Êma Mîkaîliyan: Bi şanoyê dixwazim qirkirina Ermeniyan nîşan bidim

Êma Mîkaîliyan bi gotinên; ‘Êma dixwaze li ser dika Ermenistanê û dikên cîhanê weke şanogereke Ermen şanogeriyê bike’ behsa rêwîtiya xwe ya şanogeriyê ya beriya 3 salan dest pê kiriye dike.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir- Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi gelê Kurd û Ereb re dijîn, bi avakirina Meclisa Civaka Ermen re careke din dikaribûn nasnameya xwe bi dest bixin, hev nas bikin û careke din di bin sîstemeke demokratîk de werin cem hev.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandoreke herî mezin li pêkhatina qada çandê ya Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ligel avakirina meclisekê dikaribûn helbest, peyker, muzîk, govend, roman, şano, sînema û şêweyên din ên hunerê bi pêş bixin.

Êma Mîkaîliyan 19 salî ye, refa 12’an bi serkeftî bi dawî kir û dê dest bi zanîngehê bike. Dapîr û bapîrên wê komkujiya Ermeniyan a 1913-1915’an jiyane. Bapîrê wê jî ligel malbateke Ereb weke hemû Ermeniyên ku dikaribûn xwe ji qirkirinê xilas bikin, mezin bûn lê wekî Ermeniyên bê maf, ziman, çand, dîrok û nasname. Îro cuda ye, Ermenî îro bi zimanê xwe diaxivin, çanda xwe diparêzin û xwedî li dîroka xwe derdikevin.

Êma Mîkaîliyan 3 sal in di Komîteya Çandê ya Meclisa Civaka Ermen de di Koma Artsax a govendên folklorî de serkêşiya dîlanê dike û di Koma Ararat a şanoyê de jî cudabûna xwe datîne holê û şanogeriyeke bi bandor dike. Êma Mîkaîliyan ji ajansa me re behsa rêwîtiya xwe ya şanogeriyê û şanoyê kir.

Bi 'tesadufa' destpêkê niha ast û cihên bilind di cîhana şanoyê de armanc dike

Êma Mîkaîliyan derbasbûna xwe ya ji koma şanoyê re weke 'tesaduf' pênase kir û wiha domand: "Hevalên min di navbera xwe de nîqaş dikirin û digotin em ê beşa şanoyê bixwînin lê hezkirina min jê re tunebû. Min her dem ji wan re digot beşeke din a baştir bixwînin. Lê roj derbas bûn, min bihîst Meclisa Civaka Ermen vebûye û Ermeniyên diasporayê careke din kom dibin. Hê di pêvajoya avakirinê de bû, ez jî hatim. Min cihê xwe di Komîteya Çandê de girt û roj bi roj min lîstikvanî dikir, rol di şanoyê de dilîst. Wiha hezkirina min ji şanoyê re çêbû. Min xwest ez berdewam bikim û bigihîjim ast û cihê herî bilind di cîhana şanoyê de. Şanoyê cihekî girîng di jiyana min de girt. Rojeke bê lîstikvanî, weke roja min vala çûbeye."

Taybetmendiyên şanoger

Êma Mîkaîliyan çend hûrguliyên lîstikvaniya şanoyê ku divê şanoger di kesayeta xwe de pêk bînin anî ziman û got: "Pêwîst e şanoger şerma ji temaşevanan di kêliya ser dikê de, ji ser xwe bavêjin ji rola ku dilîzin jî şerm nekin. Lîstikvan li ser dikê xwe ji bîr dikin, li wir kesayeta ku rola wê dilîzin tenê dimîne. Divê lêgerîna lîstikvan li ser şanoyên cîhanî yên bi nav û deng hebin û ya herî girîng li ser dikê ji bo ku peyama dixwaze bigihîjîne tamaşevanan pêwîst e zimanê wan ne lawaz be. Pêwîst e xwedî bîreke baş û xeyalên berfireh û aşopî bin da ku bikaribin rola kesayeta ku dilîzin pêk bînin û xwe di nava bûyer û dema wê de hîs bikin. Ji lewre derhênerên şanoyan jî vê dibêjin ku Êma xwedî karîzmayeke taybet e û hostayeke ku dikare rola hemû kesayetan bi awayekî baş bilîze. Ji ber wê jî dema ku ez roleke xemgîn dilîzim, çavên xwe didim çavên tamaşevanan heta ku ez bi rastî dihêlim bigrîn da ku ez bikaribim bi hostetî rol bilîzim û peyama ku em dixwazin li ser dikê bigihîjînin tamaşevanan ev e."

