civak/jiyan

  • Li Navenda Parastina Jinê ya Xezayê perwerdeyên hişyariya zayendî 

    Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Hiqûqî û Parastina Jinan a Xezayê di çarçoveya projeya "Kar di navbera herdu zayendan de bê cudakarî" kampanyayek ji bo perwerdekirina jinan li ser xetereyên şantajên zayendî da destpêkirin.

  • "Jinên Ereb ji bo parastina xaka xwe destanên dîrokî bi xwîna xwe nivîsandine" 

    Rêvebera Ofîsa Jinan di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de Necla Hemza li ser rola jinên Ereb di şoreşa Rojava de axivî û wiha got: "Tevî asta zanebûna jinên Ereb, ew her dem ji aliyê civaka xwe ve dihatin înkarkirin. Jinên Ereb li kêleka jinên Kurd xwe îsbat kirin. Di roja me ya îro de em dibînin ku jinên Ereb cihê xwe di hemû qadan de digrin. Jinên Ereb nema weke berê tiştan li ser xwe qebûl dikin ji ber êdî bi mafê xwe dizanin. Gelek jinên Ereb ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirine û destanên dîrokî bi xwîna xwe nîvisandine."

  • Dayik Menekşe Aydinlar: Çi bi kurê min kiribin bila eşkere bikin 

    Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo aqûbeta xwendekarê zanîngehê Cuneyt Aydinlar ê 28 sal berê hat windakirin û doza wî ji ber demborî hat girtin, hatin cem hev. Dayika Cuneyt Menekşe Aydinlar di çalakiyê de wiha got: “Em, edaletê dixwazin. Çi bi kurê min kiribin bila bê eşkerekirin.”

  • "Ji bo pêşî li destdirêjiya zayendî were girtin divê qanûnên hişk werin derxistin" 

    Tundiya li dijî jinan bi hemû şêwe û cureyên xwe, tawaneke hovane û binpêkirineke eşkere ye, ev yek jinan ji mafên wan bêpar dike, azadiya û beşdarbûna wan a di civakê de sînordar dike. Beşek ji tundiyê bêguman a zayendî ye ku li herêma Xezayê pir belav bûye û li ser vê mijarê axaftin û nîqaşkirin pir kêm e ji ber bêdengiya piraniya jinên ku rastî tundiya zayendî hatine.

  • Li Idlibê zewaca xizman dibe sedema nexweşiyên genetik 

    Li kampên penaberan ên Idlibê zarokên keç li ser daxwaz û li hev kirina malbatê bi lawê ap û xizan re tên zewicandin, ev yek dibe sedema zêdebûna zarokên astengdar ên ji ber zewaca xizman ji dayikbûnê seqet tên diniyayê.

  • Di qada lêkolînên zanistî de pêşketinên jinên Tûnisê 

    Jinên Tûnisî di piraniya qonaxên siyasî, civakî, rewşenbîrî û têkoşîna jiyanê de hebûnek çalak nîşan dane. Bi têkoşîna zayendî re weke her qadê cihê xwe diqada lêkolînên zanistî de jî girtin û li gorî daneyan ji sedî 55 lêkolînerên Tûnisî jin in.

  • "Çirûska 8'ê Adarê li herêmên dagirkirî hatiye vemirandin" 

    Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Hesen li ser 8'ê Adarê û rewşa jinan di herêmên dagirkirî de axivî û wiha got: “Ev roj ji bo jinan rojeke pîroz e û xwedî wateyek pir cuda ye. Lê di herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li ser jinan tê kirin û hewl didin jinan bê rol û sînordar bikin û fikra DAIŞ'ê belav bikin. Jinên ku di herêmên dagirkirî de ne roja 8'ê Adarê ji bo wan tune ye û jiyana wan hatiye tarîkirin."

  • Xizmên windayên di destên DAIŞ'e de gotin ku êşa wan berdewam dike 

    Dema ku çeteyên DAIŞ'ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Bakur û Rorjhilatê Sûriyeyê kontrol kirin, dest bi sepandina kontrol û pêdiviyên xwe li ser gelê herêmê kirin, gelek şêniyên herêmê jî dîl hatin girtin, jinan êş û azarên mezin dîtin, dayik û hevjînên windayan diyar kirin ku piştî nemana DAIŞ'ê jî êşên wan didomin.

  • Cara yekemîn lêkolîn li ser şîdeta zayendî li Lubnanê tê kirin 

    Feryal El-Mexrabî bal kişand ser tundiya li ser bingeha zayendî ku dikare gelek kategoriyan bigire nav xwe û wiha got: "Me bi taybetî girîngî da ser jinan, ji ber ku ew jinên herî mexdûr in ji tundutujiyê û lêkolînê zêdetirî 100 jin di nav komên baldariyê de ji bilî anketek serhêl a li ser 300 jin girt nav xwe yanî bi giştî nêzî 400 jin. Di nêzîkatiya me ya li hemberî jinan de, em hewl didin şîdet û cureyên wê pênase bikin.”

  • Li Silêmaniyê di êrîşeke hovane de jina bi navê Şinyar bi giranî birîndar bû 

    Bûyerên qetilkirina jinan bi awayekî hovane didomin. Şinyar jî yek ji wan jinan e ku ji aliyê hevjînê xwe ve ji sedî 85’ê bedena wê hatiye şewitandin. Parêzera bajarê Silêmaniyê Rojgar Îrahîm dibêje bûyera Şinyarê dubarebûna bûyera Sêwanek din e. endama RJAK’ê Jinû Reşîd bang li rêxistinên jinan kir ku li hemberî tewanên wisa dijmirovane bêdeng nemînin.

