Hunergeha Welat xwe ji bo klîpa destana Derwêş û Edûlê amade dike
Hevseroka Hunergeha Welat Rozelîn Dêrik got ku wan kişandina şanoya muzîkal a Destana Derwêşê Evdî û Edûlê bi dawî kiriye, di demek nêz de wê bikeve weşanê de û da zanîn ku wan daxwaza Rêber Abdullah Ocalan pêk anîne.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Destana Derwêşê Evdî û Edûlê yek ji destan û efsaneyên Kurdistanî ne ku heta niha di bîra gelê Kurd de zindî ye. Ji ber destana Derwêş û Edûlê ne tenê evîneke klasîk e jiyankirin, evîneke ku eşq ax û welatparêzî bi hev re girê dide û şêweyeke nû dide eşqa Kurdan. Di dîrokê de efsaneyên Kurdî ji Derwêşê Evdî û Edûlê heta Mem û Zîn, Şêrîn û Ferhad, Siyabend û Xecê heta Derwêş û Edûlên roja me ya îro tijî û bêhempa ne.
Derwêşê Evdî û Edûlê; Derwêşê Evdî ji Şengalê ye û Kurdek Êzîdî ye, ji keça Mîr Temer Paşa ya misliman hez dike. Ji ber Derwêş ji Edûlê hez dike bavê wê ew nade û dibe asteng. Derwêş ji bo ku Edûlê bibe, bi biryara bavê Edûlê dikeve nava şerekî. Derwêşê Evdî bi 11 hevalên xwe û suwariyan li hemberî 3700 suwariyên Tirk û Ereb şer dikin û di dawî de Derwêş şehîd dibe. Destana Derwêşê Evdî û Edûlê destaneke neteweyî ye li ser axa Kurdistanê hatiye jiyîn. Li gorî lêkolînan destana Derwêşê Evdî û Edûlê di sedsala 18’an de hatiye jiyîn.
Yekem car e ku wê bi awayê şanoyeke muzîkal, li destanê were tamaşekirin. Hunergeha Welat a ku kişandina kilîpê bi beşdariya zêdetirî sed kesan bi dawî kiriye, ragihand ku dê demên pêş de klîp were weşandin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Hunergeha Welat Rozelîn Dêrik axivî.
Ne evîneke klasîk e eşqa ku ax hezkirin û welatparêziyê kiriye yek e
Rozelîn Dêrik got ku destana Derwêşê Evdî û Edûlê yek ji destanên herî kevnar ên gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Cudahiya destanê ew e ku Derwêşê Êzidî ye û keça jê hez dike Edûlê misliman e. Lê her çiqas olên me cuda bin jî em li ser axekê bi hev re di nav gelek olan de dijîn. Evîna Derwêş û Edûlê ne weke evîndariya jinek û mêrek ji hev hez dikin, dizewicin û malbatekê ava dikin e. Evîna wan evîneke ku ax, hezkirin û welatparêzî bi hev re gerêdane û rê nedane ol wan cuda bikin. Ji ber dayîka me yek e û em ji zikekî çêbûne.”
Hunergeha Welat mohra xwe li xebateke din dide!
Rozelîn Dêrik sedema ku heta niha xebatek wiha nekiribûn wiha anî ziman: “Derfeta çêkirina destanê bi şêweyê şanoyeke muzîkal nebû. Dema çêkirina destanê niha ye. Rêber Apo dibêje; ‘Bila Derwêş serê xwe rehet deyne îro bi hezaran Derwêş û Edûlên me hene, wê şopa te berdewam bikin.’ Dewrêşê me yê mezin ê ku evîn û axê kir yek Rêber Apo ye. Daxwaza Rêbetî bû ku destana Derwêşê Evdî were çêkirin, Hunergeha Welat jî daxwaza Rêber Apo pêk anî û bi awayekî şanoyeke muzîkal destan anî ziman. Bi şêwazê dengbêjî û wêjevaniyê hatiye çêkirin lê yekem car e bi awayê şanoyeke muzîkal ji aliyê Hunergeha Welat ve tê amadekirin.”
