Ji bo salvegera Fermana 74’an klîbek nû: Şehîdên Welatê Me

Koma Bêrîvan ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê de xebatên çandî didomîne, bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ klîbek nû weşand. Klîb bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê hat weşandin.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal – Bi nêzbûna salvegera 11’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Koma Bêrîvan ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê de kar û xebatên xwe dimeşîne, bi navê ‘Şehîdên Welatê Me’ klîbeke nû weşand. Klîba ku amadekariya wê bi mehan berdewam kir, diyariyî şehîdên 74 fermanan û şoreşa azadiyê hat kirin.

Derbarê xebat û amadekariyên klîba ku gotina wê aydê Ivan Xidir Cuno û muzîka wê jî aydê Evîn Zenda ye de, endamên Koma Bêrîvan axivîn. Endamên komê, stran û klîbê diyariyî hemû dayîk û malbatên şehîdan kirin.

Bi xebatên xwe çanda Êzdayetiyê zindî û berbiçav dikin

Yek ji endamên komê Newroz Ehmed balkişand ser çand û hunera Êzdayetiyê, diyar kir ku ew dixwazin bi kar û xebatên çandî dîroka xwe zindî bikin û ev nirxandin kir: “Em bi kar û xebatên çand û hunerê dixwazin çand û ehlaqê xwe yê kevnar zindî bikin. Wek jinên ciwan em ji bo çanda civaka xwe, ji bo Êzdayetiya xwe xebatê dimeşînin. Çand û bawerî bi hev ve girêdayî ne. Jin, xweza û çand bi hev ve girêdayî ne. Wek jinek ciwan ez ji van xebatan hêzê digrim. Bêriya fermanê jin di nava civakê de nedihatin xuyakirin, li malê sînordar diman. Bi saya fikrên Rêber Apo jinan gavên mezin avêtin û niha dikarin her tiştî bikin.”

‘Bila civaka me ji çand û baweriya xwe dûr nekeve’

Newroz Ehmed da zanîn ku ew bi riya çand û hunerê hewl dide baweriya xwe bide jiyandin û wiha pê de çû: “Bi rastî jî ev tiştekî gelekî xweş e. Jin ger bixwazin, dikarin gelek tiştan bikin. Jixwe di cewhera Êzdayetiyê de hemû tişt girêdayî jinan in. Çi dibe bila bibe em ê weke jinên ciwan nehêlin ev çand û bawerî were jibîrkirin û em ê çand û baweriya xwe biparêzin. Bangawaziya min ew e ku civaka me ji çand û baweriya xwe dûr nekeve. Bila jinên Êzdî di serî de çand û huner pêşengî ji her tiştî re bikin û tu astengiyan nas nekin. Pêşengiya hunerê û her tiştî bikin. Bila tu tiştî ji bo xwe wek asteng nebînin.”

Bi kar û xebatên xwe çand û baweriya xwe didin nasandin

Sosin Hemîd ku cihê xwe di nav Koma Bêrîvan de digre, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe çand, bawerî heta cil û bergên xwe yên Êzdayetiyê didin nasandin û wiha axivî: “Ewqas ferman ji ber çand û baweriya me bê tunekirin hatin serê me. Em Êzidî bi vî awayî tu carî xilas nabin, em ê her dem li ser dîn û baweriya xwe bin. Em biçin ku derê jî em ê bi bawerî û çanda xwe biçin.”

Bi xebateke kolektîf amadekirina klîba kolektîf

Di domandina axaftina xwe de Sosin Hemîd bal kişand ser çêkirina stran û klîba ku ji bo şehîdan hatiye amadekirin û ev tişt got: “Ev stran bi awayekî kolektîf ji bo şehîdên welatê me hatiye çêkirin. Ev stran wê bibe bersivek ji bo dijminên me. Di dema amadekariyên wê de jî em gelekî kêfxweş bûn. Beriya fermanê ji rastiya xwe revek hebû. Jixwe ji ber vê yekê encamên vê fermanê ewqas giran bûn. Beriya fermanê li ser jinan pir zext hebû lê niha wekî jinên ciwan em diçin ser dikê stranan dibêjin.”

Encamên neyînî yên çûyîna derveyî welat

Sosin Hemîd îşaret bi çûyîna ciwanên Êzidî yên derveyî welat kir û bi van hevokan encama neyînî ya çûyîna derveyî welat anîn ziman: “Niha gelek Êzidî diçin derveyî welat. Yên herî zêde ji çand û baweriya xwe dûr dikevin ev kes in. Dema diçin derveyî welat çav li çandên cuda dixin û çanda xwe ji bîr dikin. Êzidî li ku dibin bila bibin, biçin ku derê bila biçin divê tu carî ji çanda xwe dûr nekevin û her dem bi çanda xwe re bin. Êdî çanda me ya kevnar bi tunebûnê re rûbirû ye, êdî gelek tişt tenê ji aliyê jinên temenê wan mezin ve tên zanîn û jiyandin. Mînak, êdî tenê dayîkên me cilên spî li xwe dikin, ciwan li xwe nakin. Bila ciwanên me li çand û baweriya xwe xwedî derkevin da ku ev çand û bawerî tune nebe.”

‘Şehîd heqîqeta me ne’

Ji endamên Koma Bêrîvan Cîlan Miheme diyar kir ku ew wek kom di encama demeke dirêj a amadekariyan de klîbeke profesyonel a bi navê ‘Şehîdên Me’ amade kirine û wiha got: “Ji bo di kişandina klîbê de pirsgirêk û kêmasî dernekevin bi mehan me provayên stranê kir. Ji ber ev stran li ser şehîdên welatê me hatiye çêkirin, em çi bikin jî em nikarin heqê şehîdan bidin û em deyndarên şehîdan in. Bi vê xebatê em dixwazin ji şehîdan re bibin bersiv.”

Cîlan Miheme destnîşan kir ku di dema meşandina kar û xebatên klîbê de kêliyên xemgînî û kêfxweşiyê bi hev re jiyane û ev tişt anî ziman: “Şehîd ji bo me heqîqet e. Em tu carî şehîdan û keda wan ji bîr nakin. Ev klîb jî bi heman armancê hat çêkirin. Em bi vî rengî şehîdan ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em wek endamên Koma Bêrîvan vê stranê di serî de dayîkên şehîdan diyariyî hemû malbatên şehîdan dikin.”

Bi çand û hunerê vegera li cewhera xwe

Yek ji endamên komê Nesrîn Ehmed jî bi kurtasî hest û ramanên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em wekî Koma Bêrîvan dixwazin çand, bawerî û rêûresmê xwe bidin xuyakirin. Nifşên nû pir zêde rêûresmên çanda xwe nas nake. Li ser pêkanîna rêûresmê xwe sekinandin pir lawaz e. Heke civak li ser çanda xwe sekinî ba rewşa civaka me dê ne wisa ba. Lê bes ji hêla din ve jî gelek pêşketin jî hene ku bi destê jinan tê kirin. Berê jinan stran digotin lê tenê di sînorê mala xwe de lê niha ne wisa ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo niha jin pêşengtî ji çand, huner û baweriya xwe re dike. Em jî hewl didin bi kar û xebatên çandî berê ciwanan bidin çand û baweriya wan. Divê çand û baweriya me neyê windakirin û li her derê were jiyandin.”