Bi tablo û helbestên xwe êşa jinên Mexribî tîne ziman

Hunermend û helbestvana Mexribî Bahiya El-Feth di tabloyên xwe û berhevokên helbestên xwe de rûyên jinan û hêviya ku qet namire, di demên şer de jî nîşan dide.

HENAN HERÊT

Mexrib – Bahiya El-Feth hunermendeke dîtbarî, helbestvaneke Mexribî ye û seroka Komeleya Çand û Hunerên Destçêkirî ye. Ew reng û peyvan di projeyek hunerî û mirovî de bi hev re dike yek, bi riya wê hewl dide ku balê bikşîne ser êşa jinan. Bi taybetî li deverên gundewarî dixwaze balê dikişîne ser pirsgirêkên ku bandorê li rûmeta wan û mafê wan ê jiyan, perwerde û hilbijartinê dikin.

Bahiya El-Feth bawer dike ku huner ne luks e, lê peyam, helwestek û tabloyek dikare bibe amrazek berxwedanê, mîna helbestek an gotarek. Bahiya El-Feth bi riya hevpeyvînan taybet a ajansa me behsa kêliyên rêwîtiya xwe ya hunerî dike.

 'Ji bo jiyanê xêz dike'

Bahiya El-Feth bal kişand ser rêwîtiya xwe ya hunerî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Têkiliya min bi hunerê re ji zaroktiyê ve dest pê kir. Ez 9 salî bûm, dema min xêz dikir, min fêm nedikir ku xwe îfade dikim. Lê min hîs dikir ku wênesazî beşek ji min e, rêyek taybetî ya dîtina cîhanê ye. Bi demê re, min dest bi wênesazkirina dîmenên xwezayê, rûyên jinan, hûrguliyên rojane yên sade, kir. Piştre jiyan bi berpirsyariyên xwe hat. Ez zewicîm, bûm dayîk û demeke dirêj min dev ji wênesaziyê berda. Lê piştre min hewcedariyek xurt hîs kir ku divê vegerim ser karê xwe. Ji wê gavê û pê ve, êdî ne ji bo kêfê, lê ji bo jiyanê wênesaziyê dikim."

'Huner rêbazek ji bo îfadekirina êş û hêviyê ye'

Bahiya El-Feth armancên xwe ji xêzkirina wêne û tabloyan, wiha anî ziman: "Piştî ku vegeriyam pîşeya xwe, min tabloyek rûyê jinê xêz kir. Min jinên westiyayî, gundî, dijwarî, zarokên xwe hembêz dikir û êşa xwe vedişart, xêz kirin. Min wêneyek îdeal çênekir, lê ew rastiyek ku min li dora xwe hîs dikir û jiyabû. Huner ne xemilandin e, ew rêbazek ji bo îfadekirina êş û hêviyê ye. Jinên di tabloyên min de ne tenê bedew in, di heman demê de bihêz, bêdeng, bi axa xwe ve girêdayî ne û her roj ji bo zindîmayînê li ber xwe didin, tên dîtin. Di tabloyên min de, jinên Amazîxî hene ku teşeyên wan reng û sembolên ji bîra kolektîf hildigirin."

'Wekhevî ne şer e, hevkariyek e'

Bahiya El-Feth derbarê beşdarbûna wê ya li festîvalan de wiha got: "Beşdarî gelek pêşangehên li hundir û derveyî Mexribê bûm. Di nav wan de pêşangehên ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan li Şanoya Mihemed El-Xemîs hatine veqetandin hebûn. Tabloyên min bûne rêbaza min ji bo îfadekirina tiştên ku carinan gotina wan dijwar e. Bi riya van beşdariyan dixwazim ramanek hêsan lê girîng ragihînim ku divê jin xwedî maf û rêz li rûmeta xwe bigirin. Bawer dikim ku têkiliya di navbera jin û mêran de li ser hevsengiyê hatiye avakirin. Wekhevî ne şer e, hevkariyek e û her yek ji me di vê civakê de xwedî rolek e."

Bi riya helbestan jî xwe îfade dike

Bahiya El-Feth di nava gotinên xwe de da zanîn ku helbestan jî dinvîse û wiha pê de çû: "Li kêleka hunerê helbestan dinvîsim û bawer dikim ku peyv, mîna rengan, xwedî heman şiyana îfadekirin û ketina nav dilan a bi awayên cûda ne. Min 9 berhevokên helbestan weşandine, her yek ji wan beşek ji rêwîtiya min a şexsî û hestyarî wekî jinek û hunermendek e, vedibêje. Di berhevokên "Bin Adam" û "Hemset el-Ruh" de min bal kişandiye ser êş, hêz, berxwedan û zextên ku jin pê re rûbirû dimînin. Her wiha ezmûnên xwe û şikestinên ku pê re mame min di "Hemset El-Ruh" de nivîsandiye. Ji bo xwe îfadekirinê helbestan wek tabloyan bikar tînim. Ji ber vê komeleyek çandî û hunerî ava kir ku tê de huner û helbest cih digrin. Bi riya vê komeleyê jin dikarin bêtir xwe îfade bikin."

Kêşe û pirsgirêkên jinan radighîne

Bahiya El-Feth da zanîn ku giranî dide jinên ciwan ên li gundan û pirsgirêkên ku ew dijîn û wiha dewam kir: "Di berhemên xwe de balê dikşînim ser jinên ciwan ên gundan û kêşeyên ku dibînin wek zewaca temen biçûk, dûrxistina ji perwerdehiyê, nebûna lênihêrînên tendrustî û parastina civakî ve. Bi her tabloyek ku xêz dikim û her helbestek ku dinvîsim, hewl didim ku wê jinê bi awayek ciwan di navenda balê de bigirim, nazikiya wê lê di heman demê de hêza wê ya hundurîn jî nîşan bidim. Jin li Rojhilata Navîn bi binpêkirin û kêşeyên dijwar re rûbirû ne. Hêvî dikim welatên me werin parastin ku aramî vegere malên ku ji ber şer wêran bûne. Dilê min bi hemû jinên ku kurên xwe winda kirine, bi dayîkên ku çarenûsa keçên xwe nizanin, bi keçên biçûk ên ku ji ber pevçûnan ji perwerde û jiyanê bêpar mane re ye."