‘Niha dema wê ye’
Rozelîn Dêrik got ku li Kurdistanê bi hezaran Derwêş û Edûlên wan hene ku di oxira evîn û axa xwe de şer kirin û gihîştine asta şehadetê û wiha pêl da gotinên xwe: “Me dît ku dema wê hatiye em dest pê bikin. Bi taybet piştî ku bûyer û berxwedana jinan li Bendava Tişrînê hat raberkirin. Ne ji Edûlên îro bûya dibe me rewşek cudatir bijiya ji lewre hêz û şerê ku jinên Kurd di destanê de jî raber kirine diyar e û ji hev ne cuda ye. Ji bo tevahî Kurdistanê em xebatên ku dîrokê bi roja îro ve girê didin, dikin.”
‘Klîp ji çîroka rastîn hatiye girtin’
Rozelîn Dêrik got ku di klîpê de lîstikvanên Kurd, Ereb û Tirk hene, çîroka rastîn bi awayê klîp hatiye çêkirin û wiha pêde çû: “Em bi hêvî ne ku klîp bi dilê gelê me be ku vê carê destanê bibînin û bibihîsin. Pir girîng e ku em destan û çanda xwe ji windabûn, bişaftinê biparêzin û rê nedin ku gelên din destan û efsaneyên me bidizin û bikin milkên xwe yan jî rastiya wê berovajî bikin. Ya herî girîng ew e ku em parastina rastiyê bikin. Ev karê me ye û ji me tê xwestin em vî barî hilgirin. Em destan, efsaneyan û stranên gelêrî bi şêwazekî nûjen tînin ser ziman.”
‘Armanc ew e ku gel destan û efsaneyên xwe yên dîrokî bi çav bibînin ne tenê bibihîse’
Rozelîn Dêrik da zanîn ku armanca wan ew e ku bihêlin gelê wan çîroka rastîn bibînin û wiha berdewam kir: “Hedefa me ne ew e ku derve li me tamaşe bike bi qasî ku derdê me gelê me ye ku rastiya dîroka xwe bi riya kilîp, şano û govandê bizanibe û bikaribe wê biparêze. Ji ber tenê bihîstin dibe ku were jibîrkirin lê dîtina bi çav a destanan û hatina pêşberî hev wê di bîra wan de bimîne. Ji ber berxwedana li Bendava Tişrînê hatiye raberkirin ne kêmî destana Derwêşê Evdî û Edûlê ye. Ji lewre erka me ye em bi awayekî nûjen efsaneyên xwe derxin pêşberî civaka xwe.”
‘Em hêvîdar in Rêber Ocalan klîpê tamaşe bike û ji bo rexneyên wî jî em amade ne’
Rozelîn Dêrik di dawiyê de wiha ji jin û civakê re got: “Em destana Derwêş û Edûlê diyarî Rêber Apo dikin û em bi hêvî ne ku di demeke nêz de klîbê bi Rêberê xwe re tamaşe bikin. Tişta ku xwestiye û me pêk aniye, bibîne. Em dilvekiriyê rêbertiya xwe ne ku rexneyên ji bo klîpê werin kirin pêşwazî bikin. Ji ber serokatî rola jinan weke roleke sereke girtiye dest, me di klîpê de jî rola jinên Kurd û îradeya wan teyisandiye, ji ber ku bi zimanê jinên Kurd hatiye gotin divê em wê baş biparêzin û mafê wê bidin. Em klîpê diyarî bi hezaran Derwêş û Edûlên ku giyanê xwe kirin qurbana axê, dikin. Wê derwêş û edûlên me her dem zindî bimînin û neyên jibîrkirin.”
Şanoya muzîkal a Derwêş û Edûlê wê di van rojan de bê weşandin, çav li rê bin.