Bi îsrara xwe di karê çêkirina peykeran de bi ser ket

Têkiliya Henan El Qerbûlî hunera çêkirina peykeran ji zarokatiyê ve dest pê kir û gihîşt asta pêvajoyên xwendinê yên cuda. Di gelek pêşbirkan de jî heta niha li ser asta Binxazî û Lîbyayê bi ser ketiye.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Henan El Qerbûlî ya ji Bînxazî dikaribû dest bi çêkirina hunera peykeran bike ku xewna wê ji mêj ve ew bû. Tevî hemû zehmetiyên ku di wan re derbas bûye jî gelek peyker çêkirine.

Ji biçûkatiya xwe ve malbata wê hîs dikir ku keça wan cuda ye û zêdetir jê agahdar bûn. Baldariya malbatê destpêkê di warê wênexêziyê de bû. Di pêvajoya xwendinê de dest bi xebatên hunerî kir. Di gelek pêşbirkan de li ser asta Binxazî û Lîbyayê bi ser ket. Niha ew mamosteya çêkirina peykeran e di beşa hunerî de li zanîngeha Binxaziyê.

Daxwaza wê ew ber bi çêkirina peykeran ve dibir

Der barê tecrubeya xwe de Henan El Qerbûlî got: "Daxwaza min ez ber bi hunera wênexêziyê ve dikişandim, bi taybetî hunera çêkirina peykeran. Piştî serkeftina xwe ez hatim ser mijara xwendina zindiyan. Ji ber wê piştî gelek hewldanan dikaribûm derbasî beşa perwerdeya hunerî bibim û ji wir min dest bi xwendina beşa çêkirina peykeran kir."

Ji zarokatiyê ve hezkirina hunerê pê re hebû

Henan El Qerbûlî der barê derbasbûna yekem ji beşa hunera wênexêziyê de û dîtina wê ya rengan de got: "Ez gelekî kêfxweş bûm. Bi hezkirina min a ji hunerê re dikaribûm di warê çêkirina peykeran de bi ser bikevim û piştî derçûna xwe jî min biryara Îfad bi dest xist ji bo li Îtalyayê bixwînim. Ji zarokatiya xwe ve min ji çêkirina tiştan hez dikir lê ez nizanibûm çêbikim. Dema min madeya taflla dît min xwest fêr bibim û afrîneriyê tê de bikim.”

Der barê tevgera bazara sebzeyan de dest bi projeyek kir

Henan El Qerbûlî wiha domand: "Piştî serokê beşa perwerdeya hunerî karê min dît, xwest serpereştiya min bike, ji ber wê min dest bi çêkirina peykereke der barê bazara sebzeyan de li bajarê Binxaziyê kir. Piştî min fikra projeya xwe di serê xwe de çêkir min kesên li bazarê û tevgera kirîn û firotinê diyar kir. Peykera min 2,40 metre di 1,20 metreyî de bû. Di fakulteyê de hat pêşkêşkirin û min baştirîn karê hunerî ji bo sala 2007’an bidest xist.

Tişta ez dikim ji min re weke ezmûnek e divê ez tê de bi ser bikevin. Ez di vî warî de kar dikim ji ber meyla min jê re heye. Dibe ku zehmetiya tekane kêmbûna madiyatê be ji ber teknîk pêwîstiya wê bi fêrbûnê heye ne mîna behreyeke normal e. Madeya taflla bi demê re diterike û dişkê ji ber wê pêwîstiya wê bi teknîkeke cuda heye ji bo ku saxlem bimîne."

Di gelek zehmetiyan re derbas bû lê dîsa berdewam kir

Henan El Qerbûlî behsa xwendina master kir û diyar kir ku wê xwendina xwe li Îtalyayê kiriye û wiha berdewam kir: "Ez gelekî kêfxweş bûm ji ber Îtalya çavkaniya hunerê ye lê belê xewnên min gelekî zû li dîwar ketin. Ji ber li zanîngeha ku ez ji bo wê hatibûm şandin beşa çêkirina peykeran girtîbû. Ji ber nikaribûm rûbera xwendina xwe biguherînim, di wê demê de min neşa wênekêşiyê xwend."

Nenan El Qerbûlî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî şoreşa Sibatê hemû saziyên dewletê hatin girtin ji ber wê neçar mam vegerim Binxaziyê. Ji ber ku nikaribûm kartê bikirim, neçar mam li Misrê bixwînim û derbasî beşa çêkirina peykeran bûm. Li gorî projeya min a derçûnê min şandin beşa çêkirina peykerên xuyayî."

Hewl dide pêşangeha taybet veke

Di dawiya axaftina xwe de Henan El Qerbûlî got: "Ez hewl didim bi fikrên cuda yekem pêşangeha taybet di warê çêkirina peykeran de vekim. Pêşangeha min gavên yekem bi rêxistina Birah re bû ku rê ji min re vekir ez tê de cih bigrim. Ji ber ez dayik û hevjîn im jî dê gelek zehmet be ez hevsengiyê bixim nava herduyan heta ku pêşangeha xwe amade bikim. Ez hêvî dikim teknîka sebîkeyan li Lîbyayê peyda bibe ji ber di çêkirina peykeran de girîng e bi taybetî ji bo Bronz û Nehasê."