Xwendekarên Mexmûrê li dijî êriş û tecrîdê strîn

Li Mexmûrê xwendekarên Navenda Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya ensturmanan dibînin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin. Konser diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Mexmûrê xwendekarên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya ensturmanên saz, gîtar, erbanê û govendê dibînin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Konser bi kombûna hemû xwendekarên Navenda Çand û Hunerê û yên Navenda Stêra Zêrîn a li parka Şehîd Aryen Cûdî destpêkir. Armanca pêşkêşkirina vê konserê şermezarkirina êrişên li ser çand û hunera Kurdî, êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xwendekar, konser diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Endama Stêra Zêrîn Çigdem Oren a yek ji mamosteyên dewreya perwerdeya ensturmanan û beşdarên perwerdeyê têkildarî perwerdeyê ji ajansa me re axivîn.

‘Xebata me li dijî qirkirina çanda Kurdî bersivek mezin e’

Endama Stêra Zêrîn Çigdem Oren, der barê armanca destpêkirina dewreya perwerdeyê de axivî û wiha got: “Di 1’ê Hezîranê de me ji bo zarok û ciwanên wargehê dewreyek perwerdeya ensturmanan da destpêkirin û ev 3 mehin didome. Nêzî 200 kes tevlî bûn. Kombûna hejmarek zêde a zarokan kelecan û keyfxweşiyek mezin da me. Me xwest çand û hûnera xwe fêrî zarok û ciwanan bikin. Ji ber ku ger zarok çand û hûnera xwe bizanîn, wê bikaribîn xwedî li nasname û hûnera xwe derbikevin. Her wiha xebata me li dijî qirkirina çanda Kurdî bersivek mezin e.”

‘Em konsera xwe diyarî Rêber Apo dikin’

Çigdem Oren, wiha domand: “Di encama perwerdeyê de hejmarek zêde zarok fêrî ensturmanan bûn. Destpêkê ji ber kêmbûna derfetan û ensturmanan me gelek zehmetî jiyan kir. Lê me bi derfetên kêm kar û xebatên xwe meşand. Ev ji bo me serkeftinek mezin e. Me xwest em bi konserek berhemên perwerdeya pêşkêş bikin. Em konsera xwe diyarî Rêber Apo dikin.”

‘Me di perwerdeyê de dema xwe xweş derbaskir’

Sara Kara ya yek ji beşdarên perwerdeyê ye kelecana xwe bi van gotinan anî ziman: “Dema dibistanên me betlana bûn, perwerdeyek ensturmanan destpêkir. Min jî xwest beşdarî perwerde bibim û xwe di gîtarê de pêşbixim. Me di perwerdeyê de demê xweş derbaskir. Her wiha ji bo amedariya konserê me xwe fêrî stranan kir. Em ev konser ji bo Rêber Apo derdixin. Em îro gelek kêyfxweşin û ji bo bîranînek xweş e.”