Gera di cîhana şanoyê de û keşifkirina razên wê yên veşartî

Êma Mîkaîliyan got ku wê di gelek şanoyan de lîstikvanî kiriye û wiha ji me re behsa vê xalê dike: "Min di gelek şano û fîlmên sînemayê de rol lîstiye û ez bêtir dixwazim û xeyal dikim di şanoyên mezintir de jî şanogeriyê bikim. Ji ber dema ku min ji şanoyê hez kir min biryara ku ez ê li vir bisekinim û tenê weke şanogera şanoyê bim, neda. Ez dixwazim hîn bêtir cîhana şanoyê nas bikim, razên wê yên veşartî bizanibim û xwe di kûrahiya wê de bibînim ku bibim şanogereke mezin. Rast e ez niha şanogereke şanoyê me lê hê jî gelek wext ji min re pêwîst e ku ez bigihîjim asta pisporiyê, ji bo wê ez gelek ked didim. Min di gelek şano, skêç û kurtefîlm û fîlmên dirêj de jî cih girtiye ji lewre hemû kesên nêzîk, dûr û yên li ser medyaya dîjîtal li min temaşe dikin û dişopînin jî ji şanogeriya min hez kirin, ji lewre ev hêvî û baweriyeke mezin dide min ku ez meşa xwe bidomînim."

‘Şano hêza lîstikvan bêtir radixe ber çavan’

Êma Mîkaîliyan ferqa di navbera xebatên sînemayê û yên şanoyê de bi bîr xist û wiha got: "Her du xebat zehmetiyên wan hene lê di rastiyê de xebatên şanoyê ji xebatên sînemayê zortir in. Ji ber şano xebateke wisa ye ku lîstikvan li ser dikê ne û tamaşevan li pêşberî wan in, pêwîst e lîstikvan ji hemû hûrguliyên dora xwe haydar bin. Destpêkê pêwîst e ew bala tamaşevanan li ser şanoyê bihêlin, sîmayên rûyê wan neyê guhertin û rola xwe bi awayekî baş heta dawî pêk bînin. Lê xebatên sînemayê cuda ne, dibe ku şaşîtiyên çêbibin em careke din dubare bikin lê li ser dikê lîstikvan nikare vê bike. Pêwîst e bi baldarî rola ku dest pê kiriye berdewam bike û bi awayekî serkeftî pêk bîne. Lê ji bo min, ez hez dikim di xebatên sînemayê de xwe bi pêş bixim û derkevim ser ekranan lê şano hêza lîstikvan bêtir radixe ber çavan. Li vir lîstikvan bi jêhatibûna xwe dikare hêza xwe li ser dikê îsbat bike, cuda rê û fikrek din tune ye divê ku em peyama xwe bigihîjînin temaşevanan. Ji lewre ez xebatên şanoyê ji yên sînemayê bêtir tercîh dikim."

'Doz û qirkirina Ermeniyan mijarên şanoyê ne'

Êma Mîkaîliyan bi rolên ku dilîze balê dikşîne ser dozên jin, civak û bi taybetî yên qirkirina Ermeniyan, li ser vê yekê jî wiha dibêje: "Em herî zêde girîngiyê didin doza Ermeniyan, serkeftinên Meclisa Civaka Ermen, qirkirinên ku em bi wan re rû bi rû mane û jinên ku di qirkirinê de bûn qurbanî. Ji lewre em girîngiyê didin bûyerên di dîrokê de çêbûne û demên wan û li gorî wê em şanoya xwe çêdikin. Li ser vî bingehî jî em xwe berpirsiyar dibînin ku me dest bi xebatek kir, em wê nîvçe nehêlin û bigihîjînin astên jor. Divê her kes li pey xeyalên xwe bibeze. Dibe ku di demên pêş de ez li ser dikek ji dikên Ermenistanê şanoyê pêşkêş bikim, tiştekî ku nebe tune ye. Dibe ez bibim derhêner jî lê derhênerên şanoyan nabin derhêner eger berê şanogerî nekiribin."

Êma Mîkaîliyan bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Bi riya şanoyê ez dixwazim bidim xuyakirin ku Ermenî çawa hatin qirkirin. Bi riya şanoyê em dixwazin bibêjin ku hêzên cîhanê hemû jî li dijî me bin em ê dest ji xeyalên xwe bernedin û careke din bi netewbûna xwe ya ku em jê bêpar mabûn, şad bibin."