civak/jiyan

  • “Kuştina bi mayînan ji ber bêdengiya mirovahiyê ye” 

    Ji ber şerê heşt salan ê di navbera Iraq û Îranê de gelek ji xelkên Pêncewînê beşek ji bedena xwe di encama qazayên ji ber mayînan winda kirine û astengdar mane. Sedema vê ya sereke jî çandina mayînan li navçeyên dorûberên zeviyan e, ev jî jiyana hemwelatiyên Pencewînê xistiye nava metirsiyê.

  • Li Misirê li dijî sinetkirina jinan çalakiyên hişyariyê 

    Yek ji şêwazên herî xerab ên şîdeta fîzîkî li dijî jinan di dema zaroktiya wan de sinetkirin e. Sinetkirina jinan bandorek neyinî di warê tenduristî, derûnî û civakî de çêdike, tu sedem û huncet nîn e ku malbat canê zarokên xwe binpê bikin û vî sûcî der barê keçên xwe de pêk bînin, ev yek jî dibe sedem ku hemû cîhan li hemberî vê diyardeyê çalakiyên hişyariyê dest pê bike.

  • Projeya "damezrîner û rêber" ji bo bilindkirina rola jinan di civaka sivîl de hat organîzekirin 

    Projeya "damezrîner û rêber" ku ji aliyê platforma Athr ve ji bo piştgiriya civaka sivîl hat organîzekirin û piraniya xebata vê projeyê ji bo jinan ji bo ku karibin bi awayekî stratejîk plansaziya rêvebirin û avakirina rêxistinan bikin e.

  • "Kuştina bi mayînan ji ber bêdengiya mirovahiyê ye " 

    Li herêma Kurdistanê bi taybetî li navçeyên ser sînoran ji ber hebûna mayînên çandî heta niha jiyana hemwelatiyan di nava metirsiyê de ye, hikumet û aliyên pêwendîdar dibêjin ku ew hewl didin tune bikin lê belê hê jî hejmara qurbaniyên ji ber mayînên berê hatîn çandin kêm nebûye.

  • Komeleya Jin sala 2021'ê bi serkeftinên girîng derbas kir 

    Buşra Elî bal kişand ku ragihandina hevgirtina jinan yek ji biryarên stratejîk ên herî girîng e, ji bo pêşxistina çalakiyên hevpar ên jinan li ser asta herêmê û wiha bilêv kir: "Tişta herî girîng ku em îsal li ser disekinin dilsoziya vê hevgirtinê ye ku me navê "Hevbendiya Nada" lê kir, kurteya Hevbendiya Demokratîk a Jinan a Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.”

  • “Ji bo hevjîn û zarokên me yên ku hatin qetilkirin em ‘nobeta edaletê’ digrin” 

    Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser têkoşîna ‘Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku, du egalên ku ji bo piştgiriyê honandibûn ji her du malbatan re şandin. Xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe got; “Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin em bi qîrîna xwe ya bêdeng ‘nobeta edaletê’ digrin.”

  • Mamosteyên Idlibê ji ber kêmbûna muçe dev ji mamostetiyê berdidin 

    Hejmareke mezin ji mamosteyê Idlibê ji ber nebûna piştevaniya madî ji piraniya dibistanan re û fonên kêm dev ji mamostetiyê berdidin û tevlî karên din dibin.

  • Komeleya Dengê Zarok ji bo rûmetkirina nifşên pêşerojê ye 

    Bi armanca piştgirîdayîna zarokan di warê perwerdeyê de, Nelly Chidiac di sala 2008'an de komeleya "Dengê Zarok" damezrand lê qeyranên li dû hev ên ku ji şoreşa Cotmeha 2019'an vir ve rastî Lubnanê hatin, armancên komeleyê guhert û pêşkêşiyên wê cihêreng kir.

  • Kampanyeya "Têkoşîna Xêrxwaziyê" a ji bo zarokên Filistînê her diçe mezin dibe 

    Dîmenên zarokên Filistînê yên di sermaya zivistanê de pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heyî fikra avakirina înîsiyatîfa "Têkoşîna Xêrxwaziyê" bi rojnamevan Amal Hebîb re çêkir û ji bo serxistina vê xebatê kedek mezin da. Amal Hebîb da zanîn ku ew bi vê xebatê kêfxweşe ku her diçe belav dibe û malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heyî li wan digerin û derdê xwe ji wan re dibêjin.

  • Kiryarê tundiyê ku dûrxistin girt, bi rêya malbata xwe gefên xwe didomîne 

    Hatîce Kabaiş a ku 10 mehan ji aliyê mêrê ku dixwaze hevberdin ve rastî gefên kuştinê dihat, ji ber tundiya ku di vê demê de dît, milê wê şikest. Herî dawî dema ku kelepçeya elektronîk li ser kiryarê tundiyê Mehmet Kabaiş ê biryara dûrxistinê girt hat girêdan, vê carê ji aliyê malbata wî ve dest bi gefên kuştinê hat kirin.