  • Kivarkên çolê debareke demsalî ye ji bo jinên penaber ên li Idlibê 

    Der barê feydeyên kivarkan û çawaniya cudakirina cureyên wan de, pispora xwarinê Dalia Hac Humêdan da zanîn ku kivark wek xwarineke kêmkalorî, çavkaniyeke baş a fîber û proteîn û dewlemend e bi potasyûm û vîtamîna B tê hesibandin û wiha berdewam kir: "Ew bergiriya bedenê zêde dike û pêşî li nexweşiyên bêhnê digre. Her wiha şiyana wê heye ku li dijî penceşêrê şer bike û şaneyên anormal di bedenê de têk bibe.”

  • Şehrezad El-Casim: Xelkê Dêrazorê piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser dikin 

    Endama desteya rêveber a kombûna Jinên Zenobiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehrezad El-Casim pişterast kir ku projeya Rêveberiya xweser projeyek niştimanî ye ku yekitiya xaka Sûriyeyê dixe bin temînatê, aştiyê pêk tîne, îradeya hemû beş û pêkhateyan temsîl dike û teqez kir ku hevgirtina gel a bi Rêveberiya xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hemû komployan pêç dike.

  • Şîdeta dîjîtal li Cezayîrê yek ji cureyên herî xeternak ên şîdeta li dijî jinan e 

    Komcivîna ku ji aliyê Saziya Jina Nû ve hatiye sazkirin, armanc ew bû ku awayê zextê ji bo rêgirtina li vê diyardeyê bi riya qanûnek bergiriyê were sepandin ku di encama nîqaşa li ser awayê herî baş ji bo sûcdarkirina kiryarên bi vî rengî derketiye. Bi taybetî rewşa dê ûb avan di nav komên ku dê bên cezakirin de zehmetiya meseleyê zêde dike û pêwîstî bi hizirkirina li ser riyan sepandin û cîbicîkirina zagonan heye.

  • Li Idlibê zewaca di temenê biçûk de dibe sedema nexweşî û mirinê 

    Pispora civakî Selma El-Qusra ya 34 salî ya ji bajarê Idlibê, li ser sedemên ku malbatên li Idlibê zarokên xwe yên keç dizewicînin, wiha dibêje: "Gelek sedem hene ku dibin sedema zewaca di temenê biçûk de, xizanî yek ji wan sedemên herî gelemperî ye ku dihêle malbat razî bibin keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin da ku barê aborî ji ser wan kêm bibe. Digel bêkarî, paşketina aborî û qeyranên li pey hev û xwesteka rizgarbûna ji hin baran.”

  • “Gundên Êzidiyan ên Serêkaniyê hatine valakirin” 

    Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo rewşa Êzidiyên Serêkaniyê û binpêkirinên li ser mafên wan pêk hatine nirxand û da xuyakirin ku divê ew çeteyên sûc li dijî goristanan kirine û zirar dane gundên Êzidiyan di dadgeheke navdewletî de werin cezakirin.

  • Dayikên li gundê Eseliyê zimanê xwe yê dayikê diparêzên 

    Gundê Eseliyê yê ku dikeve rojavayê Minbicê gundekî Kurdan e lê ji ber polîtîkayên Erebkirinê û kiryarên rejîmê nêzî nîvê nifûsa wê Kurd nizanin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Hinek ji jinên wî gundî zimanê xwe yê dayikê parastin û zarok û neviyên wan bi zimanê xwe yê resen diaxivin.

  • Roza hunerek cuda dide aksasuarên cil û bergên çanda Kurdî 

    Her çendî li herêma Kurdistanê xwendekarên ku zanîngeh temam kirine û nayên tayînkirin bêhêvî bûne jî; hemû ciwan hewl didin bi xwe karek bikin û bibin xwedî pîşeya xwe.

  • Li Cezayîrê sponsoriya ji bo zarokên sêwî xewneke ku pêkhatina wê zor e 

    Zagonên Cezayîrê destnîşan dikin ku zarokên sêwî heta 19 saliya xwe li navend û saziyên zarokan ji bo alîkariya yekem dimînin û yekser piştî wê sêwî dikeve hembêza jiyanê, yan digihîje asteke baş û bawernameya herî bilind digre. Yan jî nasnameya wan a winda pêşeroja wan dorpêç dike û xeyalên wan dişkîne.

  • "Cîhana hindirîn ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet dixebite" 

    Rêvebera navenda Cîhana Zaroktiyê ya zarokên xwedî pêdiviyên taybet Şîrîn Elî eşkere kir ku navend ji bo alîkarî û dermankirina zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatiye vekirin, ji bo ku ji wan re warekî baş ava bike. Her wiha hêvî ji malbat û civakê kir ku bi wan re bibe alîkar ji ber ku rewşa wan hesas e û baldarî ji bo wan girîng e.

  • “Ez hem bi hesreta kurê xwe hem jî bi hesreta tunebûna gora wî mam” 

    Ji Dayikên Şemiyê dayika Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz a 27 sal in li kurê xwe digere careke dinê pirsa kurê xwe kir û got: “Ez hem bi hesreta kurê xwe me hem jî bi hesreta tunebûna gora wî mam.”