Roja yekê ya Mihrîcana Şehîd Berçem bi coşeke mezin bi dawî bû

2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem a ku ji seatên sibehê de destpê kir bi coş, beşdarbûn û dewlemendiyeke mezin di roja xwe ya yekê de bi dawî bû.

Kobanê – 2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem a jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ev 3 meh in amedekariyên wê tên kirin, vê sibehê li bajarê Kobanê destpê kir. Mihrîcana Şehîd Berçem di danê sibehê de bi meşa hûnerî ya sedan jinan, pêşengehên tablo û karên destan, sînevzyona li ser jiyana Şehîd Berçem û pêşandana şanoyên xwedî peyamên cur be cur destpê kir.

Di bernameya êvarê de ku li qada Şehîd Egîd ya li navenda bajarê Kobanê bû stranên gelêrî û govendên ji çandên cuda serwer bûn.

Qada ku bi wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin, bi hezaran ji şêniyên Kobanê ji zarok, ciwan, jin, sazî, rêxstin û tevgerên li kantonê  bi gireseyî amedebûn.  

Di destpêkê de sînevezyonek ji perespektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mihrîcana diyarî wê tê kirin, hat nîşandan. Li aliyekî din koma Etuografîk Zeytûn ya jinên Ermenîstanê peyamek ji bo mihrîcanê şandibûn ku hat pêşkêşkirin.

Paşê ji hûnermend Bermal Çem dîmenek ku stran diyarî mihrîcanê kir, hat temaşekirin û piştre komên mûzikê ya koma Stêra Zêrîn ya kantona Qamişlo, koma şehîd Berçem ya kantona Efrîn-Şehba, koma şehîd Vejîn ya Helebê, Cûdî ya jin a kantona Qamişlo, bi awaz û hestên xwe stranên gelêrî û yên şoreşgerî pêşkêşkirin ku li derdora mûzika wan bê navber xelekên govendê gerandin.

Her wiha hûnermend Zeyneb Îshaq ya Çerkes ku ji kantona Minbicê beşdar bû bi zimanê xwe yê dayîkê stran gotin. Herî dawî jî koma Balimêra ya govendê a ji kantona Reqayê, mihrîcan bi pêşkêşkirina govendeke ji kevneşopiya peravên çemê Firatê bi dawî kirin.

Wê roja duyemîn ya mîhracanê sibê bi nîşandana belgefilîma Hêza di seat 1’an de li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido, her wiha konsertên mûzik û govendê li qada şehîd Egîd berdewam bike.