Tornuvaya voleybolê ya jinên ciwan a Iraqê li Helebceyê dest pê kir

Yekîtiya Navenda Bilind a Iraqê li parêzgeha Helebceyê bi çavdêriya walîtiya Helebceyê, di çaroveya tûrnuvaya voleybolê ya jinên ciwan Iraqê dest bi çalakiyên werzîşî kir.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Di 16’ê Tîrmehê de li Hola Koleja Perwerdeya Bedenî  û Zanistî ya werzîşê ya zanîngeha Helebceyê tornûvaya voleybolê ya keçên werzîşvan ên Iraqê bi beşdariya tîmên “Helebce, Teqteq, Qereqûş, Senherîb, Akad, Eyn Kawa, Almalin, Amane Bexda, Afrodît, Derbendîxan, şorîce” destpê kir, wê çar rojan bidome. Biryar ew e ku piştî tûrnuva bi dawî bibin, rojane li Helebceyê çalakiyên werzîşî li dar bixin.

Xelat Enwer lîstikvana tîma werzîşê ya Helebce wiha got: “Piştî di demên borî de tîm hilweşiya, îsal hat avakirin, em beşdar bûne û em dixwazin di lîstika dawî de bi ser bikevin.”

Şadiye Elî lîstikvana tîma Helebceyê da zanîn ku vekirina van tûrnuvayan li Helebceyê gelek baş e û got: “Zêdetir lidarxistina van tûrnuvayan, wê li bajar di aliyê aborî de jî gelek baş be. Her wiha têkelbûna lîstikvanan bi hev re zêdetir dibe. Têkelbûn wisa dike ku astengî kêmtir bibe. Bi taybetî têkiliya werzîşî, lîstikvan hêzê ji hev digrin. Di salên borî de girtinek hebû lê belê niha ji ber Helebce bû parêzgeh, xebatên werzîşî yên jinan careke din zindî dibin.”