civak/jiyan

  • Diyika giyanî ya kampa penaberan a Dêr Hesan: Mûna El-Qendeh 

    Mûna El-Qendeh ya ku li kampa penaberan a Dêr Hesan a Idlibê dimîne, tevî derfetên xwe yên kêm, destê alîkariyê dirêjî hewcedarên kampê dike û niştecihên kampê wê weke dayika giyanî ya belengaz û muxtara kampê binav dikin.

  • "Ez naxwazim ji ber kêmendamiya xwe dev ji jiyanê berdim" 

    Di nava van çend salên şer de li Iraqê nexweşî û kêmendamiya fizîkî pir belav bûye, bi taybetî di zarokên ku di demên şer de dayik bûne. Amanî Mihemed jî yek ji wan zarokan e ku dema hatiye dinyayê kêmendam bûye û niha jî ew jineke ciwan a 23 salî ye. Amanî Mihemed bi hêvî, xweşbînî û îsrar li hemberî zehmetiyên jiyanê disekine.

  • "Em ji bo bihêzkirina jinan di warê civakî û aborî de dixebitin" 

    Seroka Komeleya Amal û Karama Delîla Hoceyla da zanîn ku ew ji bo jinan di warê aboriyê de bixin nava lêhurbûnê perwerde dikin û got: "Ji 5 welatên cuda me jin di dewreyên perwerdê yên pirojeyên aboriyê de gihandin hev."

  • "Komîteya Hevpeymana Civakî ji nava pêkhateyan nerînek hevbeş armanc dike" 

    Hevseroka meclisa Ermen a Kantona Hesekê û Endama Komîteya reşnivîsa Hevpeymana Civakî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Erîv Qesebiyan da zanîn ku Hevpeymana Civakî dê gelê Ermen jî weke hemû gelên dinê yên li ser vê erdnîgariyê ji komkojî, qetilkirin û helandina çandî û dîrokî biparêz e û got: "Me hem meclisa xwe avakiriye û dibiniya wê de xwe rêxistin kiriye, hem jî di aliyê parastinê de hêza me heye dibiniya QSD’ê de xwe rêxistin kiriye. Ev mîsogeriya wê yekê ye ku carekdin emê desturê nedin komkujiyan û li hemberî helandinê parastinê bikin."

  • Rêxistina "Zad El-Xêr" piştgiriyê dide zarokên sêwî û jinan 

    Bi xirabûna rewşa aborî ya Iraqê û rewşa xirab a tendirustiyê êş û zehmetiyên jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên sêwî mane, zêdetirîn bûye.

  • Jinên temenê wan mezin beşdarî bernameya xwendin û nivîsandinê dibin 

    Li Xezayê bernameya xwendin û nivîsandinê ya di bin sîwana Komeleye Lênêrîna Kesên Temenê wan Mezin de hatiye aktîfkirin, ji aliyê jinên temenê wan mezin ve rastî eleqeyek pir mezin tê.

  • Li Mexribê hejmara mexdûrên bazirganiya mirovan zêde bûye 

    Di nav sê salên dawî de li Mexribê hejmara mexdûrên bazirganiya mirovan pir zêde bûye ku ji sedî 48 ji nav mexdûran kesên temen biçûk in, hejmara jinan gihîştiye 305’an ji wan 192 temen biçûkin û 213 mezinin.

  • Kampanya “Navê min navê dayîka min e” 

    Kampanyeya “Navê min navê dayika min e” ya ku sala 2018’an hatî despêkirin û niha ji aliyê rêxistina Xelk û Geşepêdanan ve bi xebtên nû tê mezin kirin heta niha ji aliyê 27 parlementer û kesayetên naskirî ve hatiye îmzekirin.

  • Hind Shalakany: Rêxistina Jinên Ereb di dema krîza koronayê de berê xwe da xebatên lêkolînê 

    Rêxistina Jinên Ereb dest ji xebatên xwe yên lêkolînê bernedaye, berovajî ew girîngiyeke mezin dide wê, bi taybetî di sala borî de, xebateke lêkolînî ya mezin ku di navbera pirtûkên zanistî, lêkolîn û gotarên siyasî yên giştî de li ser jinan cuda bû, pêk anî.

  • “Çareseriya bingehîn Hevpeymana Civakî ye” 

    Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Beşîra Ismaîl da zanîn di dîrokê de cara yekemîne gel bi vîna xwe li ser hevpeyîmana civakî nîqaş dikin û pêşeroja xwe diyar dikin lewma hevpeymana civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wekî serkeftina dîrokî û pêkanîna mafê hemû pêkhateyên herêmê pênase dike.

