'Min xeyalên xwe yên çandî pêk anî'

Sozdar Omar a ku xeyala xwe ya gerandina govendê pêk anî wiha dibêje: "Lîstina govendê xewn û xeyalên min bû. Min vê xeyalê pêk anî. Ez pir bi şans im ku bi govendê çanda xwe ji pişaftinê diparêzim."

HESNA MIHEMED

Şehba – Her civak û netew bi çand û hunera xwe tê nasîn. Gelê Kurd jî bi hunera xwe ya cur bi cur tê naskirin. Parastina vê çandê jî erkek e û dikeve ser milên her kesê. Sozdar Omar a 20 salî, ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye di zaroktiya xwe de meraqa gerandina govenda Kurdî û serkêşiya wê dikir. Ji sala 2011'an ve Sozdar Omar cih di nava xebatên çand û hunerê de digre. Niha jî endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehbayê ye û di warê koçberiyê de parastina çanda xwe ji qirkirin û helandinê dike.

Sozdar Omar, di warê çand û hunerê de xwe bi govendê bi sînor nehişt, kesayetiya şanogeriyê jî di xwe de dît lewre ligel lîstina govendê şanoger e jî.

'Gerandina govendê ji min re xeyal bû'

Sozdar Omar bal kişand ser meraqa xwe ya ji bo gerandin û serkêşiya govendê li ser dikê û wiha got: "Ji zaroktiya ve meraqa min ji bo govendê û gerandina wê hebû. Di sala 2011'an de li Efrînê min cihê xwe di xebatên çand û hunerê de girt û xwedî li meraqa xwe derketim. Bi gerandina govendê hestek cuda di hundirê mirov de çêdibe, ev hesta azadiyê ye. Di civaka me de şerm bû ku jinek serkêşiya govendê bike û govendê bigre lê min guh neda adetên şermê di nava civakê de. Min sînorê şermê ji pêşiya xwe rakir, ji zarokatiyê ve min dest bi pêkanîna hêviyên xwe kir û hişt ku ev hêvî mîna darekê şîn bibe û heya niha jî ev dar mezin dibe. Gerandin û lîstina govendê ne hêsan e lê hezkirina min jê re fêrbûna wê hêsantir kir. Em ne tenê hînî govend û dîlanên Efrînê bûn, bi riya govendê me çanda herêmên din jî nas kir. Govendên herêmên din ji yên Efrînê dijwartir bûn ji ber ku me nizanibû lê bi perwerdekirinê ev zehmetî derbas bûn."

'Di koçberiyê de me çanda xwe parast'

Sozdar Omar behsa rewşa koçberiyê ku tê re derbas dibin û bandora wê ya li ser xebatên wan kir û got: "Piştî dagirkirina herêma me em koçî Şehbayê bûn, li vir em di gelek astengî û zehmetiyan re derbas bûn. Di koçberiyê de qet ne hêsan e ku em perwerdeyên xwe bibînin ji ber rewşa herêmê ya di bin êrîş û dorpêçê de, bandorek neyînî bi xwe re çêdike lê îrade û hêza me ji vê rewşê xurtir e. Di nava pêlên koçberiyê de em dikaribûn gelek destkeftiyan bi dest bixin û li gorî derfetên kêm em tevdigerin. Me perwerdeyên xwe ruxmî hemû şertên dijwar berdewam kir û bi van perwerdeyan me çanda herêmên cuda yên Kurdistanê jî nas kir. Me berxwedanek mezin li Şehbayê raber kir û li dijî êrîş û amborgoyê em fêrî çanda xwe dibin. Ez beşdarî du klîban li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûm û weke govendger tê de amade dibûm klîba Destana PKK'ê û klîba Keziyên Sor. Gelek bi şans im ku min jî rola xwe di dîroka çanda Kurdî û parastina wê de girtiye û di koçberiyê de me parastina çanda xwe kiriye."

'Di şanoyê de hûrgiliyên jiyanê hene'

Sozdar Omer li kêleka lîstina govendê xebatên şanogeriyê jî dide meşandin û wiha behsa xebatên xwe yên şanoyê dike: "Li kêleka gerandina govendê meraqa min ji lîstina şanoyê re jî hebû. Min vê meraqa xwe pêk anî. Ez weke şanoger jî cihê xwe li ser dika hunerê digrim. Şano dayika hunerê ye, tê de mirov hurgiliyên jiyanê dibîne. Piştî koçberiyê min kesayeta şanoger di xwe de keşf kir û bi perwerdekirinê min xwe bi pêş xist. Piştî wê ez derbasî mihricana Arîn a şanoyê li Kobanî bûm. Min gelek şanoyên kurt û dirêj li Şehbayê jî pêşkêş kirin û di mihricana Mîtan de jî derketim ser dikê. Bi riya şanoyê em peyamên xwe digihîjînin gel. Heya astekê em dikaribûn huner û çanda xwe di koçberiyê de ji qirkirinê biparêzin. Em jinên ciwan xwedî li çanda xwe derdikevin û em ê nehêlin di pişaftinê re derbas bibe ji ber çanda me nasnameya me ye û em ê her dem nasnameya xwe di nava civakê de zindî bihêlin."