Tiliyên ku ruh dide darê: Berxwedana jinan li ser daran nexşand

Mariya Penahî bi hûnera kolandina dar û peykertraşî re mijûl e û têkoşîna jinên Kurd ên li girtîgehên Îranê li ber xwe didin li ser daran nexşandiye. Mariya dibêje “Ew wêneyê ku niha min di nava tabloyê de bicîh kiriye, nûnertiya hemû jinên têkoşer e.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Silêmanî – Mariya Penahî jinek ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi  karê nexşandina daran, peykertraşî re eleqedar dibe. Mariya diyar kir ku di sala 2009’an de dest bi hunera dar, peykertraşî bi qalibê tabloyê kiriye. Destpêkê di warê hunerê de tecrubeya wê tunebûye, lê belê hezkirina wê ya ji hunerê re hebûye. Mariya bi serbilindiyek li hunera xwe xwedî derdikeve. Derbarê hunera xwe de dibêje ku “Bajarê ku lê ji dayîk bûme bi hunerê tê nasîn. Bingeha wê ya  wêje, muzîk û peykertraşiyê hebû. Ev jî bû sedem ku ez fêrî hunera dar bibim. dar bi xwe dinyayeke wê ya berfireh heye, di aliyê zanistî û pêwendî de.”

‘Pêwendiyek bêhempa di navbera mirov û xwezayê de çêdibe’

Mînakek din ku Mariya derbarê hunera xwe de da jî, wiha ye: “Dar a goz heye qehweyî, ji bo karê peykertraşî tê bikaranîn. Hin caran jî ber bi reşbûnê ve diçe. Dar a hirmî heye nerm e, ji bo karê peykertraşiyê dibe. Dar a abunus heye reş e, dibêjin zêdetir li Hindîstanê şîn dibe, dar a eqaqiya heye kesk e, dar a kirat heye sor e. Her taybetmendî pêwendiyek çêdike. Dema ew pêwendî çêdibe, êdî te ber bi qonaxek ve dibe. Ev silsile qonaxên ku mirov derbas dike, ji dema şîn dibe heta dema tê ber destê te û tu jê berhem çêdikî êdî bi xwe watedar dibe. Dema ew wate jî çêbû, pêwendiyek bêhempa di navbera mirov û xwezayê de çêdibe. Ew pêwendî dema watedar bibe, êdî mirov hîs dike ku dibe hunera  hestpêkirin, Berevajî hunerê modern a bi navê Abstraksiyone, Yanî hestpênekirin. Bi navekî din jê re dibêjin parnasîzm, yanê hunera ji bo hunerê, vegotinên bi zihniyetên tevlihev.”

Şoreşger jî dibin mijara hunera wê

Mariya gava behsa tabloyên xwe dike, kelecanek wê digre. Mariya mînakek da û wiha got: “Ev tabloya ku min niha çêkiriye behsa heman pêwendiyê dike. Ev pêwendiyeke dîrokî ye heta roja me ya îro hatiye. Jina ku her dem di destpêka civakbûnê de ji bo nasname û civakbûnê têkoşiyaye û heta îro hatiye. Niha min di tabloya xwe de behsa xwedawend Star kir, behsa Nînhursak ku weke xwedawenda çiya tê nasîn kir. Behsa wan dikim. Em tên dîrokek nêziktir, Jina şoreşger Merzîye Ehmedî Oskoyî di sala 1941’an de li Oskoya Azerbeycanê ji dayîk dibe, mamoste, helbestvan û nivîskar e, yek ji endamên rêxistina fedayî ya gel e. Rêxistineke siyasî ye li hemberî emperyalîzmê û her wiha rejîma dema Pehlewî de şer kiriye û têkoşiyaye. Di 26’ê Nîsana 1976’an de diçe gel xevalê xwe li kemînî sawak agahdar bike, li gel sawak dikevin nava şer di encamê de canê xwe feda dike. Niha jî têm dîrokek nêziktir, sala 1956’yan. Li Kabul a Efganistanê Mîna kişwer Kemal ji dayîk dibe, çalakvanek siyasî û nivîskar e û her wiha yek ji damezrînerên Rêxistina Şoreşgerî ya Efganistanê bi navê RAWA’yê ye. Ji bo azadî, wekheviya civakê, têkoşînek bêhempa meşandiye. 4'e Sibata 1987’an de li Koveyteya Pakistanê tê qetilkirin.”

Behsa Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî dike

Mariya da zanîn ku di nava tabloyê de du ser gotar bi kar aniye: “Dema li vê dîrokê dinhêrim, dighîjin gotar a, Ketman a heqîqet û alternatîfî ya ku an em jiyanê najîn an jî divê em jiyanê bi wate bijîn. Ev gotara me digihîne dîroka 2023’an ku Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin. Heta niha jî di bin îşkenceya rejîma Îranê de ne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Hemû têkoşîn û dîroka ku min behs kiriye, behsa têkoşîna hevbeş a ji bo nasname, civakbûn û xwezayê dike.”

Heqîqetek bi têkoşînek bêhempa ya bê dawî

Mariya anî ziman ku ev hemû, me dighînin heqîqetê û wiha got: “Heqîqetek bi têkoşînek bêhempa ya bê dawî. Ev tabloya ku min çêkiriye, ji tîp, peyv, riste û her wiha tesvîrê ku min saz kiriye, pêk tê. Ew wêneyê ku niha min di nava tabloyê de bicîh kiriye, nûnertiya hemû jinên ji dîrokê heta îro têkoşiyane ye. Kesayeta Pexşan Ezîzî saz kiriye, ji bo têkoşîna ku niha me behs kir, bi hunera dar min saz kir. Ew felsefeya ku Sakîne Cansiz behs dike min bi bîr xist. Dibêje; ‘Jiyana min her dem şer bû’, behsa têkoşîna xwe ya dema di nava Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de yan jî beriya wê dike. Navê vê tabloyê ‘Jiyana min her dem şer bû’ ye’.”