Di wêjeya Kurdî de şopên têkoşîna jinan

Xwendekara beşa wêjeya Kurdî Ayfer Yildiztan li ser rola jinan a di wêjeya Kurdî de got ku di çanda civakê de gelek serpêhatiyên qewimîne hene, jinan bi riya lorîk, stran û dengbêjiyê êş û azarên civaka xwe bi hesteke hevpar a wêjeyî anîne ziman.

PERWÎN AMARA

Qamişlo- Wêjeya Kurdî di dîroka mirovahiyê de xwedî kevneşopiyek e. Wêjeyê bi hebûn û pêşketina mirovahiyê re dest pê kiriye. Mirovahiyê bi vê hunerê, jiyana xwe îfade kiriye. Di gavên civakî yên destpêkê de, jin xwedî roleke wisa bûne ku nirxên xwe yên pîroz parastine. Di pêşketina wêjeyê de jî bi heman rolê rabûne. Di wêjeya Kurdî ya devkî de şopên ku jinan di destan, serpêhatî û çîrokan de li pişt xwe hiştine, heta roja îro jî mane.

Ayfer Yildiztan a ku li Zanîngeha Rojava ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê beşa wêjeya Kurdî xwendiye, der barê girîngiya rola jinan a di wêjeya Kurdî de nirxandin kir.

 'Têkiliya di navbera wêje û civakê de weke girêdana goşt û neynûkê ye' 

Ayfer Yildiztan li ser bandora wêjeya devkî, destan û çîrokên Kurdî ya li ser civaka Kurdan wiha got:  "Dema ku qala wêjeyê tê kirin, yekser civak tê bîra mirov. Tekiliya di navbera wêje û civakê de weke girêdana goşt û neynûkê ye, mirov nikare herduyan ji hev cuda bigre dest. Ji bo civaka Kurd wêjeya devkî bi watetir e û girîngiya wê zêdetir e. Ji bo civakê wêje weke mertaleke parastina hebûn û nasnameyê ye û civakê diparêze. Gelek wêjevanên navdar ên weke Ehmedê Xanê ku xwedî roleke girîng in hene. Di wêjeya Kurdî de jî gelek destanên bi devkî hatine gotin hene.”

'Tekiliya jinan û wêjeyê bi xwezaya jinan a civakî ve girêdayî ye'

Ayfer Yildiztan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di wêjeya Kurdî de û wiha domand: "Mirov dikare di wêjeyê de rola jinan ji du aliyan ve bigre dest. Yek di wêjeya devkî û nivîskî de roleke çawa ji jinan re hatiye dayîn, ya duyem jî jinan bi xwe çawa wêjeyê bi pêş xistine û bi roleke çawa rabûne. Bandora wan li ser civakê hê jî diyarker e. Têkiliya jinan û wêjeyê bi xwezaya jinan a civakbûnê re bi xwezayî derdikeve pêş. Di çanda civaka Kurd de jî gelek bûyer û serpêhatiyên ku hatine jiyîn hene. Jinan bi riya lorîk, stran û dengbêjiyê ew êş û azarên civaka xwe bi hesteke hevpar a wêjeyî anîne ziman. Di çanda Kurdan de dema ku dayik zarokên radizînin ji wan re lorîkan dibêjin, zarokên ku bi van çîrokên dayikên xwe mezin dibin, bêtir bi çanda civaka xwe ve girêdayî ne û aliyê wan ê civakbûnê zêdetir li pêş e."

'Ji ber ferasetên civakê jin nikarin bi îradeya xwe xebatên wêjeyî bimeşînin'

Her wiha Ayfer Yildiztan astengiyên ku di wêjeyê de derdikevin pêşiya jinan jî wiha nirxand: "Ruxmî hemû pêşketin û pêşveçûnan jî li gelek qadan jin ji ber ferasetên civaka xwe nikarin bi awayekî azad kar û xebatên wêjeyê bidin meşandin. Nêzikbûna ku di warê wêjeyê de ji jinan re tê raberkirin û bêbawerbûna ku civakê fêrî jinan kiriye, di warê wêjeyê de bandoreke neyînî li ser kar û xebatên wêjevanên jin jî dike. Di aliyê aborî de jî ji ber ku jin gelek pirsgirêkan dijîn, nikarin di aliyê çapkirinê de berhem û pirtûkên xwe derxin pêş û di qada wêjeyê de roleke xurt bilîzin. Ev ji aliyê nivîskaran ve jî hatiye gotin ku tişta li pêşiya jinan dibe asteng ku di qada wêjeyê de jin cih negirin, pirsgirêka aborî, siyasî û civakî ye. Wêje xebateke wisa ye lêkolînkirin, naskirina dîrokê, siyaset, erdnîgarî û divê bi awayekî giştî nêrînên mirov li ser hemû qadên zanistê hebin û tekiliyên mirov bi civakbûnê re pir xurt bin ku bikaribin berhemên wêjeyî derxin pêş."

'Zayendperestî jinan ji qada wêjeyê bêpar dihêle'

Ayfer Yildiztan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku zayendperestî di qada wêjeyê de bandoreke neyînî li ser xebatên jinan dike û wiha pêde çû: "Bandora saziya malbatê û ferasetên zayendperstiyê jinan ji xwendin û nivîsandinê bêpar dihêle. Saziya cewazê ya ku civak ewqas girîngî didê, jinan ji qada wêjeyê mehrûm dihêle. Zayendperestiya ku îro di hemû qadên jiyanê de serwer bûye, derbasî wêjeyê jî dibe. Di gelek destanên dîrokî de jinan bi afrîneriya xwe berhemên wêjeyî li pişt xwe hiştine lê pergala heyî jin ji lêgerîna wê ya jiyana wêjeyî bêpar hiştiye. Gelek nivîskar hene di berhem û pirtûkên xwe de roleke pir xirab dane jinan, jin ne weke hebûn, weke amûreke bikaranîna pergalê didin naskirin."

'Xwedîderketina li wêjeya Kurdî bi parastina ziman ve girêdayî ye'

Ayfer Yildiztan herî dawî ji bo zimanê Kurdî jî got ku di wêjeyê de ziman xwedî roleke girîng e û wiha bi dawî kir: "Xwedîderketina li wêjeya Kurdî bi parastina ziman ve girêdayî ye. Gelek peyvên ku ji zimanê Erebî, Tirkî û Farisî li zimanê Kurdî hatine zêdekirin, di aliyê wêjeyê de jî bandoreke neyînî li ser zimanê Kurdî dike. Divê em pêşî lê bigrin û zimanê xwe yê resen bi pêş bixin. Ji ber pêşketina teknolojiyê her diçe bandoreke neyînî li ser ziman jî dike, hebûna civakê bi zimanê wê civakê watedar dibe. Ziman parçeyekî ji çanda mirov e, civakeke ku nekaribe bi zimanê xwe biaxive, civakeke ku di bingehê de rûxiya ye û her tiştê xwe ji dest daye."