku bi taybetî girîngiyê dide jin û zarokan. Em gelek xizmetên piştgiriya derûnî û hişyariyê pêşkêş dikin.

  • Tevlibûna jinan a zabiteyên şaredariyê maf û pêwîstiyek e 

    Endama zabiteyên şaredariyê Xedîr El-Îbrahîm di Nîsana 2021’ê de tevlî karê zabiteyê bû. Bi revlibûnê re têkiliyên bi gel re baştir bûn. Piştî ku şaredariya bajar di havîna 2016’an de hat vekirin Xedîr bû yekem keça ku di beşa zabiteyan de kar dike.

  • "Dorpêç zehmetiyên jiyanê bi xwe re tîne" 

    Hikumeta Şamê ji destpêka koçberbûna gelê Efrînê ji cih û warên xwe û bicihbûna li kantona Şehbayê ve dorpêçê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê nake, ev jî aloziyên jiyanê li gel Efrîniyan derdixe holê di heman demê de buhayê her tiştî ji ber dorpêçê zêde bûye.