Dîwarek ku berxwedana jinên Efganî nîşan dide

Di tariya Kabîla ku dengê jinan ji aliyê dîwaran ve tê bêdengkirin de, keçek 16 salî bi destên lerzok û dilê tijî wêrekî li ser yek ji dîwarên bajêr wêneyek berxwedanê xêz kir...

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Efganistan di demên kevnar de xala hevdîtina şaristaniyên mezin ên wekî Yewnanistan, Hindistan, Çîn û Îranê bû. Di vê serdemê de, berhemên hunerî yên Budîst ên li Bamiyan û Şikeftên Bamiyanê yên ku dîroka wan vedigere sedsalên 5-9’an ên PZ jî tên dîtin. Dîwarên ku dîroka wan vedigere sedsalan, mînakên girîng ên wênesaziya olî ya Budîst in. Di van tabloyan de rengên mîneral ên xwezayî û şêwaza Hind-Yewnanî hatine bikaranîn. Piştî fetihên Îskenderê Mezin û serdestiya Kushan, hunera Yewnanî û Rojhilatî di wênesaziyê de bi hev re tên dîtin.

Bi hatina îslamiyetê re mînyatur bipêş ket

Piştî ku Îslam di sedsala 7’an de hat Efganistanê, hunerên dîtbarî ji ber baweriyên olî hatin sînordarkirin. Lê belê, hunera mînyatur û wênesaziyê di serdemên Gaznewî, Gurî, Tîmûrî û Sefewî de bi girîngî bipêş ket. Di serdema Tîmûriyan de, bajarê Herat bû yek ji navendên girîng ên hunera mînyaturî. Di serdema hemdem de (sedsalên 19 û 20), bi hatina desthilatdariya Qral Emanullah Xan û destpêkirina pêvajoya modernîzasyonê re, hunerên dîtbarî hatin vejandin û dibistanên hunerî hatin damezrandin. Di nav wan de Dibistana Hunerên Bedew a li Kabîlê jî hebû.

Tezman û Talîbanê berhemên dîrokî talan kirin

Bi destpêkirina şeran û dagirkirina Efganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ya berê ve (1978-1982), hunermend, mîna welatiyên din ên Efganistanê, neçar man ku koçî welatên din bikin. Tezmanan di dema şerên navxweyî (1932-1935) de berhemên dîrokî talan kirin, û di serdema yekem a desthilatdariya Talîbanê (1978-1938) de bermahiyên wan hatin vandalîzekirin û wêrankirin.

Tevî hemû astengiyan, hunermendên jin di şaxên hunerê de navdar bûn

Jinan di warê wêjeyê de jî roleke girîng lîstine. Mixabin, ji ber serdestiya pergala baviksalar û ramanên olî yên tundrew, gelek navên wan di dîrokê de nehatin tomarkirin. Tevî hemû astengiyan, gelek hunermendên jin di wênesaziyê û şaxên din ên hunerê de xebitîn û navdar bûn. Di nav van hunermendan de, em dikarin Şehrazada Aryubî jî bijmêrin, ku sala jidayikbûna wê ya rastîn nayê zanîn (dibe ku di salên 1970’an 1980’yan de jidayîk bûye). Berhemên hunermenda ku di warên wênesaziya modern, hunera abstrakt û fîguratîf de dixebite, dikarin wekî tevlîheviyek ji kevneşopî, nasnameya jinan û modernîteyê bên pênasekirin.

Manîjeh, Leyla û gelekên nayên naskirin

Manîjeh Şefîq ku di salên 1970 û 1980’yan de jidayîk bûye, di berhemên xwe de balê dikişîne ser mijarên wekî êşa jinên Efganî, bêdengî û berxwedanê. Leyla Amirî, ku di salên 1990’î de jidayîk bûye, tabloyên modern diafirîne. Ev tablo ji koçberî, şer û zehmetiyên ku jin û zarokên penaberên Efganî pê re rû bi rû dimînin îlhama xwe digirin.

Divê bê zanîn ku gelek hunermendên jin hene ku di hunera wênesaziyê de roleke girîng lîstine lê hîn nehatine naskirin. Piştî ku Talîban li desthilatiyê vegeriya, piraniya çalakiyên jinan hatin girtin. Boyaxkirin bû yek ji wan çend çalakiyan ku jin û keçên Efganî bi dizî berdewam kirin.

Saîmaya 16 salî dev ji dibistanê berda li ser dîwar wêneyek xêz kir

Hinek ji dîwarçêkirinan ku di du dehsalên dawî de li Efganistanê bûne şêweyeke hunerî ya populer, peyamên girîng ji bo mirovan, bi taybetî ji bo jinan, dihewînin. Lê belê bi vegera Talîbanê re, piraniya van berheman hatin jêbirin û îro tenê sloganên ku li bajêr têne dîtin li ser cilên jinan in. Di heman demê de, li quncikekî Kabîlê, Saîma Reza ya 16 salî ya ku dema Talîban hatin ser desthilatiyê dev ji dibistanê berda, li ser dîwarê dibistanekê wêneyek xêz kir. Saîma dibêje, “Wekî bi milyonan keçên Efganî yên di bin desthilatdariya Talîbanê de, ez ji perwerdeyê bêpar bûm. Grûpên jinan xwepêşandan kirin. Her çiqas ewqas hatin tepisandin jî, heta îro têkoşîna xwe berdewam kirine. Bi îlhama têkoşîna wan, min xwest beşdarî bilindkirina dengê jinên Efganî bibim. Min ew wêneyê ku di hişê min de hebû li ser dîwarê yek ji dibistanan xêz kir.”

Dixwaze di pêşerojê de jî van wêneyan xêz bike

Saîma diyar kir ku gava kar kiriye gelek bi lez tevgeriyaye û wiha got: “Dibistan nêzî xaleke kontrolê ya Talîbanê bû. Min wêne bi lez û bez, di şeveke tarî de xêz kir, da ku ew ferq nekin. Min dizanibû dibe ku ez werim girtin, lê gava min çîrokên têkoşîna jinan ji Efganistanê û deverên din ên cîhanê bihîstin û xwendin, min ji xwe re got, divê ez jî beşdar bim, çiqas biçûk be jî. Nêzî du saetan ji min re lazim bû ku ez vî wêneyî çêkim û min hemû malzeme berê li malê amade kiribûn. Ew şev şeveke zivistanê bû û Talîban ji odeyên xwe derneketin. Ji ber vê yekê min karî bêyî ku zext li min bê kirin, karê xwe biqedînim. Tiştê ku bala min kişand ew bû ku wêneya min heft an heşt mehî bû. Ez difikirim ku Talîbanê wateya vê yekê fêm nekir an jî derfeta wan tunebû ku wê jê bibin. Şikir ji Xwedê re bi ser ketim û ez plan dikim ku di vê rêyê de berdewam bikim.”