Koma jinên destrengîn her hefte karên xwe didin nasîn

Jinên destrengîn û xwedî kar ên herêma Hewreman her hefte rojên pênşem û înê bi awayên komên ji çar kesan pêk tên karê xwe yê dest û hunerên xwe li seyrangeha Awêser didin nasîn.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Hewraman- Komek jinên destrengîn ku hejmra wan 80 jinên ji herêma Hewreman a Herêma Federal a Kurdistanê heftane kom bi kom diçin seyrangeha Awêser û berhemên xwe û xwarinên kurdewarî li wê derê didin nasîn.

Şetwa Kerîm ku yek jinên beşdarî koman bûye wiha got: “Komek jinên destrengîn û xwedî kar haftane bi komên 4 kesan rojên pênşem û înê tên vê seyrangehê dezgahên xwe di vekin û em berhemên xwe didin nasîn. Fikrê vî karî ji aliyê endamên komê ve hat dayîn û kom weke 4 kes dabeş kirin ku du jinên destrengîn û du jinên xwedî kar bin ku bi xwarinê beşdar bibin û du rojan de di xizmeta geştiyaran debin.”

Nûxşe Wehab Seyfedîn serpireştiyara koma 80 kesan wiha got: “Heftane em çar jin tên vê derê û ji aliyê şaredariya Helebce, Xûrmal û rêveberiya geştûgozariyê cih ji bo me peyda kiriye. Daxwaza me ew e jin bikaribin kar bikin û bikarin ji mal derbikevin û da ku xizmetê zêdetir ji bo jin û geştiyara bikin.”

Koma jinan ji bo xwarinên Kurdewarî û karê destên jinan rojên pênşemê û Înê li seyrangeha Awêser di xizmeta kiryaran de ye û planên wan ên pêşerojê ew e ku karên hê baştir bikin.