  • “Armanca me pêşxistin û bihêzkirina kapasîteyên ciwanan e” 

    Têkildarî têkiliya bi saziyê re, Hamsa Kerîm got: “Di destpêkê de me dît ku têkiliya bi çalakiyên bi vî rengî re dibe ku koma ciwan an jî civak ji bo guhertina jiyana xwe bi kêrhatî nebînin lê hêdî hêdî baweriyek bi ramanê çêbû. Divê em van salên dawî ji bîr nekin ku ji aliyê ciwanan ve li ser çand û pirtûkan baldarî heye û ev jî ji bo serkeftina kampanyayên me faktoreke girîng e.”

  • Zimanê bedenê û bandora wê li ser ragihandin û medyayê 

    Der barê girîngiya zimanê ragihandinê di jiyana me ya rojane de û di warê kar de, Leyla Şems El-Dîn wiha dibêje: "Zimanê bedenê ji bo hemû mirovan, ji bo xwendekarên zanîngehê, ji bo endamên malbatê yên di heman malê de û di warê kar û têkiliyên civakî de girîng e. Gelek enstîtuyên ku bi vî zimanî tên perwerdekirin hene lê mixabin di materyalên perwerdeyê de tune ne. Gelo çima zimanê bedenê di materyalên perwerdeyê ya xwendekarên dibistana navîn de cih nagire, yan jî çima di hemû materyalên seretayî yên zanîngehê de cih nagire?”

  • "Hikûmet di serî de ji bo berjewendiyên xwe dixebitin" 

    Tiştên ku der barê pêşniyarên lêkolînê de hatin gotin nêrîn in, ez bi xwe di wê baweriyê de me ku ya di serî de û rasterast bandorê li mirovan dike karesatên xwezayî ne, ji ber ku guherîna avhewayê bi rêveberiya gerdûnî re têkildar e û ev mijar ger dem di semînerê de hebûya dê bandorê lê bikira. Em dikarin bibêjin ku krîza koronayê jî li ser guherîna avhewayê, zêde bûye.

  • Şehrîban Tepelî: Em 38 sal in têkoşîna hiqûqê dimeşînin 

    Hevjîna mamoste Maksut Tepelî yê ku di 2'ê Sibata 1984'an de li Stenbolê hat binçavkirin, Şehrîban Tepelî pirsa kesên windayî kir û wiha got: “Ev 38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin da ku cihê gora Maksut bibînin û polîsên ku îşkence kirine bên darizandin.”

  • Projeya "Virtual young Changemakers" ramanên ciwanan vediguherîne projeyên pêşketina civakê 

    Ji bo pêkanîna ramanên ciwanan Rêxistina Aşoka ya Welatên Ereb projeya "Cirtual young changemakers" bi hevkariya dibistan El-îbtikar Xanê ku li Misrê û tevahiya welatên Ereb yekemîn e, organîze kirin û nêzî 60 xort û keçên ciwan ku temenê wan di navbera 14 û 21 salî de ye, ji Lubnan, Filistîn, Misir, Sûriye, Urdun û Tûnisê beşdar bûn.

  • Qedexekirina pirjinî û wekheviya mîras daxwaza jinên Mexribê ye 

    Bi derbasbûna 18'e salan li ser Zagona Malbatê ya Mexribê re komeleyên jinan û rêxistinên mafên mirovan daxwaza pejirandina guhertinên civakiyên mîsogeriya wekheviya zayendî dikin.

  • Navenda Ewlehiyê jinên Tûnisî yên ji tundiyê rizgar bûne hembêz dike 

    Stargehên jinên Tunisê ji bo jinên mexdûrên şîdetêne cihê vegotina serpêhatiyên wan ên mexduriyetê ne. Ji ber tenê jin dikarin xwe li stargehan bînin ziman û hinek wan guhdar bikin û pêre jî pêdiviyên wan ên jiyanî û derunî tên dabînkirin. Ji bo wê jî jinên piştî girtina stargehê li kolanan man li benda Navenda Ewlehiyê ya ku dê di cihê stargeha hatî gertin de bê vekirin in.

  • Ji bo mêrên Çiyayê Kizwanan semînera guhertina hişmendiya baviksalarî hat dayîn 

    Ji bo mêrên gundewarên çiyayê Kezwanan semînera guherîna hişmendiya baviksalarî hat dayîn.

  • “Xizmetên tenduristiyê beşek ji dîtinên civakî yên yekbûyî ne” 

    Hala Saqir da zanîn ku divê di şert û mercên heyî de piştevaniya tenduristiyê ji bo jinan bê kirin û wiha dom kir: “Divê rêz li şert û mercên heyî bê girtin û piştgiriya jinan bê kirin û di dema pêşkêşkirina xizmetê de rêz li wan were girtin.”

  • Penaberên Idlibê di peyîdakirina nan de zorî dibînin 

    Li kampên penaberan ên Idlibê ji ber zêdebûya bihayê tiştan peyîdakirina nan gelek zor bûye. Welatiyên Idlibê komek xêrxwazan çêkirine ku bi rêya wê dikarin nan bigihînin penaberên nikarin nan peyîdabikin.