  • Nûra di bin balafirên keşfê de ji bo parastina zarokên xwe binerd kola 

    Nûra Şêxmûs Ehmed a ji gundê Bab El-Xêr a Til Temirê di bin firîna balafirên dewleta tirk a dagirker de ji bo parastina zarokên xwe binerd dikole. Nûra da zanîn ku ew li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin dikin û ji dewleta tirk a dagirker û çeteyan re dibêjin: "Ger hun dixwazin koka me hilînin, ji bîr nekin ku em tov in û li her derê şîn tên."

  • Jinên Şehbayê: Dewleta tirk a dagirker dixwaze car din DAIŞ’ê zindî bike 

    Jinên Şehbayê li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê û êrişên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya wê di 20’ê Çileyê de li ser Hesekê hat pêkanîn axifîn û destnîşan kirin ku armanca van êrişan tunekirina aramiya herêmê ye.

  • Li herêma Kurdistanê hezar û 670 zarokên karker hene 

    Li herêma Başûrê Kurdistanê herî zêde zarokên karker li bajarê Dihokê dixebitin. Li gora zanyariyên rêxistina parastina zarokan a Kurdistanê hatiye aşkere kirin hezar û 670 zarokên karker hene.

  • Jinên rojnamevan ên herema Kurdistanê rastî zoran tên 

    Li gor rapirsîna rojnamevan Hejan Xalid dabû destpêkirin bi giştî di nava dû salên derbasbûyî de li herêma Kurdistanê ji sedî 85 rojnamevanên jin rastî zorkêşiyê hatine û destnîşan kir ku serkeftina karê jinan a di ragihandinê de, serkeftina li hemberî zorkêşiyê ye.

  • “Xwişka min ji ber fikrên xwe hat qetilkirin” 

    Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ayşenûr Şîmşek a di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin û cenazeyê wê li goristana bêkesan hat veşartin, edalet xwestin. Xwişka Ayşenûr Şîmşek Fatma Şîmşek diyar kir ku xwişka wê ji ber fikrên xwe hatiye qetilkirin û wiha got: “Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavê xwe, zarokên xwe nas dikin.”

  • Kêmbûna çavkaniya debarê çemê Firatê her diçe zoriyên jiyanê zêde dike 

    Nisrîn Kenan û Xalîse Hec Ebid Qadir der barê av û cereyana li herêmê de wiha gotin: "Dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan gefên xwe li ser herêmê pêk tîne, ji bo wê jî divê gelê herêmê bi me re bibe alîkar da ku em bikaribin bi hev re li dijî van kiryaran bisekinin û çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re bibînin."

  • Nobeta Edaletê: Wezaret ker û kor e 

    Xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan 74 roj in di "Nobeta Edaletê" de tên cem hev, bal kişandin ser wê yekê ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya wan bidome. Xizmên girtiyan bertek nîşanî bêdengiya Wezareta Dadê ya li pêşberî van çalakiyan bêdenge jî dan.

  • “Bi dengê zingilê şer, em xeta parastinê bihêz dikin” 

    Hêzên Parastina Civakî-Jin ku derketine kolanan û parastina taxên xwe ji xeteriya çeteyên DAIŞ'ê dikin dan zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê hêzeke terorê ne û xeteriyek li ser hemû mirovahiyê ne û gotin: "Divê civaka me li hemberî xetera çeteyên DAIŞ'ê baldar be û em ê welat û axa xwe ji çeteyan biparêzin."

  • Pencereya girtiyê ku bi salan e di hucreya yek kesî de ye jî girtin! 

    Bi pêvajoya pandemiyê re zêdebûna binpêkirinên mafên girtiyan jî zêde bûn û ev yek veguherî tecrîdê. Xizmên girtiyan bertekên xwe yên li hemberî vê rewşa tê jiyîn didomînin. Girtiyê bi navê Abdulkadîr Yilmaz ê bi salan di hucreya yek kesî de tê girtin û derûniya wî xirab bûye, ji bo dengê wî neyê bihîstin pencereya hucreya ku lê dimîne jî hat girtin her wiha tevî ku nexweş e jî nayê dermankirin.

  • Xwendekarên jin ên li Dêrsimê pirsgirêkên çûn û hatinê dijîn 

    Xwendekarên jin ên li Dêrsimê di yûrdê de dimînin, ji ber dûrbûna yûrdê ji navenda bajêr zehmetiyan dikşînin. Xwendekarên jin destnîşan kirin ku ji ber nehatina servîs û mînîbusan a ji bo yûrdê neçar in bi deqeyan di riya tenha de bimeşin û ji bo ewlehiya xwe daxwaza çareseriyeke lezgîn kirin.