civak/jiyan
-
Malbatên zarokên di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûn behsa wan kirin
Dê û hevalên zarokên ku li Til Rifetê ji aliyê dewleta dagirker a tirk ve hatin şehîdxistin gotin ku her kêliya jiyanê ew di bîra wan de ne, her ku deriyên xwe vedikin ew tên ber çavên wan û divê ku hesab ji kujeran were pirsîn
-
Bi hişyarbûnê şîdeta li ser bingeha zayendî bi dawî dibe
Li ser çalakiyên konferansê û bikaranîna wê ji bo kêmkirina şîdeta li ser bingeha zayendî, endama komîteya zanistî ya Rêxistina Lîbyayê ya Şêwirmendî û Psîkoterapiyê û endama komîteya zanistî ya konferansa zanistî Ghada El-Maxrabî ji ajansa me re wiha axivî: "Ev konferans bi taybetî ji bo krîzên ku Lîbya tê re derbas dibe û şerên ku derbas bûne, banga erênî û xweşbîniyê dike her wiha hewl dide ku çand û hişmendiya derûnînasiya erênî belav bike.”
-
Xizmên windayiyan aqûbeta Şevket Epozdemîr pirsîn
Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan, aqûbeta Parêzer Şevket Epozdemîr ku rojek piştî ku ji cihê karê derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin pirsin û daxwaza edaletê kirin.
-
Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser dozên ku hatin darizandin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Jiyan Tosun axivî û got: "Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."
-
Jiyana bi xebat û şoreşê dagirtî
Hemdiya Kûtê ya 65 salî, di rêwîtiya jiyana xwe de gelek êş û azaran ji ber rejîma Baasê kişandiye her wiha di salên 1985'yan de tevgera azadiyê nas dike û hevjînê xwe yê di partiya Şûî de kir Apoçî û li hemberî rejîma Baasê serî netewand. Bi hinceta ku dê nanê sêlê çêbike, agirê Newrozê dada û çend bîranînên din…
-
Diyardeya şîdeta li dijî zarokan di dibistanên Iraqê de gengeşiyê zêde dike
Tenê çend hefte di ser biryara wezareta perwerdeyê ya vekirina dibistanên li Iraqê derbas bûye û ev nêzî çend hefteyan e ku şagirt derbasî dibistanan bûne. Malperên tora civakî bûne amûrên ji bo şopandin û belavkirina dosyayên tundûtûjiya li ser xwendekaran di dibistanên seretayî û navîn de her wiha gilîkirina mamosteyan ji ber dan û standina wan a xirab bi şagirtan re bi taybet di dibistanên fermî de.
-
Jina aktîvîst ku rastî îşkenceya Talîbanê hat: Dibe ku em berdêla wê bidin, lê em ê bi ser bikevin
Gotina aktîvîsteke jin a Afgan ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, li dijî pêkanînên Talîbanê got: "Dibe ku em berdêla wê bidin, lê em ê bi ser bikevin " bi me dide hîskirin ku berxwedana jinê têkoşîneke pîroz a ji dîrokê heya îro ye. Aktîvîsta ku serpêhatiyên jina bi navê Arezû ku ji ber nexwest bi endamekî Talîbanê re bizewice bi îşkenceyê hat qetilkirin bi bîr xist û got, "Em ê fikrên dijminatiya jinan ên Talîbanê hilweşîn in.”
-
“Guherîna aqlê mêrsalarî wê pêşî li tunditujiya beramberî jinê bigre”
Li gorî daneyên tevgerên jinan her diçe rêjeya tundiyê li Herêma Başurê Kurdistanê zêde dibe. Nivîskar û ronakbîrên ji rewşê bifikarin gotin: “Divê ji bo dawîkirina tundiyê hişmendiya mêr bê guherîn, ji bo wê jî hewceye mêr bên perwerdekirin.”
-
Şîdeta devkî ya li dijî jinan li Idlibê bûye nexweşiyeke civakî
Heqaretên bi gotinên xirab bi gelemperî ji hêla gelek kesên di nava civaka Idlibê de, ji aliyê biçûk û mezinan ve tên dubarekirin. Ev gotin zordestiya zayendî ya li ser jinan asta kêm a civakî nîşan dide. Ji ber ku di çanda Ereban de ew têgînên namûsê temsîl dikin ku yekem referansa çandî ye ji bo mirovan
-
Nişteciha Jinwarê Zeyneb Sirî: Mafê jinan heye azad û bextewer bijîn
Jina bi navê Zeyneb Sirî ya 29 salî ji Bakurê Kurdistanê ye û ev nêzî 4 sal in li Gundê Jinwar bi cih bûye, çîroka xwe parve dike ka çawa tundî û şîdet li ser xwe qebûl nekir û ber bi azadiya xwe ve meşiya. Her wiha hêvî kir ku jin bi pêş bikevin û hêz bigrin da ku tu kes nikaribe tundiyê li wan bike û ji xwe re bike kole.
