Li Koye mîhrîcana hunerî hat lidarxistin

Li Navenda Ciwanan ya Koye piştî dewreya perwerdeya hunerî ya xwendekaran bi dawî bû, mîhrîcana hunerî hate li darxistin û xwendekaran berhemên xwe pêşkêş kirin.

Koye- Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê di werza havînê de li Navenda Ciwanan ya Koye ji bo xwendekaran dewreyek ya şêwekarî, muzîk, şano, xêzkirin, hunerî, pexşan û karê dest hate vekirin. Perwerdeya ku nêzî 200 xwendekar beşdar bûn du mehan berdewam kir û di roja dawî de jî mîhrîcana hunerî hate li dar xistin û di mîhrîcanê de berhemên xwendekaran hatin nişandan.

‘Zarok zû fêr dibîn’

Mamosteya beşa şêwekarî Dinya Şêrwan der barê dewreya perwerdê û çalakiyan de wiha got: “Ev sala yekem e dewreyên me bi vî awayî cûr be cûrin û mîhrîcanl hate li dar xistin. Giringiya vê dewreyê ewe ku zarok ji teknolojiye dûr bikevin û fêrî karên cûda bibin. Her wiha fêr dibin ku ew tiştên di nava malê de nayên bi karnîn, dubare sûd jê digrin û tê halê bi karanînê. Di heman demê de ew tiştên ku li vê derê fêr dibin di pêşerojê de jî dikarin sûd bigrin. Daxwaza min ji dayîk û bavan ewe ku giringî bidin zarokên xwe û hewl bidin ji niha ve fêrî tiştan bibin. Zarok gelek zû fêr dibin, dikarin ew tiştên ku niha fêr bûne di pêşerojê de jêre bibin çavkaniya kar û dahatê.”