Futbolvanên jin ên Lûbnanê bi serkeftinên xwe zehmetiyan derbas dikin

Tevî kêmaniyên finans û piştgiriyan, jinên futbolvan ku di tîma Obî de cih digrin him di lîgên ku tevlî bûn de hem dereceyan ji bo welatê xwe digrin û hem jî kupa û madalyayên bi dest xistine serkeftinên nû bidest dixin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd – Li Lûbnan ku Şer û krîza aborî ku roj bi roj bandorê li jiyanê dike, jin di her qadê de xwe pêşdixin. Futbola ku weke werzîşa mêr tê zanîn, yek ji wan qadan e ku bi salan e jin tê de cih digirin e.

Federasyona Futbolê ya Lûbnanê di sala 1933’an de hate avakirin, di sala 1935’an de jî buye endamê Federasyona Futbol ya Navnetewî (FIFA). Di heman demê de endamê Konfederasyona Futbolê ya Asya yê ye jî. Di sala 1964’an de Lîga Futbolê ya Lûbnanê ji bo jinan hate avakirin û ji yek lîgên di welatên Rojhilata Navîn û Asya de cih digre. Di lîga ku di sala 2008’a de hatî nûkirin de 10 tîm cih digrin. Di vê lîgê de jinên lîstokvanên ku di komên cuda yên temenan de têdikoşin cihdigrin. Jinên lîstokvan yên Lûbnanî dest bi tevlîbûna pêşbaziyên Ereb û parzemînan dikin. Jinên listokvan serkeftinan bi dest dixin.

‘Kesên guh didin gotinên neyînî nikarin bigihin xeyalên xwe’

Şirley Lewis a ku 18 saiyeî û ev 5 sale futbol dilîze wiha got: “Ez her kesî teşwîq werzîşa ku ji hezdikin  dikim. Ji ez werzîşa ku jê hez dikim, dikim ez rastî rexenyên mirovan têm, lê belê giringî nadim van rexneyan. Ên ku giringî didin van rexneyan, nikarin bigihin xeyalên xwe. Rastiya li Lûbnanê ne wek ya ji derveyî welate, lê belê ger em bi biryarbin tişta ku em dixwazin bikin, wê astengî werin derbazkirin. Tevî hemû zehmetiyan me 6 kupa û 6 madalya bi dest xist.”

‘Min di 12 salî de dest bi futbola profesyonel kir’

Ji futbolvanan Nur Al-Huda Halil, diyarkir ev nêzî 3 sal di tîma Obî de cih digre û wiha got: “Bi awayek profesyonel min di 12 saliya xwe de dest bi futbolê kir. Beriya wê wekî hobî min futbol dilîst. Îro ez vê werzîşê bi awayek cidi dikim. Tîm, tevlî Şampiyonîsiya Rojavayê Asya yê bu û me pileya 2’yemîn bi dest xist. Nêzî, berya 2 hefteyan em çun Urdun ê û me bi Urdun û Erebîstana Sudî re maçên amadekirinê lîst. Em bi serketin û me 6 derce ji bo Lûbnanê girt. Ji ber zayenda min, min despêkê zehmetî kêşa. Lê belê tevî van zehmetiyan min serkeftinên giring bi dest xist û me şampiyontî bi dest xist. Min 12 asîst û 9 gol avêt û ez wek lîstokvanê kêlekê dilîzim.”

Ji futbolvanan Julie Al-Hassan, da zanîn ku ev 2 sale di Tîma Obî de cih digre û got: “Ez ji zarokatiya xwe ve gelek ji futbolê hez dikim. Di tîma 17 salî û jêrtir de wekî stoper dileyzim. Xeyalê min ewe ku ez bi Tîma Obî re serkeftinan bi dest bixim. Îro di asta Lîga Lûbnanê de 10 tîmên ku em pêre pêşbaziyê bikin hene.”  

Malbat piştgirî didin

Dayîka listokvan Şirley Lewis, Flora Lewis jî wekî malbat çawa piştgirî didin zarokên xwe, bi van gotina ani ser ziman: “Şirley di akademiyek biçuk de dest bi leyîstina futbolê kir. Di tîma EFP de ceribandin qezançkir û piştre jî derbazî Tîma Obî bu û xelatên kupa û madalya  bi dest xist. Me gelek rexne bihîstin lê me guh nedan wan rexneyan. Baweriya min bi keça min heye û serkeftin û xeyalên xwe pêkbîne.”

 ‘Zarokên keçên ku futbol dilîzin rastî gelek zeymetiyan tên’

 

Dîrektotê Tîma Obî Malak Zreik, da zanîn ku di destpêkê perwerde dida komên temen biçuk û piştre jî dide kategoriyên hîn mezintir û wiha axivî: “Ev dû sale ez li vir dixebitim. Di tîmê de 17 salî û biçuktir û 19 salê û biçuktir bi tevahî 3 kategorî hene. Kesên ku salekê di tîmê de antreman kirî û di Lîga Lûbnanê de ne lîstin hene. Li Lûbnanê zarokên keç ên ku futbolê dilîzin rastî gelek zehmetiyan tên. Ji vana ji bo antreman qaden pêwîst nînin, eleqeya kêm ya wezîr û federasyonê û ji vê zêdetir ji ber kêmbuna qadên pêwîst jî pirsgirêk tên jiyîn. Di asta Lîgê de eleqe ji bo jinên ciwan hene û em ji federasyonê alîkarî digrin. Bi pereyê mîktara kêm em mesrefên xwe yên gihandinê pêşwazî dikin. Wekîdin baweriya me bi tîma ku serkeftin bi dest xistî jî heye. Di asta xwecihî de, Kupaya Super û Kupaya Lûbnan jî di nav de me 3 serkeftin bi dest xist û em hêvî dikin ku di nav jinên ciwan yên di asta 19 salî û biçuktir de ji derveyî Lûbnanê bilîzin.”