'Jin werzîşê weke qada têkoşîna li dijî cihêkariyê dibînin'

Werzîşvana ji Rojhilatê Kurdistanê Samieh M. anî ziman ku jin werzîşê weke yek ji riyên têkoşîna li dijî cudakariya zayendî dibînin, diyar kir ku werzîşvanên jin ji bo şikandina hemû astengiyan têkoşîna xwe didomînin.

HAWJÎN ŞEYHÎ

Dîwandere- Her çendî jinan di şaxên werzîşê yên cuda de ku yek ji qadên zihniyeta mêr serdest e, pêşketinên mezin bi dest xistine jî dîsa gelek astengiyên ku bi wan re têdikoşin hene. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin hem di werzîşê de hem jî di her qadê de têdikoşin.

Rahêner û parêzvana mafên jinan Samieh M. diyar kir ku li bajarê Sineyê ji bo werzîşê ji jinan re tu îmkaneke taybet nîn e û der barê mijarê de nirxandin kir.

‘Bi zanebûn ji jinan re sazî nayên çêkirin’

Samieh M.  di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku werzîş baweriya cewherî bi jinan re dide avakirin û wiha got: “Li Sineyê ji bo jinên ku bi werzîşê re mijûl in cih nîn e. Jin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû tên. Li Dîwandereyê tenê du salonên werzîşê yên bi kirê tên birêvebirin hene, ew jî pir buha ne. Ruxmê ku salona sporê nîn e jî jin derfet ava dikin û wezîşê bi hezkirin dikin. Bi zanebûn sazî û kulûb nayên avakirin.”

‘Jinên werzîşvan madalyayên girîng girtine’

Samieh M. destnîşan kir ku ruxmê şert û mercên xerab, jinan destkeftî û serkeftinên girîng bi dest xistine û wiha pê de çû: “Dema ku ez li gund weke rahênera werzîşê dixebitîm, yek ji wan zarokên keç a ku ji futbolê hez dikir di asta neteweyî de serkeftin bi dest xist, tevî ku rastî gelek astengiyên malbata xwe hatibû. Girîng e em li dijî van qedexeyên bi zanebûn ên li ser jinan tên ferzkirin têbikoşin û hewl bidin armancên xwe pêk bînin. Werzîş riya herî baş e ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan. Heta bi beşdariya di pêşbirkên neteweyî de hemû hevkêşeyên olî û siyasî yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine danîn biguherînin. Mînak di olîmpiyatên vê salê de jinên werzîşvan gelek madalyayan girtin.”

‘Jinên werzîşvan di nava civakê de cihê xwe tam nedîtine'

Samieh M. anî ziman ku piraniya salon û yurdên werzîşvanan ên bajarê Sineyê radestî bazara taybet hatine kirin û bi awayekî demkî tên birêvebirin û wiha berdewam kir: “Piraniya wan ji bo perwerdeyê ji aliyê mêran ve tên kirêkirin. Her çendî werzîşvanên jin li Rojhilatê Kurdistanê xwediyên heman şiyan û potansiyela mêran bin jî heta niha werzîşvanên jin cihê xwe yê rast di civakê de nedîtine. Werzîşvanên jin rastî cudakariya zayendî hatin. Di nava werzîşvanên profesyonel de gelek jin hene lê li gorî olê di bin koda cil û bergên mecbûrî de ne. Ji bo werzîşvanên jin sazî û salonên werzîşê nayên veqetandin, di nûçeyan de cih nagirin, sponsorên wan ên aborî nîn in û di bin astengiyên malbatî û derdorê de ne.”

Samieh M. diyar kir ku ev pirsgirêk bûye sedema cudakariya li ser werzîşvanên jin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî ku jinan di van çend salan de gelek madalya û şampiyonî bi dest xistine jî dîsa bi qasî ku tê xwestin cidî nayên girtin. Jin jî werzîşê weke yek ji riyên têkoşîna li dijî cudakariya zayendî dibînin. Mînak hinek werzîşvan red dikin ku cilên mecbûrî li xwe bikin an jî red dikin sirûda neteweyî di dema xwepêşandanan de bibêjin. Ev yek nîşan dide ku jin dikarin di her warî de ji bo mafên xwe têbikoşin, qalibên zayendî bişkînin û civakê ji hişmendiya zayendperest rizgar bikin.”