‘Parastina çandê erka her kesê ye’

Mamosteya govendê û şanoger Diyana Bozan diyar kir ku govend dîrok û nasnameya gelê Kurd e, dewleta Tirk bi girtina kesên ji ber govendên Kurdî tirsa xwe ya li dijî çanda Kurd nîşan daye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Her neteweyek xwedî çandek e. Neteweya Kurd jî bi çand û hunera xwe tê nasîn û heta niha çanda xwe parastiye. Çend cureyên govenda Kurdî yên weke şahî, şer, şîn û hwd hene lê belê dijminê Kurdan bi riya êriş û anîna çandên biyanî, dixwazin çanda Kurdî ji holê rakin. Dewleta Tirk di 24’ê Tîrmeha 2024’an de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek ciwanên Kurd ji ber di dawetan de govend gerandine û stranên Kurdî gotine binçav kirin. Nerazîbûnên li dijî bêtehemuliya dewleta Tirk a li hemberî çanda Kurdî her roja diçe zêde dibin.

‘Kurd bi çanda xwe tên nasîn’

Mamosteya govendê û şanoger Diyana Bozan diyar kir ku civaka Kurd bi çand û hunera xwe tê nasîn û wiha got: “Ji ber ku Kurdistan hatiye parçekirin, li her parçeyê çendek cuda ya Kurdan heye. Gelek  govendên Kurdî hene, li gorî navçeyan diguherin. Huner ji bo hemû neteweyan girîng e. Heyîna neteweyan bi hebûna çanda wan ve girêdayî ye. Dijminê Kurdan ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê her dem di nava planan de ne. Bi riya tunekirina çand û hunera Kurdî êrişên dagirkeriyê pêk tînin. Li navçeyên Kurdistanê govendê qedexe dike. Heta niha jî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rêgirî li çalakiyên çand û hunera Kurdî dikin. Ji ber wê divê em çand û hunera xwe biparêzin.”

‘Dagirker bi riya çandê êriş dikin’

Diyana Bozan da zanîn ku armanca êrişên dewletên dagirker li ser herêma Kurdistanê, tunekirina ziman û çanda wan e û wiha domand: “Dewletên dagirker bi riya bikaranîna zimanê biyanî û çandên cuda, hewl didin çanda me tune bikin. Kurd bi çanda xwe ya govendê tên nasîn. Dewleta dagirker bi anîna ziman û çandên cuda yên cîhanê dixwaze xaka me Kurdan dagir bike û çanda me tune bike. Zarok û ciwan ji ziyanên wê û dagirkeriya ku tê kirin bê agahî ne. Divê em ciwanan der barê çanda Kurdî û dagirkeriyê de hişyar bikin, da ku çanda Kurdî ji dagirkeran biparêzin. Di 24’ê Tîrmehê de li bakurê Kurdistanê komek ciwan ji ber di dawetan de govend li ber stranên Kurdî gerandin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Ev yek jî tirsa dewleta Tirk a li hemberî çanda Kurdî nîşan dide.”

‘Jin çanda xwe diparêzin’

Diyana Bozan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ciwanên Kurd bi riya şanoya Kurdî û çend çalakiyên din ên Kurdî dikarin Kurdbûne nîşanî hemû cîhanê û dagirkeran bidin. Divê ciwan girîngî bidin çand û kevneşopiyên Kurdî û çanda xwe biparêzin. Jin ji berê ve ji bo parastina çanda xwe hewl didin û bi her awayî diparêzin.”