Navenda Pargîn mîrateya koçeran zindî dihêle
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Pargînê Rojda Huseyîn destnîşan kir ku bi xebatên xwe, çand û mîrateya koçeran zindî dihêlin.

ZEYNEB ÎSA
Dêrik – Di demekê de ku guhertinên civakî û çandî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çêdibûn, Navenda Pargîn ya Çand û Huner weke çirayek çandê derketiye holê, ku mîrateya Kurd û Koçerî ya herêma Koçeran ji nû ve zindî dike. Navenda Pargîn di sala 2021’an de li gundê Besta Sûs a Koçeratan ya girêdayî bajarê Dêrikê ji bo parastina mîrata neberbiçav, ji stran û lîstikên gelêrî bigre heya amûrên kevnar û çîrokên dapîran, hate vekirin. Bi beşdariya berfireh a jin û zarokên herêmê, Pargîn bûye atolyeyek her timî ji bo hilberandina belgefîlm, performansên folklorîk û perwerdehiya hunerî, mîsyona têkoşîna li dijî jibîrkirinê û avakirina nasnameyeke çandî ya berfireh û nûjenkirî hilgirtiye ser xwe.
Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Pargînê Rojda Huseyîn derbarê kar û xebatên navendê de ji ajansa me re axivî.
‘Parastina nirxên civakê û mîrateyên koçeran’
Rojda Huseyîn behsa armanca avakirina Navenda Pagîn kir û pênaseya navê pargîn ji ku derê hatiye û got: “Navenda Pargîn di sala 2021’an de li gundê Besta Sûs a girêdayî bajarê Dêrikê hat vekirin. Weteya navê pargîn, axa li derdora reşmal konên Koçeran e ku parastina kon ji lehiya baranê dike. Armanca me ji lêkirina navê navenda Pargîn, parastina nirxên civakê û mîrateyên koçeran bû.”
‘Di destpêka avakirina navendê de perwerde hatin dayîn’
Rojda Huseyîn bal kişand ser kar û xebatên destpêkê yên Navendê û wiha berdewam kir: “Me xwest ku em navenda pargîn li gund ava bikin. Ji bo ku dema em behsa çand û hunerê bikin em nêzî ruhê projeyê bin û bi çanda koçeran hîs bikin. Di destpêka avakirina navenda Pargînê de sîstema perwerdeyê hat avakirin da ku jin û mêrên ciwan tê de werin perwerdekirin. Sîstema perwerdekirinê di destpêkê de fêrkirina teknîkê bû wek kamera, montaj û deng bûn. Paşê mijarên lêkolînê hatin avakirin ku çawa di gundan de lêkolînên xwe bikin. Piştî qedandina perwerdê ew ekîb ketin pratîkê û dest bi kar û xebatên xwe kirin. Piştre berhem û xelek hatin çêkirin, me civak xist du beş. Beşek çanda Koçeran û beşek jî çanda dêmanî yê ku bi çandiniyê ve mijûl dibin, da ku em bizanin amûr û alavên civaka koçer û dêmanî bi dîmen çi ye. Nêzî 42 xelek hatin çêkirin û li ser hinek malperan hatin weşandin. Ji bilî 42 xelekên hatin çêkirin 3 klîbên stranan hatin qeydkirin: Klîpa Keleha Xursê, Siwaro û Payîzokê.”
‘100 zarok fêrî govenda koçerî dibin’
Rojda kar û xebatên çandê yên ku di Navenda Pargîn de tên meşandin vegot û wiha pê de çû: “Girêdayî karê navenda Pargîn, nêzî 8 mehan ekîbên me ketin nava kar û xebatê û wek fîlmek hat çêkirin. Piştre jî endamên Keziya Sor bi endamên navêndê re şixulîn. Endamên komê di hemû aliyan de cîh girtin. Xebatên wek nivîsandina senaryoyê, dans, cil û bergan û dekor. Di dema niha de jî wek belgefîlmek li ser çiyayên Qereçox tê amadekirin. Pargîn bi tomarkirina gelek stranan jî radibe û wê navenda Pargîn hîn bi berhemên xweştir jî rabe. Nêzî 100 zarokên ji gundên derdorê tên ku fêrî govendê bibin. Piştî ku fêr bibin, dê programên taybet li ser wan bên çêkirin. Govendên ku fêr dibin, dîlana koçerî ne. Piştre fêrî dengbêjiyê jî dibin. Armanca me ji fêrkirina zarokan: ji temenê xwe yê biçûk de çanda xwe biparêzin heta ku mezin bibin çanda xwe nûjen bihêlin. Projeyeke din a navendê jî heye. Dayîk tevnê çêdikin, cil û merşikan çêdikin.”
‘Pargîn wê hîn berhemên xweştir çêke’
Rojada diyar kir ku wek navenda Pargîn di pêşerojê de wê gelek berhemên xwe pêşkêş bike û wiha bi dawî kir: “Di her karekî de zehmetî tê jiyîn, dema ku em tên berhemek çêkin, pirsigrêkên teknîkî derdikevin. Lê heta ku ji me tê em wan zehmetiyan ji xwe re nakin asteng. Em dixwazin di pêşerojê de karê navenda Pargîn hîn xurtir bikin, berhemên hîn xweştir çêkin û gelek projeyan ava bikin. Gerek her kes xwedî li nirxê civaka xwe derkeve, çanda xwe biparêze da ku her tim çanda wan nûjen bimîne. Deriyê navenda Pargîn ji her kesî re vekirî ye.”