-
Navnîşana durî şidetê Gundê Jinwar
Endama Rêveberiya Gundê Jinwar Rûken Rojda têkildarî avakirina gundê Jinwar ê weke yekemîn gund ê bû bersîva hemû cureyên tundiya li ser jinan got: “Gundê jinwar yek ji berhemê têkoşîn û berxwedana jinan e. Jiyana jinan di Jinwar de despêkir, jinên ku nikarin rehet xwe pênase bikin dikarin werin gundê Jinwar bijîn, xwe bînin ziman û kesayeta xwe xurt bikin. Jinwar gundê perwerde û hînbûna îradeyê ye, her wiha modêla biçûk a Netewa Demokratîk e."
-
Jinên Bazyan li hemberî şidetê neçarî bêdengiyê hatine kirin
Jinên bajarokê Bazyan didin diyarkirin ku ji ber nebûna rêxistinên jinan li Bazyan dibe sedema tunditujî li beramberî jinan zêde bibe û jin ji tirsan jî nekarin biçin cihek din gilî bikin.
-
Koçer zivistana xwe di şikeftên li quntara Çiyayê Bagokê de derbas dikin
Koçerên ku bi sarbûna hewayê re ji zozanan daketin, di şikeftên quntara Çiyayê Bagokê de bi cih bûn. Koçer li cihê ku di konan de bimînin di şikeftan de dimînin û tevahiya zivistanê li wan warên kevnar rojên xwe derbas dikin.
-
Di nava tevgera sendîkayan de hejmara jinên Cezayîrî kêm e
Gelek sedemên mayîna jinan li derveyî qada yekitiyê hene ku aktîvîsta siyasî û mafên mirovan Fatima Saedan ji ajansa me re eşkere kir û sedema yekem jî girêdayî meyla pîşeyî ya jinan e. Karê sendîkayî ne karekî hêsan e, karekî mafnasî û motîvasyonî ye ku pêwîstî bi fedakarî û avantajên taybet heye. Mijara lihevanîna jiyana pîşeyî û jiyana malbatî beşeke girîng di ramana jinan de digre.
-
Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Doku pirsîn
Li Amedê xizmên windayan aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ku li Dêrsimê 686 roj in agahî jê nayê girtin pirsîn û çalakiya li Êlihê jî hat astengkirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Yunus Bagiş, diyar kir ku dê der barê rayedaran de serlêdana sûc bikin.
-
“Emê dev ji doza windayên xwe bernedin”
Xwişka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren a 41 salin ji bo dîtina hestiyên birayê xwe têkoşînê dide got: “Dê û bavê min nekarîn aqûbeta kurê xwe zanibin û şîna wan qet neqediya. Li cihê wan hiştiye em ê têkoşîna xwe didomînin."
-
Heft jin ji bo hilbijartina sendîkaya parêzeran bûn namzed
Li Beyrûdê beriya niha di nava 11 endamên mêr ên sendîkaya parêzeran de tenê jinek cihê xwe digirt lê belê niha heft namzedên jin ji bo namzediya sendîkaya parêzeran hatin diyarkirin û ger di hilbijartinan de bi ser bikevin dê hejmara parêzerên jin zêde bibe.
-
"Vekirina Mala Jin berhemê şoreşa jinê ye"
Endamên Mala Jin a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê Fatima Hesen û Henîfa Hesen behsa kar û xebatên Mala Jin û rola wê di çareserkirina pirsgirêkan de kirin û wiha gotin: "Beriya avakirina saziyê em li malan digeriyan, me perwerdeyên îdeolojî dida û pirsgirêkên jinan çareser dikir. Karê Mala Jin ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e, di heman demê de rêxistinkirin û avakirina kesayetên azad e. Bi perwerde û rêxistinkirina jinan dê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin."
-
Li ser sînoran têkoşîna nan û jiyanê: Kolberî
Li Îranê û parêzgehên wê û bi taybet li navçeyên ser sînor ên ku roj bi roj kûrbûna krîza aborî lê zêde dibe, hejmara kolberan jî roj bi roj zêde dibe. Li parêzgehên ser sînor ku rêjeya bêkarî û feqîriyê herî lê zêde ye, jin jî li hejmara kolberan ku zêde dibin. Jin bi hevjînên xwe re an jî ji bo şûna hevjîn û zarokên xwe yên di dema kolberiyê de winda kirine, derdikevîn rêyên dûr û dirêj ên tijî mayin.
-
Xebatên rêxistina Sara yên têkoşîna li dijî tundiyê
Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Gulistan Evdikê têkildarî kar û xebatên Rêxistina Sara û mijara tundiya li ser jinan nirxand kir û wiha got: “Hebûna rêxistinên jinan bingeheke sereke ye ji bo avakirina sîstemeke demokratîk. Zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê, pirzewacî, berdêl, qedexeya xwendin û karkirinê ev hemû rengên tundiyê li ser jinan e. Jin ji salên demdirêj ve bi siyaset û polîtîkayên têkbirin û zextên tunekirina çandî û fikrî re rû bi rû ne, ev hemû di roja me ya îro de veguherîn volkaneke ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.”