Li Şehbayê perwerdeyên havînê yê hûnerê

Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Şehbayê bi dewreyên havînê ya çand û hûnerê hewil dide zarok û ciwanên ku kêrhatiya wan ji çand û hûnerê re heye wan perwerde bike.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Şehbayê bi rêya dewreyên perwerdê ciwanan fêrî amûrên mûzîk, govend û stranan dike. Her wiha stranên folklorî yên Efrînî tên gotin û perwerdeya li ser govenda folklorî jî tê kirin ku 25 zarok û jinên ciwan tevlê bûne.

Derbarê hûrgiliyên van perwerdeyan de Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd wiha got: "Gelek zarok û ciwan li herêmê hene xwedî behre ne û pêşketî ne. Pêwîstiya van zarok û ciwanan bi teşwîqê heye. Bi riya van dewreyên perwerdeyê yên hunerî û çandî de em hewil didin vê yekê bikin. Dewreyên perwerdeyê di navbera havînê de ji zarokan re tê dayîn ji bo hîn zêdetir têbigihêjin ji ber dibistan girtî ne û dema wan a perwerdeyê heye."

‘Em ê çand û folklora xwe bi çeka çand û hunerê biparêzin’

Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew ji beriya salekê ve amadekariya van perwerdeyan dikin û wiha dewam kir: "Em hewil didin perwerdeya me vê salê cuda be. Me mamosteyên, stran, lêdana amûran û govendê yên herî jêhatî hilbijartine. Em zehmetiyan di peydakirina sotemeniyê de dikşînin her wiha komkirin û belavkirina beşdarên perwerdeyê li gund û navçeyên cuda ji herêmê. Li aliyekî din topbarana berdewam ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li pêşiya me dibe asteng. Ji bo em çand û folklora xwe bi çeka çand û hunerê biparêzin em hewil didin bi israr rewşa ewlehî li herêmê li ber çavan derbas bikin û planên dorpêçê yên li dijî me tên pêkanîn ji xwe re bikin weke hêzekê û liberanberî wê tekoşîn bikin. Ji bo em hejmarek mezin ji beşdaran perwerde bikin û behreyên wan pêş bixin perwerdeya me dê gelek hefteyan berdewam bike. Di planên me de vekirina perwerdeyên çandî hunerî jî di pêşeroja nêz de hene."

‘Dewleta Tirk dixwaze çanda gelê Kurd tune bike’

Perwerdekara tîma govenda folklorî Emel Şaşo got: "Piştî ez tevlî perwerdeya tevgera Hîlala Zêrîn bûm min gelek govendên gelêrî û folklorî nû ji her aliyên Kurdistanê nas kirin. Ji ber ev govend li ser min nû ne ez hinekî zehmetiyan di fêrbûna wan de dibînim lê bi perwerdeya berdewam di navendê û malê de ez ê baş fêr bibim û wê hêsan bibe."

‘Ciwan bi israr in çand û hunera xwe fêr bibin’

Perwerdekara kemanê Romîna Sîdo jî têkildarî beşdariya ciwanan ji bo perwerdeyên hunerî wiha got: "Gelek israr ji ciwanan heye ku beşdarî waneyên hunerî û çandî bibin û bi hemû keda xwe hewil didin afrîneriya xwe derxin. Di tîma me de 12 kes hene piraniya wan perwerdeyên xwe xelas kirine û dê dest bi pratîkê bikin. Armanca me ew e ku balê bikşînin ser çand û hunerê û behreyên kesên beşdar pêş bixin. Em hin zehmetiyan di peydakirina amûrên mûzîkê de li kantona Şehbayê dibînin ji ber em dorpêçkirî ne. Gelek malbat hene ji ber aboriya wan a nebaş nikarin amûran bikirin. Ji ber van sedeman gelek kes xwe ji perwerdeyê dikşînin dema digihêje pratîkê."

Romîna Sîdo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew bi hemû karîn û derfetên xwe hewil didin van ciwanan fêr bikin û piştgiriya wan bikin.